Muzîkjen Yasemîn Goksû der barê rola hunermendan a di aştiya mayînde û demokratîkbûnê de ANF’ê re axivî.
Yasemîn Goksû diyar kir ku muzîk xwedî wê hêzê ye ku wan mesafeyên bi axaftinê nayên derbaskirin di demek kurt de derbas bike û got, “Ez bi salan e bi zimanên cûda stranan dibêjim. Di nava her zimanî de çîrokeke din, êşeke din, şabûneke din heye. Divê êdî hemû welatiyên Tirkiyeyê di nava rewşeke wekhev, azad û di ewlehiyê de xwe hîs bikin û pirrengiyê weke gef neyê dîtin. Ji bo min aştî hinekî jî ev e.”
‘AZADIYA JINÊ JÎ PARÇEYEK AŞTIYÊ YE’
Yasemîn Goksû anî ziman ku tecrubeya jinan a di warê şer û pevçûnan de pir caran tenê bi tiştên li eniyan têne jiyîn re ne sînordar e û wiha berdewam kir “Di malê, malbatê, jiyana zarokan, koçberiyê, xizaniyê û windahiyan de encamên wê yên gelek giran hene. Lê ez naxwazim tevkariya jinan a ji bo aştiyê tenê di nava hevoka “jin bêhtir aştîxwaz in” de asê bikim. Ez difikirim ku divê tecrubeyên cûda yên jinan û destkeftiyên ku di nava jiyanê de bi dest xistine, di nava jiyana me de bêtir cih bigirin. Ji ber ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Zarokek bêyî tirs mezin bibe, dayikek bi ewlehî li pêşerojê binêre û jinek li ser jiyana xwe bibe xwedî gotin jî parçeyek aştiyê ye. Weke jinek û muzîkjenekê ez bawer dikim ku beriya ku bêtir bikevin xefika siyasetmedarên ku ji cudakarî û tundiyê dixwazin, divê em bi lezgînî zimanê xwe biguherînin. Divê em xwe zimanê cudakariyê, biçûkxistinê, hevdu bêdeng dike û vê yekê jî weke maf dibîne dûr bigirin û zimanekî ku guhdar dike, fêhm dike û ji hev re qadê vedike ava bikin.”
‘TENÊ BÊDENGBÛNA ÇEKAN TÊRÊ NAKE’
Yasemîn Goksû bi bîr xist ku bêdengbûna çekan û bi rêya siyaseta demokratîk axaftina pirsgirêkan giring e û wiha domand “Ji ber ku zemîneke bê tundî pêşiya axaftin û bihîstina hev vedike. Lê ji bo min hêvî ne tenê bêdengbûna çekan e. Ez di wê baweriyê de me ku aştiyeke mayînde bi demokratîkbûneke xurtir a ku Tirkiyeyê digire nava xwe pêkan e. Ez welatekî ku ne tenê şer bi dawî bibe, welatekî ku her kes xwe weke hemwelatiyê wekhev hîs bike, karibe nêrîna xwe bi azadî bîne ziman û nasname û çandên pirrengîn xwe di ewlehiyê de hîs bikin, hêvî dikim. Weke hunermendekê bêguman ez nikarim li şûna aktorên siyasî biaxivim. Lê ez dikarim vê yekê bibêjim: Li şûna tundiyê gotin, li şûna çekê û siyaset cih bigire, ev ji bo civakê derfeteke gelekî biqîmet e. Ji bo ku aştî mayînde be, ez difikirim ku ne tenê bêdengbûna çekan, her wiha divê mirov karibin bi hev bawer bin. Riya vê jî di hiqûq, edalet, azadî û welatîbûna wekhev re derbas dibe.”
‘AZADIYA KURDÎ GELEK GIRÎNG E’
Muzîkjen Yasemîn Goksû wiha dawî li axaftina xwe anî, “Hebûna Kurdî û muzîka Kurdî ya di jiyana rojane û di hawîrdoreke çandî ya azadtir de pir girîng e. Ev ji bo hemû ziman û çandên li Tirkiyeyê jî girîng û biqîmet e. Ev ne tiştekî ku jê bitirsin. Ez xeyala welatekî ku hemû çandên Tirkiyeyê bikaribin bi azadî li kêleka hev bisekinin, dikim. Welatekî ku em ji gotina stranan bi zimanê hev netirsin.”

