În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Bayindir di civîna gel de axivî: ‘Êdî em ji bo çareseriyê hêzek in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê êrîşên provokatîf ên li Hesekê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 roj in agahî ji hunermend Jîna Ehmedî nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin
Jin

Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

Jinên beşdarî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê bûn karên bi salan, astengiyên rû dan û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Konferansa Jineolojiyê Ewropayê ku bi dirûşma “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana komînal û azad ve” li bajarê Haelen ê Hollandayê tê lidarxistin, bi rûniştina yekemîn a bi sernavê “Jineolojî: Li ser bingeha azadiyê zanista avakirina nasnameya jinê” dewam kir. Di rûniştinê de tecrûbe, destektî û kêmasiyên karên Jineolojiyê yên li Ewropayê hatin nirxandin û perspektîfên dema nû hate destnîşankirin.

Di destpêka rûniştinê de li ser karên komîteyên Jineolojiyê yên li Ewropayê sînevîzyonek hate nîşandan.

Di vegotina bi dîmen de hate ragihandin ku Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku sala 2014’an li Kolnê hate lidarxistin, di pêşvebirina karên Jineolojiyê de bi roleke girîng rabû. Her wiha hate gotin, bi konferansên li Parîs û Stockholmê re zemîneke nîqaşê ya hevpar a navbera jinên li welatên cuda hate afirandin.

Ji perwerdeyan heta bi semîner, komên xwendinê û karên xwecihî karên di çarçoveya Jineolojiyê de li Ewropayê hatin lidarxistin yek bi yek hatin vegotin û hate ragihandin ku karên kampê ji bo jinan veguherîn qadên tecrûbekirina hilberînê, wergirtina biryarê ya bi hev re.

Bi dewamî hate gotin, ji sal a2019’an û pê ve li welatên cuda yên Ewropayê komîteyên Jineolojiyê û komên lêkolînê hatin avakirin û hate destnîşankirin ku li Swîsre, Elmanya, Fransa, Îngilistan, Îtalya, Swêd, Norwêc, Katalonya, Welatê Baskê, Îrlanda û Skoçyayê karên perwerde, lêkolîn û rêxistinbûnê tecrûbeyên nû derxistin holê û gavên girîng da avêtin.

ALIYÊN KÊMMAYÎ Û PÊWÎSTIYÊN SERDEMA NÛ

Endamên Komîteya Jineolojiyê Sarah Marcha û Necîbe Qeredaxî rêxistinbûna komînan û rêbaza kar, aliyên kêmmayî û pêwîstiyên serdema nû vegotin.

Necîbe Qeredaxî li gel delegeyan hemû jinên ku li her qada jiyanê ked dane karên Jineolojiyê silav kir û anî ziman ku karê wan di nava bêderfetiyê de destpê kir û bi demê re kadroyên xwe afirand.

Necîbe Qeredaxî anî ziman ku karên Jineolojiyê di çarçoveyeke komînal de dûrî hiyerarşiyê li ser bingeha yekîtiya pratîkê hate meşandin û diyar kir ku divê demê de li hin astengiyên dogmatîzmê rast hatin.

Ji bo pirsa “Em ê ji ku destpê bikin?” ya moderator, Necîbe Qeredaxî ragihasnd ku bi zêdekirina amûrên weke vegotina çîrokan, dîroka devkî, huner, şano û muzîkê dikarin xwe bigihînin hîn bêhtir jinan.

Endama Komîteya Jineolojiyê destnîşan kir ku Jineolojiyê li dijî pozîtîvîzma Ewropayê berxwedaneke gelekî xurt afirandiye û asteke nû daye têkiliyên navbera jin-mêr û civakê.

Necîbe Qeredaxî got, “Jineolojî weke çemekî ye ku rêya xwe diyar dike” û anî ziman ku konferans wê bigihêje armanca xwe.

PÊDIVIYA CIVAKÎBÛN Û RÊXISTINBÛNA MAYÎNDE

Sarah Marcha jî diyar kir ku Jineolojî li ser bingehê modernîteya demokratîk xwe rêxistin dike. Sarah Marcha îfade kir ku Jineolojî ne tenê li ser esasê komkirina agahiyan e û got, asta hest û hîs jî bingehên vê zanistê ava dikin. Sarah Marcha têkildarî tarz û rêbazên xebata komîteyan agahî dan.

Sarah Marcha destnîşan kir ku li Ewropayê xebatên Jineolojiyê tecrûbeyeke girîng afirandiye, tevî vê yekê jî ev tecrûbe naveguhere rêxistinbûnên mayînde û domdar.

Sarah Marcha diyar kir ku xebatên Jineolojiyê gelek caran bi fealiyetên enternasyonal re sînordar dimîne û bilêv kir ku komîteyên herêmî carna ji xebatên meclîsê serbixwe pêş dikevin. Sarah Marcha ragihand ku li hin welatan ji bo avakirina komîteyên di nava çêkera civakî de, gav hatine avêtin û destnîşan kir ku divê ev tecrûbe belavî qadên hîn berfirehtir bên kirin û domdar bibe.

Sarah Marcha anî ziman ku asta civakîbûnê ya xebatan jî divê were nirxandin û bilêv kir ku lêkolîn ji bo fêmkirina rastiyên herêmî yên li Ewropayê tevkariyê dikin. Sarah Marcha îfade kir ku encamên lêkolînê divê bigihije derdorên hîn berfirehtir û destnîşan kir ku divê têkiliya navbera koordînasyona hevpar û xweseriyên herêmî were xurtkirin.

Sarah Marcha diyar kir ku Konferansa Jineolojiyê ya Ewropa ji bo nirxandina hevpar a tecrûbeyê, nîqaşkirina kêmahiyan û diyarkirina wezîfe û berpirsyariyên dema nû wê zemînekî girîng ava bike.

JINAN VEGUHERÎNA XWE YA BI JINEOLOJIYÊ RE VEGOT

Di dewama rûniştinê de 10 delegeyên ku ji welat, çand û beşên jiyanê yên cuda hatine, derketin ser dikê û behs kirin ku Jineolojî ji bo wan çi îfade dike, di jiyana wan de bandoreke çawa ava dike û ji bo kîjan veguherînan tevkariyê dike.

Delegeyan anî ziman ku wan bi saya Jineolojiyê li dijî kapîtalîzmê hêza têkoşînê bi dest xistine û diyar kir ku Jineolojiyê baweriya wan a ji bo çareserkirina pirsgirêkan xurt kiriye û ew hîn zêdetir nêzî Rêber Apo kirine. Delegeyan spasiya kedkarên Jineolojiyê kir.

Piştre peyama bi dîmen a ji Abya Yala hatî şandin, hate temaşekirin. Dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin.

Piştî rûniştina yekemîn di beşa piştî nîvro ya konferansê de wê bi sernavê “Ji bo avakirina jiyana demokratîk û komînal rola Jineolojiyê” 7 xebatên atolyeyê bên lidarxistin. Tê armanckirin ku di atolyeyan de nîqaş bên meşandin û biryar were dayîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!
Nûçeya Pişt re Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Alimên olî: Di pêvajoyê de samîmiyet û edalet divê!

Meleyan diyar kir ku di pêvajoyê de divê durustî û edalet esas be û gotin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Serdegirtina li ser navenda RJAK’ê: Bila biryara girtinê were betal kirin

Li Silêmaniyê tîmeke asayîşê bêyî biryara dadgehê bi ser navenda Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Endamê CPT’ê Osman: Dewleta Tirk daristanên Behdînanê talan dike

Endamê Rêxistina CPT’ê Kameran Osman ragihand ku dewleta Tirkiye dest bi pêngaveke mezin ya talankirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

50 sal ceza ji Maduro û hevjînê wî re hate xwestin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

NATO: ‘Kapasîteya me ya leşkerî ji ya Rûsyayê gelekî mezintir e’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Muxafizên Şoreşê yên Îranê bi çekên giran êrişê dibin ser zozanên Kurdistanê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?