Yek ji kesayetên ku mohra xwe danî binê kampanya “Ji bo Komara Demokratîk û Aştiyê 1001 îmze” ku 12’ê Îlonê hate ragihandin hunermend Dîlan Cûdî Sarûhan li ser hunerê û rola hunermend a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivî.
Dîlan Cûdî Sarûhan keça malbatekê ye ku sala 1993’an piştî valakirina gundê wan ji Dihê koçî Stenbolê kir. Di pêşangeha bi navê “Îhtîmaleke Asîman” de me hev dît, ku 22’ê Îlonê destpê kir. Hunermend ku di navbera salên 2017 û 2024’an de li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê hate ragihandin, karên xwe yên li pêşangehê bi vî rengî pênase dike:
“Di berhemên xwe de min qala pêvajoya xwe ya deh salan kir. Di vê pêvajoyê de sê serdemên jiyana min hene. Yek ji wan beriya girtîgeyê, ya din dema girtîgehê û asta xwegihandina azadiyê.”
Dîlan Cûdî Sarûhan diyar kir ku wê karên mûltîdîsîplînî kiriye û di nêrîna hunera wê de bîr, war, azadî, mafên mirovan û ekolojî hene.
‘DIVÊ HUNERMEND PÊVAJOYÊ Û BÎRA PÊVAJOYÊ ZINDÎ BIHÊLE’
Dîlan Cûdî Sarûhan ragihand ku piştî ji girtîgehê derket yek ji têgînên herî girîng ên li ser sekinî azadî bû. Li pêşiya berhema wê ya bi navê “Laş” me dest bi axaftinê kir. Dîlan Cûdî ku di vî karî de dîwar weke metafor bi kar aniye, berxwedana bedenekî di nava dîwêr de dihele nîşan dide.
Li ser sedema tevlîbûna xwe ya li nava kampanya îmzeyan jî Dîlan Cûdî Sarûhan got, “Mixabin hin dem hebûn ku li Tirkiyeyê zêde li ser aştiyê nehate axaftin. Li nuqteyeke welê ku gavên ewçend mezin hatin avêtin, min jî wezîfeya xwe da pêş çavên xwe. Ji ber vê jî diviyabû min jî mohra xwe biavêta binî.”
Dîlan Cûdî Sarûhan ragihand ku weke hunermendekê ew gihîşt wê encamê ku divê bi berpirsyariya civakî rabe û li ser berpirsyariya hunermendan a di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de got, “Bi dîtina min wezîfeyên hunermendan heye ku vê pêvajoyê û bîra pêvajoyê zindî bihêlin, qeyd bikin, qada azadiya fikrî berfireh bikin; li gel vê yekê henek û îroniya hunerê bikin. Nermkirina atmosfera heyî ya hişk yek ji van wezîfeyan e. Ji ber vê jî barekî giran dikeve ser milê me hunermendan.”
‘DIVÊ HUNERMEND DI NAVA GEL DE BE’
Dîlan Cûdî Sarûhan got, “Li nava civakekê ku aştî û azadî lê tê axaftin, em qala asteke welê dikin ku azadiya fikrî nayê astengkirin. Li gel vê yekê, bi dîtina min Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk cihekî welê ye ku piştgiriyê dide hunerê û hîn bêhtir pêşî lê vedike” û destnîşan kir ku huner civakê bi pêş ve dibe, hişê wê diparêze û digihîne çanda wê.
Bi dewamî anî ziman ku divê hunermend bi civakê, bi gel re be û got, “Ji bo vê jî divê wî zimanî peyda bike ku karibe li ser her tiştî biaxive. Dema ku qenaleke bi vî rengî hate vekirin hingî wê rewşeke xweşbîn biafire ku xwe bigihîne civakê, mirovan û her qadê.”
Dîlan Cûdî Sarûhan careke din berpirsyariya hunermendan bi bîr xist û ev bang kir: “Di vê demê de ku herî zêde pêwîstiya me bi aştiyê heye, rol û wezîfe dikeve ser milê me. Em di asteke welê de ne ku divê civak xwedî li hunermendan, hunermend jî xwedî li civakê derkevin. Di demeke bi vî rengî de em li ser parastina aştiyê diaxivin. Parastina aştiyê tiştekî cidî ye û pêwîstiya xwe bi nêzîkatiyeke wêrek heye. Di vê nuqteyê de bang li her kesî dikim ku bi berpirsyariyê rabe.”

