Gaziyên parêzgeha Hesekê li hev civiyan û karên xwe nirxandin. Di civîna ku bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir, destpêkê tehlîl û nirxandinên Rêber Apo yên der barê neteweya demokratîk û entegrasyonê de hatin xwendin.
Piştî xwendinê gaziyên mafên axaftinê wergirtin, têkildarî rewşa herêmê axivîn. Piştre jî xebatên xwe nirxandin û ji bo dema pêş divê çawa kar û faeliyetên xwe pêş bixin nîqaş kirin.
Gaziyanbal kişandin ser provokasyonên demên dawî û gotin, “Em weke gelên Sûriyeyê di qonaxeke girîng û dîrokî re derbas dibin. Di vê pêvajoya hesas û dîrokî de em ê weke gaziyên şer ên ji hemû pêkhateyan li hember her cure fitne û xerabiyan yekîtiya xwe xurt bikin. Bila ti kes gumanan neke, em ê rê nedin careke din xerabî serwer bibe. Em ê weke hemû gelên herêmê bi xwişk û biratî bijîn. Di her sazî dezgehên me de wê rengê hemû gel û baweriyan hebe. Me ji bo jiyaneke bi rûmet gelek berdêl dane. Em ê xwedî li berdêl û keda şehîdan û ya xwe derkevin.”
Gaziyan ji bo xebatên xwe yên dema pêş bi serketî bimeşînin jî soza xwe nû kirin.

