Piştî bihabûna madeyên sotemeniyê ya li tevahî Sûriyeyê, hemû kel û pel jî biha bûne. Xwarin û vexwarin, çûn û hatin û peydakirina madeyên sotemeniyê jî di werza zivistanê de zehmet bûye. Vê yekê jiyan sekinandiye.
Şêniyên Kobanê ji ANF’ê re axivîn û diyar kirin ku dê îsal di zivistanê de bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimînin. Şêniyan got, heta niha jî ti guhertin di miqdarê madeyên sotemeniyê de nehatiye kirin û bi wê yekê re miqdarê hemû tiştên kirînê hatiye bihakirin.

Xwediyê dikana Teknolojiya Baz, Kamîran Baz dibêje ku îsal madeyên sotemeniyê nehatine kirîn û li dewsa wê xelk tên sofaj ango sobeyên li ser kehrebeyê kar dikin, dikirin û destnîşan dike ku ev yek bandorê li kehrebeyê jî dike.

Kamîran anî ziman ku erebeyeke kel û pelan bo nimûne berê sed dolar bû, lê niha bi duqatê wê ango bi 200 dolarê Emerîkî tê û got, mazot jî biha bûye, pê re kel û pel jî pir biha tên firotin.
Hesinkarê bi navê Mihemed Memiş ku karê wî çêkirina derî û firotina sobeyan e, ev tişt ragihand: “Îsal her tişt li gorî sala berê gelekî biha bûye. Niha pêşniyariya ku em dikin hinekî erzanbûna miqdara mazotê ye. Ez deriyan çêdikim û li serê her deriyekî ku berê min bi 30 dolarê Emerîkî difirot, ez niha bi 40 dolarê Emerîkî difiroşim. Ew yek jî ji ber bihabûna Mazotê ye.”

Mihemed anî ziman ku ew bi saetên dirêj jenetorê pêdixe da ku ew karê xwe yê hesinçêkirinê dewam bike, ji ber wê jî ew mecbûr dimîne ku hinekî heqdestê xwe yê çêkirina deriyan zêde jî bike. Mihemed diyar kir ku îsal ji ber sermayê wan sobe aniye, lê ji ber tunebûna mazotê û belavnekirina wê, ti kesî nekariye bikire.”

