Şemî, 26 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Bila girtiyên nexweş Elçe û Oral bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hasan Biçakçi merasîma bîranînê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Koalîsyona Navneteweyî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li 5 bajaran daxwaza edaletê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta Îbrahîm Çelîk û kurê wî Edîp Çelîk hat pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Têkoşîna Riza Altun dê her dem rê nîşanî me bide

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê du Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altun li gelek bajaran hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 6 mehan 13 kolber hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    18 roj in agahî ji Îlham Elîzade ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê Riza Altun û 10 şoreşgerên ku li Amedê hatin qetilkirin, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Yek ji pêşengên artêşbûna jinê: Dr. Jiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinekan xwest jiyana wê diyar bike, lê wê bi xwe rêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê yê Erxewan Felahî hat rawestandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YJK-E’yê daxuyaniya li ser Enda Kala: ‘Bila berpirsiyarên parastinê bêne lêkolînkirin!’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê pêşnûme qanûna li dijî tundiya zayendî li komîsyonê hate erêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enda Kala li Coesfeldê li stargehekê mirî hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Civak & Ekolojî > Li Giyadînê mitînga ekolojiyê: Bê ax jiyan nabe
Civak & Ekolojî

Li Giyadînê mitînga ekolojiyê: Bê ax jiyan nabe

Li Giyadînê ya Agiriyê, bi dirûşma "Em li axa xwe xwedî derdikevin" li dijî xebatên derxistina zêr a bi siyanurê mitînga ekolojiyê hat lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Îlon 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê bi pêşengiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê bi dirûşma “Em li axa xwe xwedî derdikevin” li dijî xebatên derxistina zêr a bi siyanurê mitînga ekolojiyê hat lidarxistin. Gelê ku li ber PTT’ya li Kolana Înonuyê li hev civiya, bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bê ax jiyan nabe” û pankartên “Bazirgan li hemberî GES’an têdikoşe”, “Kuştina xwezayê, kuştina jiyanê ye”, “Jin jiyanê diparêze”, “Dest nede hewa, av, ax û daristana min”, “Em ê destûrê nedin qadên jeotermal û madenan”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, Gelê Gimgimê li ber xwe dide” û “Em bi berxwedana konan xwezayê diparêzin” ber bi garaja navçeyê ve meşiyan. Di mîtînga ku dowîzên “Kurdistan nabe goristan”, “Kurdistan ne qada we ya madenê ye”, “Gimgimra heta Giyadîn Kurdistan e ma wo. Veng bide” hatin hilgirtin de, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî di nav de gelek kes beşdar bûn.

Di mîtîngê de endama Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Alev Yilmaz û endamê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Rojhat Ozgokçe axivîn.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar ev tişt anî ziman: “Bi polîtîkayên ku bi salan e li Kurdistanê tên meşandin hewl didin Kurdistanê vala bikin. Hewl didin şîrketan bînin Giyadînê û mêtingeriyê bikin. Kargeh, kargehên cemaweriyê ne lê ji bo berjewendiya cemaweriyê naxebitin. Ji ber vê yekê tişta ku divê em bikin ew e ku em li axa xwe xwedî derkevin. Ax û têkoşîna gelê Giyadînê ji zêr biqîmetir e. Ji gelê me re ‘îstihdama jehrî’ tê dayîn. Tu welatî qebûl nake ku ne hewa, ne av û ne jî jiyana wî bê talankirin. Em ê jî qebûl nekin. Li Mûş, Amed, Agirî; li her derê Kurdistanê talanek heye ku me tine dihesibîne. Em ê bi hev re destûrê nedin vê yekê. Em dixwazin ji zarokên xwe re jî jiyaneke birûmet bihêlin.

Ev bangek ji bo Kurd û Tirkan bû. Kesê ku xwedî li xwezaya xwe dernekeve, nikare xwedî li aştiyê jî derkeve. Di serî de Kurdistan, bi parastina av û xwezaya vî welatî dest pê bike. Li cihê ku ewqas xizanî û gendelî heye hûn nikarin gendeleyeke nû bikin. Şîrket ketine rêzê ji bo ku hemû nirxên me talan bikin. Em ê jî di têkoşînê de mil bidin hev.”

 

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got, “Êdî li tu derê cîhanê zêr bi siyanurê nayê lêgerîn. Li Tirkiyeyê û welatên kêm pêşketî yên weke Tirkiyeyê, şîrket ji bo ku bêhtir qezenc bikin, bêyî ku li xweza, av û erdnîgariya gel binêrin hewl didin axê talan bikin. Hewl didin ax û hewaya me jehrî bikin. Weke ku li Licê, Akbelen, Çiyayên Kazê, Gimgim û Kanîreşê qewimî, gelê Kurd û hemû gel û baweriyên Tirkiyeyê wê li dijî talan, dagirkerî û rantê derdikevin. Em jî îro li Giyadînê ji bo ku li dijî vê rantê derkevin hatin cem hev. Em dibêjin ‘çiyayan neteqînin, deştan qirêj nekin, avên me qirêj nekin.’ Beriya 30-40 salan gelê Kurd ji ber şer û tundiyê ji gund, xweza û axa xwe neçarî koçberiyê kirin. Bi milyonan mirovên me gund, zozan, çiya û malên xwe terikandin. Niha jî bi rêya şîrketên madenê, bi rêya van rantxuran hewl didin ku gelê Kurd cara duyemîn bidin koçberkirin. Baş e ez ji we dipirsim; ma em ê dest ji xweza, ax û ava xwe berdin? Talanker dibêjin ‘Ji vê erdnîgariya ku me weke qotê molozan kiriye çala qirêj, herin.’ Qet nizanin ku li van deran bîranîn, berxwedan, dîrok û rabirdûya bav û kalên me hene. Îro li van xakên ku me ji ber şer û tundiyê neterikandine, em ê axa xwe qet nedin van rantxuran, nedin van kesên ku dixwazin axa me jehrî bikin û parçeyek zêr bibin û biçin.”

Bakirhan axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya aştiyê ji bo ku Kurd di cîh, war û axa xwe de bi awayekî mirovane bijîn heye. Pêvajoya aştiyê di heman demê de divê bibe xizmeta ku Kurdan di 100 salan de nedîtiye, lê ew vê pêvajoyê ji bo rant, talan, lêgerîna zêr a bi siyanurê û ji bo ku çiya û deştên me pêşkêşî şîrketên madenê bikin bikar tînin. Em jî ji vir, ji Giyadînê dibêjin; talaneke wiha nabe. Aştiya rastîn aştî ya bi axê re ye. Aştî ya bi ava Kurdan re ye. Aştî ya bi çiyayê Kurdan re ye. Aştî ya bi deştên ku Kurd pê debara xwe dikin, bi mirov û zindiyên ku li wir dijîn re ye. Ev tiştê ku hûn dikin ne li gorî aştiyê û ne jî li gorî ruhê aştiyê ye. Em ji vir careke din dibêjin; destên xwe ji zozanên me, destên xwe ji ava me, ji ax û rabirdûya me bikişînin.

Di hevdîtinên ku bi Abdullah Ocalan re tên kirin de, balê dikişîne ser zext û qirkirina li ser ekolojiyê. Me bi Abdullah Ocalan re 4 saetan hevdîtinek pêk anî. Bawer bikin ku heke rojevên herî girîng ên Birêz Ocalan ziman, nasname û mafê hemwelatiya wekhev be, ya din jî ekolojî bû. Kurd li cihên ku lê ji dayik bûne aş, kar û nan bibînin bû. Bertek û helwesta Birêz Ocalan a li hemberî qirkirina xwezayê di asteke pir bilind de bû. Ji ber vê yekê pêvajoyeke aştiyê heye. Em jî dibêjin ‘Yên ku dibêjin em ê erdnîgariya Kurdistanê ku we heta niha bi darê zorê koçber kiriye û xizan kiriye, ji talan û madenê re vebikin, hûn şaş in.’ Yên ku vê dibêjin wê li îrade, berxwedan û têkoşîna gelê me ku îro li Giyadînê biqelibin. Dîsa di vê pêvajoyê de weke berê tu carî herêma Kurdan, bajarên Kurdan ji madenan re nayê vekirin. Li Şirnex, Gabar, Besta û Cûdî dar nehiştin. Li Bedlîsê, li Çewlîgê hewl didin her çiya, her ava ku diherike, her deştê pêşkêşî şîrketên madenê bikin. Li seranserê bajarên Kurdan bi sedan ruxset tên dayîn. Bi hezaran ruxset niha di dorê de ne. Xêr e? Ev çi talan e? Vê erdnîgariyê ev 100 sal in zilm û zext dît. Li vê erdnîgariyê tu ferd nema ku êş nekişandiye, xizan nemaye, bêkar nemaye û bela nehatiye serê wan. Mîna ku ev ne bes bin, niha jî ji bo ku 50 sal, 100 salên din me ji van xakan derxînin, hewl didin axa me pêşkêşî maden, rantur û sermayedaran bikin. Ez ji Giyadînê bang dikim: Gelê Giyadînê wê destûrê nede vê yekê. Gelê Panosê wê destûrê nede vê yekê. Gelê Colemêrg û Şirnexê wê destûrê nedin ku ew kesên ji bo lêgerîna madenê li bajarên wan li ruxsetê digerin, xwezaya wan talan bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AGIRÎ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Rojnamevan Necîp Çarpaz jiyana xwe ji dest da
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Şehîd Demhat Girê Spî li Kobanê hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘PKK wê bi encameke bêhempa bi ser bikeve’

Gerîlayên YJA Starê Roza Serhed û Rahşan Baran salvegera 46'emîn a damezrandina PKK'ê pîroz kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Aliyev û Pezeşkiyan li Bakûyê hatin ba hev

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li Bakûyê hatin ba hev.

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 6’Ê NÎSANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Civak & Ekolojî

Li Giyadînê ji bo têkoşîna hevpar a li dijî madena zêr a bi siyanur bang hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Nevroz Kavak: Xweza û qadên jiyanê bi hinceta ‘hilberîna elektrîkê’ têne wêrankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Li Gimgimê nobeda li dijî projeya JES’ê di roja 141’emîn de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Qedexekirina çêrgehan: Xeleka nû ya koça ji neçarî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?