Yekşem, 15 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gretchen Dutschke: Em guh bidin Abdullah Ocalan, aştî û demokrasî yekane rê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê banga ji bo eşkerekirina cihê gorên Seyîd Riza û hevrêyên wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Biryarên kêfî yên Desteyên Çavdêrî û Îdareyê daîmî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Desthilatdarî di pêvajoya aştiyê de jî kedkaran ji nedîtî ve tê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji malbatekê şeş hevrê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîd Cesûr Cûdî bê hesab û fikar tevlî têkoşînê bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê nû yê Kerkûkê hate hilbijartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Têkoşîna li dijî tundiyê divê her roj bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nesrîn Akgul: Jin ne temaşevanê aştiyê, kirdeya wê ya damêzrêner in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi jinên Êzidî re li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Em ê bi têkoşîna rêxistinkirî qirkirina jinan û şer rawestînin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emîne Bulut: Kujer diyar in, delîl li ber çavan in lê dewlet wan diparêze!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fusûn Demîrel bang li hunermendan kir: Ma hûn carekê ji bo jinan bimeşin wê tiştekî nebaş be?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê
Rojane

Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

Gelek rojnameger, siyasetmedar û nûnerên saziyan têkildarî wefata rojnameger Huseyîn Aykol peyam parve kirin û sersaxî xwestin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 1. Çile 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol dema li Enqereyê, di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê wî û rakirin nexweşxaneyê. Aykol, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Gelek rojnameger, nivîskar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ji bo Aykol peyama sersaxiyê parve kirin. 

Hinek peyamên li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin wiha ne:

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP): Me rojnameger Huseyîn Aykol ku di 14’ê Cotmehê de xwîn çû ser mejiyê wî û ji wê rojê ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, winda kir. Beşeke mezin a emrê xwe fedayî rojnamegeriyê kir, pênûsa xwe li dijî tarîtiyê mîna çiraxekê bi kar anî û li dijî kesên hewl didin ser heqîqetê bigirin jî weke xeta berxwedêriyê bi kar anî. Aykol; kedkarekî çapemeniyê bû ku di demên zext, sansur û gefan de jî tu caran dev ji rastiyê berneda. Mîrateya Aykol; ne tenê nûçeyên nivîsandiye, di keda ji bo kevneşopiya Çapemeniya Azad daye de, di cisareta ji rojnamegerên ciwan re hiştî de û di baweriya wî ya xurt a di heqîqetê de dê bidome. Em ji bo malbata wî, xizmên wî û hemû kedkarên Çapemeniya Azad sersaxiyê dixwazin. 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar: Me; nûçegihan, edîtor, gerînendeyê giştî yê weşanê û kedkarê hêja yê Çapemeniya Azad huseyîn Aykol winda kir. Bi têkoşîna xwe ya nîvesre didome re bû “şahid, bersûc û dozdar.” Aykol, bi ked û sekna xwe rojnameger û hevrêyekî mînak bû. Bi înad û bi baweriyeke xurt têkoşîna heqîqetê domand û bû parastvanê gelan û dengê girtiyan. Mamosteyê hêja yê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol her tim dê bi rêz û hezkirin were bîranîn. Serê malbata wî, Çapemeniya Azad û me tevan sax be.  

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir: Me; mamosteyê Çapemeniya Azad û derwêşê gel Huseyîn Aykol winda kir û gelek xemgîn in. Mamoste Huseyîn, nêzî sê mehan li nexweşxaneyê li ber xwe da û her tim hêvî da. Keda ji bo derxistina holê ya heqîqetê dayî, tevî zextan jî bi pênûsa xwe li cem rastiya gel cih girt û sekna wî ya birûmet a di xeta Çapemeniya Azad de dê her tim bi rêzdarî û bi minet were bibîranîn. Gotin, sekn û mîrateya li pey xwe hiştî dê her tim rêya kesên li pey rastiyê ne ronî bike. Serê malbata wî, xizmên wî û Çapemeniya Azad sax be. 

Hevseroka Giştî Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari: Êşa wefata mamosteyê Çapemeniya Azad, kedkarê hêja Huseyîn Aykol di dilê me de ye…. Nîvesrekê emrê xwe di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de û ji bo têkoşîna mafên mirovan feda kir. Tevî hemû zextan jî her tim li pey heqîqetê bû û ji vê tu caran xwe neda paş. Hevrêyê Apê Mûsa, Huseyîn Aykol mîrateya rojnamegerên hatin qetilkirin ji wî re hiştibûn, tevî her zehmetiyekê jî biisrar domand. Di nava kevneşopiya Çapemeniya Azad de bi hezaran xwendekar gihand. Ev kevneşopiya wî li pey xwe hiştî dê bidome. Biryardarî û baweriya wî dê her tim rê nîşanî me bide. Serê malbata wî, Çapemeniya Azad û me tevan sax be…  

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan: Em gelek xemgîn in. Çapemeniya Azad, piştî Apê Mûsa çinareke xwe ya din winda kir. Me, Huseyîn Aykol ê hêja winda kir. Mamoste Huseyîn, pênûsa xwe her tim ji bo rastiyan bi kar anî û tu caran ji nivîsandina heqîqetê netirsiya. Nebûna wî dê di dilê me tevan de valahiyekê bihêle. Êdî ne di nav me de ye lê mîrateya wî li pey xwe hiştî, nivîsên wî û têkoşîna wî dê her tim bijî. Serê Çapemeniya Azad, dostên wî û me tevan sax be.

Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Mertcan Tîtîz: Me; kedkar, mamoste û hevrêyê kevneşopiya Çapemeniya Azad hevrê Huseyîn Aykol winda kir. Bîranînên wî dê her tim di têkoşîna hevpar a gelan de bijîn. Serê me sax be. Oxir bie hevrêyê hêja.  

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG): Ji ber windakirina kedkar, çinar û mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku 36 salan ji bo vê kevneşopiyê ked da, em gelek xemgîn in. Di serî de malbata wî, em sersaxiyê ji kedkarên Çapemeniya Azad û hemû hempîşeyên wî re dixwazin. Dê têkildarî karûbarên cenazeyê mamoste Huseyîn Aykol agahî bên dayin. 

Ombudsman Faruk Bîldîrîcî: Di nava ewqas salan de belkî yek du caran jî ez û Huseyîn Aykol rastî hev nehatin lêbelê min û wî di salên dawî de ji hev re dinivîsand û wisa hev nas kir. Fikarên me yên rojnamegeriyê, nêrîna me ya rexneyî ya li dijî xeletiyan û cudahiyên me, em di heman xalê de gihandin hev. Kesayetekî berxwedêr, tawîz nedida û ewqas jî aram, dilovan û aştîxwaz bû. Kesekî zana bû. Di tevahiya emrê xwe de di rojnamegeriyê de li ber xwe daye û ketin û derketina girtîgehê weke parçeyeke xwezayî yê karê xwe dît. Çûyîna wî, xatirxwestineke pir zû bû… Dê me hêj li ser rojnamegeriyê sihbet bikira û gelek pirsgirêkên me yên em li ser biaxiviyan hebûn. Yên dixwazin bizanin ka li vî welatî çima “Medyaya Kurd” derket holê, çawa pêş ket, dikarin li jiyana wî binêrin… Bi rêzdarî…  

Parastvana mafên mirovan Eren Keskîn: Li pêşiya Ozgur Ulkeyê ya hatiye bombekirin wêneyê dawî. Mirovekî ku tevahiya emrê xwe li dijî hemû zextan tenê ji bo armancekê derbaskirî. Rojnamegere. Di gerînendetiya weşana giştî ya Ozgur Gundemê de hevalê min ê dozê… Li pey xwe hurmet û hezkirinek hişt û ji vê dinyayê bar kir. 

Rojnameger Abdurrahman Gok: Mamoste; di demeke me hêvî dikir di sala 2026’an vegerî nav me, we xwe gihand karwanê Apê Mûsa, Gurbetellî, Mazlum, Nagihan, Nazim, Azîze, Seyîd, Cengîz û hêj gelek şehîdên din ê Çapemeniya Azad ku we yek yek bi yek tomar kiribû. Di her xebata me de dê keda we hebe… 

Fuat Kav: Kedkarê mezin ê Çapemeniya Azad, dostê dilsoz ê gelan û Kurdan, rojnameger Huseyîn Aykol li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Ruhê te şad be. Em ê te her tim bi hezkirin, rêz û bi hurmet bi bîr bînin. 

Rojnameger Fatih Polat: Huseyîn, gelek rojnameger gihand, gelek pirtûk nivîsand. Mirovekî gelek kedkar bû. Bû dengê girtîgehan û cihê vê taybetiya wî wisa bi hêsanî nayê tijekirin. Hêviya xwe her tim zindî hişt. Têkildarî Evrenselê carnan nîşeyên biçûk nivîsand û şand. Dostê hêja, cîranê ku cihê wî tu caran nayê tijekirin. Dê her tim bi me re be. 

Rojnameger Ender Ondeş: Serê me tevan sax be hevalno. Parçeyeke me tevan çû.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Cîhan Aydin: Me; rojnamegerekî xwedî pîvan û parastvanekî mafên mirovan ê girîng winda kir. Deng û çavê girtiyan bû. Gelek xemgîn im. Di serî de xwişka me Nûray serê me tevan sax be.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê
Nûçeya Pişt re DYE’yê li Karîbîkan û Pasîfîkê êrîşên nû pêk anîn: Herî kêm 8 mirî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

Li paytexta Îran Tehranê 8 girtiyên siyasî yên jin yên li Girtîgeha Evînê tên girtin…

Ji aliyê Stêrk TV

Şewata li Licê hate vemirandin

Şewata li zeviyên li taxa Angolê ya Licê hate vemirandin.

Ji aliyê Stêrk TV

Mesîhiyên li Başûr piştgiriyê didin kampanyayên alîkariyê

Mesîhiyên li navçeya Koye piştgiriyê didin kampanyayên alîkariyê yên ji bo Rojava.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Ji bo Tuncer Saglam li Esenyurtê taziye hate danîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Di civîna bilind a avhewayê ya gelan de banga têkoşîna hevpar

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Kremlinê civîna bilind a Şi Cinping-Trump-Putin piştrast kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?