Girtiyên nexweş ên li girtîgehan ku gelek ji wan bi nexweşiya giran e, bi hin hincetan hîn jî nayên berdan. Girtiyên nexweş ên ku cezayê li wan hatiye birîn nayên berdan, rewşa wan a tenduristiyê roj bi roj hîn giran dibe.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Yûsûf Çakas li ser rejîma înfazê ya li girtîgehan, biryarên Desteya Tipa Edlî (ATK) û astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li pêşiya girtiyên nexweş ji ANF’ê re nirxand.
‘NÊZÎKATIYÊN WELÊ HENE KU GIRTIYAN NEXWEŞ DIXÎNE’
Çakas diyar kir ku dema mijara girtiyên nexweş nirxand divê rewşa “nexweşbûnê” û mercên zindanê bi rengekî rast bêne pênasekirin û got, “Girtiyên nexweş ew kes in ku ji ber mercên li nav e nikarin jiyana xwe bi serê xwe li girtîgehê îdare bike. Di lîteratura navneteweyî de ‘rewşa nexweşbûnê’ tê wateya rewşa tenduristiyeke nebaş. Eger tenduristiya mirovekî nebaş be, hingî nexweş e.
Zindan çi ye? Zindan jî ew rewş e ku mirov ji rewşa xwe ya tenduristiyê dûr dixîne. Tenduristiya kesekî ne tenê ji aliyê bedenî ye; her wiha tenduristiya derûnî, hestî û polîtîk e. Dema ku mirov van hemûyan bi hev re binirxîne, hingî hingî dikare mirovekî weke nexweş an jî tenduristiyeke baş dikare binirxîne.
Avaniya bi navê zindanê jî ew cih e ku hemû mercên welê lê hene ku mirovv nexweş dixîne. Tecrîd e, nedîtina tavê ye, wernegertina oksîjenê bi têrkerî ye. Li cihên weke tîpa F hem tav nîne hem jî oksîjen gelekî kêm e. Bêparmayina ji derfetên girtîgehê, revîre û doktor e. Dema ku xwe digihîne doktor jî ji ber gotinên siyasî yên li dosyayê, lê tê ferzkirin ku bi kelepçekirî bê muayenekekirin û di encamê de jî nayê dermankirin. Beriya her tiştî nêzîkatiyek welê heye ku mirov nexwşe dixîne; piştî ku nexweş dixîne jî derman nake.”
‘ENCAMÊN KU MAFÊ JIYANÊ BINPÊ DIKE’
Çakas bal kişand ser armancên siyasî û piştperdeya dîrokî ya rejîma înfazê ya heyî û bi van gotinan helwesta îdareyên girtîgehê û saziyên tipa edlî rexne kir:
“Nexweş li gel ku nexweş e ji aliyê saziyên tipa edlî ve bi nêrîn û biryarên siyasî nayên berdan; yanî înfaz nayê sekinandin; ji girtîgehê nayê derketin. Ev jî têrê nake, kesek tê dema berdanê, li gel vê yekê jî ev bi destê desteyan jê tê standin. Binpêkirina mafê tenduristiyê yê kes encama binpêkirina mafê jiyanê yekser bi xwe re tîne. Jiyana xwe ji dest nede jî bi binpêkirina mafê tenduristiyê re zemîna binpêkirina mafê jiyanê tê amadekirin.”
‘GAVÊN LEZGÎN HENE KU DIVÊ JI BO MAFÊN TEDAWÎ Û TENDURISTIYÊ BÊNE AVÊTIN’
Çakas ragihand ku ji bo rewşa girtiyên bi nexweşiya giran û bidestxistina mafê tenduristiyê yê girtiyan gavên şênber hene ku divê werin avêtin û got, “Beriya her titşî armanca esasî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk demokratîkbûn, berfirehkirina azadiyê, kêmkirina zextê û bikaranîna demokrasiyê li qadeke berfireh e. Bêyî ku lê bê nihêrîn bê kesek ji ber çi tê darizandin, ji ber çi ceza lê hatiye birîn; divê li gel desteyên tenduristiyê yên serbixwe yên zanistî û dûrî nêrînên siyasî ji aliyê desteyên tipa edlî ve rapor bêne amadekirin. Mijarên; dikare li girtîgehê bimîne yan na, dikare bê tedawîkirin yan na divê li ser zemîneke dûrî polîtîk bê nîqaşkirin û mafê dermankirinê bê pêşkêşkirin.
Ev herdu xusûs divê bê dîtin: Girtiyên nexweş tavilê bêne berdan. Divê were zanîn ku mercên zindanê her kesî nexweş dixîne. Lewma her kesên li zindanê karibin bi hêsanî xwe bigihînin revîre, doktorê pispor, nexweşxaneyên lêkolîn û zanîngehê. Zemînek ji bo vê yekê divê bê afirandin.
Eger ev merc neyên afirandin wê girtîgeh bi dewamî nexweşiyan biafirîne û di encama van nexweşiyan de jî wê mirov jiyana xwe ji dest bidin.”
Di dawiya axaftina xwe de Çakas got, “Bendewariya me ya bingehîn ew e ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bibe yan jî nebe; desteyên zanistî û bêalî bêne avakirin, girtiyên nexweş weke mijareke bazariyê yan jî şertekî polîtîk neyên bikaranîn û yekser bêne berdan. Divê mafê hiqûq, tenduristî û jiyanê bêkêmasî bi lez bi cih bê anîn.”

