Dr. Bogos Yalîm ê ku salên dirêj e li Belçîkayê dijî û bi xebatên xwe yên di nava civaka Ermenî de tê naskirin, têkildarî tecrûbeyên dîrokî yên civaka Ermenî û geşedanên li Tirkiyeyê nirxandin kir. Yalîm diyar kir ku ji ber bîra civakî ya Qirkirina 1915’an civaka Ermenî bi tedbîr nêzî geşedanên li Tirkiyeyê dibe û got, ew destekê didin têkoşîna maf û azadiyê ya gelê Kurd.
Yalîm îfade kir ku di nêzîkatiya civaka Ermenî ya ji bo geşedanên li Tirkiyeyê de bîra dîrokî ya Qirkirina 1915’an diyarker e û got, di bingehê nêzîkatiya bi tedbîr a li pêvajoya aştiyê de bêbaweriya dîrokî ya li hemberî polîtîkayên dewletê heye.
‘DESTKETIYÊN GELÊ KURD ME KÊFXWEŞ DIKE’
Yalîm diyar kir ku di nava civaka Ermenî û Kurdan de pirsgirêkên dîrokî hebin jî, ew piştgiriyê didin daxwazên maf û azadiyê yên Kurdan û destnîşan kir ku ew hurmetê nîşanî mafên gelê Kurd didin. Yalîm got, eger gelê Kurd mafên xwe bi dest bixe ev wê ji bo Ermeniyan bibe geşedaneke erênî.
Yalîm got, “Gelê Kurd eger li wir mafên diyar bi dest bixe, ev wê me kêfxweş bike.”
Yalîm anî ziman ku Tevgera Kurd wê li ser esasê tecrûbeya xwe ya dîrokî û şert û mercên heyî biryar bide û diyar kir ku fikarên civaka Ermenî yên têkildarî pêvajoyê çavkaniya xwe ji tecrûbeyên berê digire.
‘TEVGERA KURD RASTIYA XWE JI ME BAŞTIR DIZANE’
Bogos Yalîm diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji têkoşîna salên dirêj a gelê Kurd cuda nayê nirxandin û îfade kir ku Tevgera Kurd bi xwe dikare herî baş şert û mercên heyî, hevsengiya hêz û qonaxa niha ya têkoşînê binirxîne.
Yalîm wiha got, “Tevgera Kurd rastiya xwe ji me baştir dizane. Lewma yên biryar bidin, ew in.”
‘EGER GUHERTINA BI KOK ÇÊNEBE, GAVÊN BÊN AVÊTIN TÊRKER NABIN’
Dr. Bogos Yalîm diyar kir ku li Tirkiyeyê bi pêvajoya aştiyê re nîqaşên têkildarî zagona bingehîn, demokratîkbûn û mafên esas jinûve hatin rojevê û got, dewlet divê di guhertineke welê re derbas bibe ku hebûna gel û nasnameyên cuda qebûl bike.
Yalîm anî ziman ku tecrûbeyên dîrokî yên civaka Ermenî bandorê li nirxandinên têkildarî vê mijarê dike û bi bîr xist ku di dema dawî ya Împaratoriya Osmanî de nîqaşên azadiyê û reformen zagona bingehîn hatin kirin. Yalîm diyar kir ku piştî bendewariya guhertinê ya têkiliyên navbera rêxistinên siyasî yên Ermenî û îttîhat û Terakkî, Qirkirina 1915’an qewimî û got, vê pêvajoya dîrokî di nêzîkatiya civaka Ermenî ya ji bo polîtîkayên dewletê de şopên kûr hiştiye.
Yalîm bal kişand ser girîngiya ku dewleta Tirkiye bi rabirdûya xwe re hevrû bimîne. Yalîm destnîşan kir ku demokratîkbûn tenê bi sererastkirinên qanûnî yan jî îdarî pêk nayê û diyar kir ku gelên cuda divê nasname û rastiyên xwe yên civakî bên qebûlkirin.
Yalîm bilêv kir ku eger di çêkera dewletê de guhertineke bi kok çênebe, gavên bên avêtin têrker nabin.
‘KURDÎ ÇI QAS AZAD BÛ, DI PERWERDEYÊ DE ÇI QAS CIH GIRT?’
Bogos Yalîm diyar kir ku di nirxandina encamên civakî yên pêvajoya aşitiyê de mafên weke ziman, nasname û perwerdeyê diyarker in û got ku nûnertiya siyasî û îdarî bi tena serê xwe wê pirsgirêkan çareser neke.
Bogos Yalîm anî ziman ku girîng e ku wê daxwazên di encama têkoşîna gelê Kurd a salên dirêj de derketine holê çawa werin dîtin û bi taybetî bal kişand ser mafê zimanê dayikê û perwerdeyê. Bogos Yalîm got: ‘’ Me çi bi dest xist? Kurdî çi qasî azad bû? Kurdî di perwerdeyê de çi qasî cih girt? Ev hemû pirsên gelekî girîng in.’’
Yalîm diyar kir ku bikaranîna Kurdî ya di jiyana rojane û perwerdeyê de ji aliyê parastina zimanê dayîkê û nasnameyacivakî ve mijareke sereke ye û ji têkoşîna têkildarî parastina ziman û çandê ya civaka Ermeniyan mînak dan.
Bogos Yalîm di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku dûrxistina ziman a ji perwerdeyê û jiyana civakî bi demê re bişaftinê kûrtir dike û anî ziman ku yek ji pirsgirêka sereke ya ku civaka Kurd rû bi rû maye bişaftin e.
Bogos Yalîm got ku ji bervê yekê divê mafên weke zimanû çandî di navenda nîqaşên têkildarî aşitî û demokratîkbûyînê de cih bigire.
‘DIVÊ BALDARIYEK MEZIN HEBE’
Bogos Yalîm piştre bal kişand ser paşeroja zêdetirî çil salan a têkoşîna azadiya Kurd û got ku di vê pêvajoyê de bes ne gelê Kurd di heman demê de civakên cuda jî bedêlên mezin dane. Bogos Yalîm îfade kir ku nabeku pêvajoya aşitiyê ji vê tecrûbeya dîrokî cudatir were nirxandin û diyar kir ku divê were lêpirsîn bê ka pêngavên siyasî yên ji aliyê dewletê ve dikevin rojevê bersiva kîjan destkeftiyên civakî yên şênber in.
Bogos Yalîm fikarên xwe yên têkildarî ku heya nêzîkatiyên sereke yên dewletê neguherin wê demokratkbûyîn çawa pêk were anîn ziman û diyar kir ku li gel vê yekê Tevgera Kurd xwedan wî mafî ye ku li gorî şert û mercên xwe biryarê bide û bal kişand ser sînorên nirxandina pêvajoyê ya ji derve.
Bogos Yalîm anî ziman ku divê pêvajo li gel tecrûbeyên dîrokî û şert û mercên heyî were nirxandin û got: ‘’Ez nikarim rastiya li wir bizanibim. Ez serweriya wê nakim. Lê belê tişta ku ez dibêjim ew e ku divê baldariyek hebe. Divê baldariyeke mezin hebe. Tevgera Kurd bi rewşeke pir dijwar re rû bi rû ye.’’
‘PARASTINA ZIMANÊ DAYÎKÊ TEMÎNATA HEBÛNA CIVAKÎ YE’
Bogos Yalîm bişaftina ku civaka Ermeniyan rû bi rû mayî bi bîr xist û got ku windakirina zimanî neqilkirina nasnameya çandî ya ji nifşên nû re dijwar dike. Yalîm diyar kir ku di nava nifşên piştî Ermeniyên piştî Komkujiya 1915’an derbasî Ewropayê bûne de bikaranîna zimanê dayikê kêm bûye û anî ziman ku civaka Ermeniyan bi armanca parastina nasnameya civakî dibistan vekirine û birêxistinbûnên çandî pêş xistine.
Yalîm piştre got ku di zindîhiştina Ermenkiya Rojavayî de civakên Ermeniyan ên li Sûriye û Libnanê roleke mezin girtine ser xwe û diyar kir ku belavbûna van civakan a ji ber şer û koçberiyan bandoreke neyînî li pêşeroja zimanî kiriye.
Yalîm piştre diyar kir ku ew nikarin mamosteyên ku bi Ermenkiya Rojava perwerdeyê bidin, peyda bikin û ji bervê yekê neçar mane ku bi Ermenkiya Rojhilat perwerdeyê didin zarokan. Yalîm destnîşan kir ku divê ev tecrûbeya civaka Ermeniyan ji aliyê Kurdî ve jî were nirxandin û got ku parastina zimanî bes ne meseleya ragihandinê ye di heman demê de ji aliyê berdewamiya nasnameya çandî ve jî girîng e.
Bogos Yalîm di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ziman û çandên gelên cuda dewlemendiyên hevpar ên mirovahiyê ne û got: ‘’Em hemû însan in lê belê yek ji me Kurd e, yek Tirk e û yek Ermenî ye. Em perçeyekî çandekê ne, zimanê me heye û şaristaniya me heye. Ev dewlemendiyên mirovahiyê ne. Ji ber wê yekê divê em wan biparêzin.’’

