Her sal ji deşt û zozanên Mêrdîn, Êlih, Amed, Riha, Sêrt, Şirnex, Wan û Mûşê bi qemyonet û mînîbusan bi rê dikevin. Ev wesayitên ku di nava wan de bi sedan, bi hezaran malbat hene berê xwe didin bexçeyên pirtiqalan ên li Çûkûrovayê, quntarên findiqan ên Derya Reş, zeviyên patatan ên Konyayê, zeviyên pembo û rezên li Egeeyê. Ev malbat beşeke mezin a salê dûrî mala xwe derbas dikin.
Karkeriya çandiniyê ji “qeder” an jî “xizaniya xwezayî” wêdetir pergaleke ku ji ber şerê li Kurdistanê rû da. Gundên ku di salên 1990’î de hatin şewitandin û valakirin, çêrgehên hatin qedexekirin, qadên çandiniyê yên ambargo li ser wan hate danîn bûn sedem ku bi hezaran malbat ji war û heywanên xwe qut bibin. Li gorî daneyên fermî bi hezaran cih û war hatin valakirin. Gundiyên ji warê xwe bûn, li taxên kedkar ên bajaran û deştên çandiniyê veguherîn depoya keda erzan. Ji ber ku herêm ji razemenî, pîşesazî û hilberînê bi zanebûn bêpar hate hiştin, ev dîmen mayinde bû.
Kurdên ku ziman, çanda wan tine tê hesibandin, ji xak û warê xwe bûn û weke keda erzan tê kirîn, li bajarên cuda yên rojavayê Tirkiyeyê neçar têne hiştin ku bixebitin. Karkerên demsalî nuqteyeke welê ye ku nîşan dide zeta dewletê bi mêtingeriya çînî digihêje hev. Ji ber vê yekê ev mesele nikare tenê weke ‘pirsgirêka hiqûqa kar’ bê dîtin.
ANATOMIYA DEMSALEKÊ
Rêwîtî bi giranî bi destê ‘serekekî’ ku wesayita xwe ya neqeydkirî heye, tê birêxistinkirin. Yewmiye, karker hîn berî bi rê bikeve bi bazariya vê wesayitê diyar dibe, komîsyon tê birîn, yê îtiraz bike yan jî bi derengî pere bide hingî zehmet dibe ku sala bê kar bi dest bixe. Tabloya li jêrîn rewşa li her qadê ya demsalê rû dide:
Birêketin û rageihandin: Rêwîtî bi rêya serekên jê re ‘elçîbaşi’ yan jî ‘dayibaşi’ tê gotin, bi peymanên bazariyê û neqeydkirî destpê dike. Karker neçar têne hiştin ku bi wesayitên xetere û qelebalix dest bi rêwîtiyê bikin.
Mercên stargehê: Li qiraxa zeviyan konên ji naylon têne vedan; ava paqij, tiwalet, elektrîk nîne.
Mercên kar: Saetên dirêj bi yewmiya kêm û derengketî têne xebitandin. Sîgorta nîne, bi giştî ewlehiya kar nîne.
Têkiliyên civakî û ewlekarî: Li her devera ku berê xwe didin wê derê li cihêkariyê rast tên. Ji ber ku bi Kurdî diaxivin hedef têne nîşandan û timî bi rîska êrişa nijadperestiyê re rû bi rû dimînin.
JIN Û ZAROK: KEDA NAYÊ DÎTIN
Barê herî giran ê karkeriya demsalî dikeve ser milê jin û zarokan. Jin serê sibehê dikevin nava zeviyan û êvarê jî dema li kon vedigerin dest bi karên malê dikin. Di berdêla vî karî de jî bi giranî mûçeyekî kêmtir werdigirin.
Zarok jî li şûna dibistanê ji bo tevkariyê li hatineya malbatê bikin ji neçarî dixebtin û bi salan ji dibistanê dûr dikevin.
Kurd li cihê ku weke karkerên demsalî diçin wê derê weke kedeke erzan têne bikaranîn.
JI KEDA ERZAN BER BI ABORIYA DEMOKRATÎK VE
Pirsgirêka karkerên demsalî ji avaniya aboriyê ya herêmê nikare cuda bê dîtin. Bajarên Kurdan xwedî deştên berhemdar, çavkaniyên dewlemend ên avê û nifûseke ciwan e. Li gel vê yekê jî li şûna bikaranîna vê potansiyelê, mirov neçarî koçberiyê têne hiştin ku ev yek veguheriye parçeyek ji pergalê.
Cotkarên ku dikarin li gundê xwe hilberînê bikin û berhemên xwe bi buhayekî adîl bifiroşin, nabe ku neçar bê hiştin ku weke karkerên demsalî bixebite. Ev nêzîkatî her wiha xwedî aliyekî ekolojîk e. Di nava pergaleke welê de ku xak û av veguheriye metayê, çandinî yekdest bûye, hem hawirdor hem jî ked tê çikandin.
Sozên ‘razemenî’ û ‘pêşvebirina aboriyê’ ya ku di pêvajoya aştiyê de li ser tê axaftin, eger bêyî tevlîbûna gelê Kurd bikeve meriyetê hingî wê bibe dîmenekî nû yê heman pergala mêtingeriyê.
AKTORÊN NÛ YÊN PÊVAJOYÊ: KÎ DIVÊ ÇI BIKE?
Nabe ku pêvajo tenê ji gavên qanûnî yên desthilatdariyê rê bê hiştin. ‘Civakîbûna’ ku Tevgera Kurd destnîşan dike, nîşan dide ku divê aştî bi destê civakê bê avakirin. Rêveberiyên xwecihî yên demokratîk ji bo karkerên demsaliyê navendên stargeh, şêwirmendî û piştgiriya hiqûqî dikarin ava bikin; sendîka û odeyên pîşeyî dikarin kedkarên çandiniyê bi rêxistin bikin, xebitandina li derveyî qeydê ji aliyê rêxistinên jinan û civaka sivîl ve bê şopandin.
Karên li der çarçoveya hiqûqî ya pêvajoyê yên li Meclîsê dikare bi rengê ku van kedkaran jî vehewîne bê berfirehkirin.
Weke gav jî ev dikare bê kirin:
Statuya qanûnî û garantî: Mafê sendîkabûn, mûçeyê kêmtirîn, sîgortayê yên karkerên çandiniyê yên demsalî bê garantîkirin.
Dawîanîna li sîstema navbeynkariyê: Tevlîkirina mirovan li kar bi rêyên cemaweriyê û zelal bê meşandin û ewlehiya rê bi rêk û pêk bêne kontrolkirin.
Stargeha mirovî: Dawî li pergala kon bê anîn û standartên weke av, tiwalet û eletkrîkê bêne mecbûrîkirin.
Dawîanînan li keda zarokan: Mafê perwerdeyê yê zarokan bê garantîkirin û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê weke parçeyek ji vî mafî bê nîqaşkirin.
Naskirina keda jinê. Mekanîzmayên parastina taybet ji bo jinan, lênihêrîna zarokan û mûçeyê wekhev dikare bê avakirin.
Li Kurdistanê hilberîn û aborî: Piştgirî ji vegera li gund, kooperatîfbûyîn, ekolojîk û modelên hilberînê yên komînal re bê dayin û rola rêveberiyên herêmî li ser bingeha îradeya gel bê xurtkirin.
Hiqûqa li dijî sûcên nefretê: Êriş û cihêkariya etnîkî bê cezakirin.

