Xwendekar û rêxistinên ciwanan ên ku li ber deriyê Bazara Ciwanan bi dirûşmeya “Giştîname yên we ne, zanîngeh yên me ne” stant vedan û belavok belav kirin, ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. Di dema êrîşê de gelek xwendekar hatin binçavkirin.
Xwendekar di bin dorpêçê de dirûşmeyên wek “Polîsên êşkenceker dê hesab bidin”, “Bijî berxwedana ciwanan” û “Bijî berxwedana xwendekaran” berz kirin.
Xwendekar biryara rektoriyê ku çalakî, organîzasyon û daxuyaniyên çapemeniyê yên li nav kampusê dixist bin mercê destûrê, protesto dikirin.

