În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir
Jin

Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bi beşdariya zêdeyî 100 delegeyî ji 10 welatan li Hollandayê destpê kir. Ji Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya got, "Em dixwazin aliyên xwe yên kêm diyar bikin û perspektîfa dema nû ava bikin, kêmasiyan ji holê rakin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir ku wê sê rojan karên Jineolojiyê yên 18 salan ên li Ewropayê bêne nirxandin, rola Jineolojiyê ya di avakirina civakî de û modela wê ya rêxistinbûnê ya dema nû bê nîqaşkirin.

Konferans bi dirûşma “Bij Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad” li bajarê Haleen ê Hollandayê pêk tê. Ji Swîsre, Elmanya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Îngilistan, Îrlanda, Spanya û Îtalyayê zêdeyî 100 delege beşdarî konferansê bûn. Delege ji komîteyên Jineolojiyê, nûnerên komîn û meclîsên jinan, dayikên şehîdan, ciwan, çand-huner, çapemenî, bawerî û akademîsyenan pêk tên.

Wêneyên ji sembolên têkoşîna azadiyê ya jinê Sakîne Cansiz, Zeynep Kinaci, Nagîhan Akarsel, Besê Anûş, Viyan Soran, Hevrîn Xelef, Zîlan Pepûlê, Yadê Eqîde, Alîna Sanchez, Ellen Jaedicke li salona konferansê hate daliqandin.

Piştî stranên hunermend Sosin û nîşandaneke ji piştevaniya jinê konferansê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdê Têkoşîna Azadiyê ya Jinê destpê kir. Piştre endama Akademiya Jineolojiyê Elîf Kaya axivî.

Elîf Kaya anî ziman ku Jineolojî bi Jineolojî bi beşdariya jinê ji gel û baweriyên cuda bi pêş ket û got, yek ji armancên bingehîn ên konferansê perspektîfa kar a dema nû ye.

Elîf Kaya beşdar silav kir û rabirdûya 18 salan a Jineolojiyê bibîr xist. Elîf Kaya got, “Em niha di kêliyeke dîrokî de ne. Ji sala 2008’an û vir ve ji Rêber Apo pênaseya Jineolojiyê kir, 18 sal derbas bûn. Îro li vê derê di asta Ewropayê de em yekemîn konferansa xwe lidar dixin ku karên Jineolojiyê dinirxînin.”

Elîf Kaya diyar kir ku Jineolojî weke têgîneke heqîqetê ji roja destpêkê ve ji aliyê jinan, gelên cuda û derdorên cuda yên civakî ve bi coş hate pêşwazîkirin û xwedî lê hate derketin.

‘JINEOLOJÎ LI 7 WELATAN VEGUHERÎ KAREKÎ RÊXISTINBÛYÎ’

Bi dewamî Elîf Kaya anî ziman ku karên Jineolojiyê li Ewropayê gihîştiye asteke girîng got, îro li 7 welatan hatiye birêxistinkirin û li gelek welatan jî pêşî li karên nû vekiriye. Elîf Kaya ragihand ku vî karî zemîn pêşkêşî qadên cuda yên rêxistinbûnê kiriye û got, “Bêguman karekî 18 salan ji bo pêşvebirina zanistekê demeke kurt e. Lê belê dema ku mirov lê vedigerin û dinirxînin, hingî demeke dirêj e. Ev dem di heman demê de bi berdêlên giran derbas bû.

‘HEVÎRÊ JINEOLOJÎ BI KEVNEŞOPIYA TÊKOŞÎNÊ RE BÛYE YEK’

Elîf Kaya bal kişand ser rola jinên pêşeng ên ku bi têkoşîna xwe ji bo pêşketina Jineolojiyê şop hiştine. Elîf Kaya diyar kir ku Sakîne Cansiz, Leyla Agirî, Nagîhan Akarsel, Malda Kosa, Ararat Bawer, Helîn Murat, Îsyan Armanç, Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez), Helîn Karaçox (Ana Campbell) û hevrêyên din ên şehîd mîrateyeke xurt hiştine û got, “Jineolojî bingehê xwe ji vê kevneşopiya têkoşînê wergirtiye.”

Elîf kaya ev tişt jî got:

“Em di rêbazên Jineolojiyê û zanista wê de hezkirina azadiyê ya van hevrêyan, hêviya wan, cesaret û şopên wan ên afirîneriyê dibînin. Hevîrê Jineolojiyê bi vê re bûye yek, bi vî rengî xwe rêxistin kir û bû sazî.”

Elîf Kaya bal kişand ser kursiyeke vala ya li konferansê jî û anî ziman ku hîn jî fikir û têkoşîna jinên pêşeng ên jiyana xwe ji dest dane, ber didin xebatên Jineolojiyê.

Kaya got, “Niha li ser vê kursiya vala tenê wêneyên wan nîne; bi fikir, çalakî, xeyal û hêviyên xwe ji bo afirandina perspektîfa dema nû ya Jineolojiyê bi me re nîqaş dimeşînin. Ez vê ji kûrahî hîs dikim.”

Elîf wateya ku jinên pêşeng tevlî Jineolojiyê kiriye, bi van gotinan îfade kir:

“Wan ruh daye Jineolojiyê. Têkildarî vê yekê Jineolojî hinek jî tê wateya watedayîn û fêmkirinê. Tê wê wateyê ku mirov bi kevneşopiyê re girêdaneke xurt û zanebûn ava bike.”

‘ME ZÊDE QALA PIRSGIRÊKÊN JINÊN KOÇBER NEKIR’

Elîf Kaya ji xeynî asta niha ya xebatên Jineolojiyê behsa aliyên kêm mayî jî kir û got, kapasîteyeke xebatê ya têrker nehate pêşxistin ku her jinek xwe têde bibîne, lêgerîna xwe xurt bike û bersiva pirsên xwe bibîne. Elîf Kaya diyar kir ku pirsgirêkên jinên koçber jî weke rojeveke esas nehate nirxandin.

Elîf Kaya got, “Bi vê konferansê re em armanc dikin ku aliyên xwe yên kêm derxin holê û perspektîfa dema nû bi hev re ava bikin.”

‘EM PERSPEKTÎFA XEBATA XWE YA DEMA NÛ DIYAR BIKIN’

Elîf Kaya, diyar kir ku yek ji armancên sereke yên konferansê, diyarkirina modela rêxistinkirina Jineolojiyê û diyarkirina perspektîfa xebatê ya dema nû ye. Elîf Kaya, bal kişand ser girîngiya nîqaşên ku dê di atolyeyan de werin kirin.

Elîf Kaya, da zanîn ku amadekariyên konferansê bi tevkarî û keda qadên cuda hatine meşandin û wiha got, “Di vê çarçoveyê de meclîsên jinan, komîteya avakirina qada civakî, çapemenî, ADM, Akademiya Zanista Civakî, xebatên Konfederalîzma Jinan, peywendiyên derve û qadên hevgirtina demokratîk di nîqaşên amadekarî de cih girtine.”

Elîf Kaya, anî ziman ku rexne, dîtin û pêşniyar hatine nirxandin û di avakirina atolyeyan de gelek hevrêyan berpirsiyarî girtine ser milên xwe. Elîf Kaya, li ser navê Koordînasyona Jineolojiyê spasiya hemû kesên ku ked dane kir.

Elif Kaya, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser derfetên beşdariyê û got: “Ji ber şert û mercan, em neçar man ku hejmara beşdarên konferansê bi sînor bikin. Me nekarî gelek hevrêyên ku dixwestin beşdar bibin û ked dabûn vê têkoşînê vexwînin. Jineolojî xebatek e ku her jineke li pey azadiyê ye, bi dil û hişê xwe hîs dike û hewl dide ku fêm bike. Hêvîdar im di demên pêş de em bi çalakiyên cuda derfetên hevdîtin û xebata bi hevrêyan re zêdetir bi dest bixin.”

Konferans bi xwendina peyaman berdewam kir.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HALEEN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir
Nûçeya Pişt re Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Serdana konê sersaxiyê ya ji bo şehîdên HRE’yê hate kirin

Xelkê kantona Tebqa û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê serdana konê sersaxiyê ya şehîdên HRE’yê…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikûmeta Demkî rûspiyekî Elewî girt

Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê li herêma Sehil El Xab rûspiyekî Elewî girt.

Ji aliyê Stêrk TV

Dibe ku Îran û Hîzbûllah ji ’24 heta 48 saetan’ li Îsraîlê bixin!

Li gorî malpera nûçeyan a Axiosê, DYE'yê îdîa kir ku Îran û Hîzbûllah dibe ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?