Li Taylandê barana ku bi rojan gelekî bariya di 16’ê Îlonê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daxuyaniya hikumetê ku roja Duşemê da, temamiya kesên jiyana xwe ji dest dan li eyaletên rojhilatê welêt bûne qurbanî.
Li gorî daneyên saziya ji rêveberiya Afetê berpirsyar, li Sa Kaeo 5, li Chathaburi 2 û li Saraburi jî kesekî jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku heta niha li paytext Bangkokê agahiyek li ser qurbaniyan nîne. Lê belê bandora lehiyê li hin herêmên bajêr dewam dike.
Di heman demê de li gorî rayedarên rêveberiya Afetê li 27 eyaletên welêt zêdeyî 500 hezar xanî û nêzî 1,7 milyon mirov ji lehiyê bi bandor bûn.
Her wiha lehiyê li paytext Bangkokê zerar da nêzî 52 hezar xaniyan.

