Ji bo Hasan Biçakçi (Şoreş) ê di têkoşîna azadiyê de şehîd bibû, li Taxa Golyazi ya navçeya Kûlû ya Konyayê merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û gelek siyasetmedar beşdarî bîranînê bûn. Di bîranînê de dirûşmeya “Şehîd Namirin” hat berzkirin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku di bîranînê de axivî, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ji bo hemwelatîbûnê û zimanê zikmakî. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a ku dê ji şer û pevçûnan bê dûrxistin û di zemîneke hiqûqî û siyasî de bê meşandin.

