Bi armanca tevkariya li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kampanya “Ji bo komara demokratîk û aştiyê 1001 îmze” di 12’ê Îlonê de ji raya giştî re hate ragihandin. Ji beşdarên kampanyayê Farûk Eren li ser gavên şênber ên divê ji bo rêveçûna pêvajoyê bêne avêtin ji ajansa me re axivî.
Eren bal kişand ser hinceta xwe ya îmzekirina kampanyayê û got, “Normal rojnamevan aktîvîst nîne. Lê belê rewşa li Tirkiyeyê ji rewşa ‘rojnamevan aktîvîst nîne’ zûdeyî derbas kiriye. Demokrasî di bin êrişeke gelekî giran de ye. Gihîştiye wê astê ku mirov nema kare qala demokrasiyê bike. Di rewşeke bi vî rengî de rojnamevan jî bi nûçe û nêrînên xwe vediguherin aktîvîstan.”
‘NE PÊKAN E KU MIROV BÊ ALÎ BIMÎNE’
Eren destnîşan kir ku nepêkan e mirov li pêşberî pêvajoyê bêalî bimîne û diyar kir ku kampanya li hemberî fikar û gumanên li nava beşên cuda yên civakê pêşniyaran pêşkêş dike. Eren anî ziman ku pêvajo ji bo aştiyê dikare veguhere firsendekê û got, “Li Tirkiyeyê pêvajoyek heye. Hinek jê re dibêje ‘pêvajoya aştiyê’. Desthilatdar dibêje ‘Tirkiyeya bê teror’. Dawiya dawî pêvajoyeke ku nabe mirov bêalî bimîne. Dikare veguhere firsendekê, vediguhere. Piştî ku haya min ji kampanyayê çêbû, dema ku min metin xwend, min îmze kir. Ji ber ku nepêkan e ku mirov li pêşberî vê pêvajoyê bêalî bimîne.
Ya yekemîn, şerek heye ku bi salan dewam dike. Diviyabû ev şer bi dawî bibûya. Ji bo aştiyê gaveke girîng hate avêtin, hîn jî wê gav bêne avêtin. Bêguman têkildarî pêvajoyê gelek mirov bi fikar û guman in. Yanî hem fikarên aliyan heye hem jî yên civakê. Metin jî metneke welê ye ku van fikaran bilêv dike û pêşniyaran dike. Ji ber vê yekê min îmze kir.”
Eren destnîşan kir ku ji bo pêkhatina aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd demokratîkbûn gelekî girîng e û got, ji bo demokratîkbûnê jî gava destpêkê û ya herî girîng berdana bi hezaran girtiyan e. Eren got, “Li girtîgehan bi hezaran mirov ji ber sedemên siyasî têne ragirtin. Beşeke girîng a van girtiyan jî siyasiyên Kurd e, bi sûcdariya endamên rêxistinê hatine girtin. Bi bicihanîna qanûnên asayî, bi pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ev gav dikare bê avêtin.”
‘DEWLET NABE CIHÊ BAWERIYÊ, BI QANÛNEKE ÇARÇOVEYÊ DIVÊ STATU BÊ DIYARKIRIN’
Eren anî ziman ku dewlet pêvajoyê bi giranî dimeşîne, baweriyê nade û qedexeya Kurdî ya li Meclîsê li Dayikên Aştiyê hate ferzkirin bi bîr xist. Eren got, “Aliyê dewletê pêvajoyê gelekî giran dimeşîne û dem bi dem baweriyê nade. Mînak, dema ku Dayikên Aştiyê çûn komîsyona Meclîsê nehiştin ku bi Kurdî biaxivin. Bi astengkirina axaftina Kurdî ya mirovan hûn ê çawa pirsgirêka Kurd çareser bikin?”
Eren destnîşan kir ku divê statuya aliyan zelal bibe, bal kişand ser ‘Mafê Hêviyê’ û anî ziman ku divê çarçoveyeke qanûnî bê danîn. Eren got, “Divê çarçoveya qanûnî bê danîn. Pêwîste statuya aliyan zelal bibe. ‘Mafê Hêviyê’ jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin, Yek ji aliyan ji bo Abdullah Ocalan qala ‘Mafê Hêviyê’ dike ku dewlet muxatab dibîne. Lê belê ne tenê ji bo Abdullah Ocalan. Weke min got bi hezaran hikumxwar hene. Divê ev pirsgirêk jî bê çareserkirin. Welat divê bi rastî jî demokratîk bibe ku em bigihêjin aştiyê û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav karibe bê avêtin.”
Eren ragihand ku têrê nake ku tenê heyet bi destûrê biçe Îmraliyê û got, “Ew tecrîdkirina Îmraliyê, yanî çûyîna hin heyetan tenê bi destûrê têrê nake. Divê hîn bêhtir bê vekirin. Mînak, divê rojnamevan karibin biçin, zanyar karibin biçin, divê karibin danûstandinê bikin. û civak jî bê agahdarkirin.”
‘BELÊ ZEHMET E LÊ EM Ê BICERIBÎNIN’
Farûk Eren anî ziman ku karê mirovên dilxwazê aştî û demokrasiyê zehmet e û axaftina xwe bi van gotinan qedand: “Ji bo aştiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka herî mezin e, ji bo çareseriya pirsgirêkên din divê ev welat bi lez demokratîk bibe û ji binê zextê derkeve. Divê hesta empartiyê ji mirovan re bê dayin. Divê xwe bixe şûna hinekî din û li jiyanê binere. Yanî karê me zehmet e, karê mirovên ku aştî û demokrasiyê dixwaze zehmet e. Lê belê ev derdor ne ew derdor e ku ji têkoşînê sar bibe. Bi salan e li gel ewqas berdêlan jî têkoşîna demokrasiyê û aştiyê dewam dike. Belê, zehmet e lê belê em ê vê carê vê biceribînin. Nebe em ê careke din ji bo demokrasiyê, ji bo aştiyê têbikoşin.”

