Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê û endamên saziyên sivîl, cenazeyê Endama Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şehîd Zehra Xelef Şêx Ehmed a ku di 12’ê Cotmeha 2026’an de dema li ser erka xwe şehîd bû, spartin axê.
Merasîm li Pekrewangeha Şehîd Dijwar a li gundê El Dawidiyê ya li gundewarê Hesekê bi amadebûna endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn pêk hat.
Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Meryem Hisên axivî û got: “Kesayeta şehîd Zehra temsîla hemû şehîdên azadî û rûmetê dike, Zehra bi kar û xebatê xwe ewlehî û aştî li herêmên xwe ji bo şêniyan pêşkêş kir, heta dawiyê em ê li pey şopa wê bin.”
Endama Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mana Elî jî wiha anî ziman: “Jina têkoşer bi îradeya xwe ya azad, hêz û berxwedana xwe ya li hemberî hemû astengiyan hêza xwe da nîşandan. Jinan hebûna xwe ya di nava refên Hêzên Ewlekariya Hundirîn de îspat kir û berdêl dan.”
Merasîma veşartinê bi xwendina wesîqeya şehadetê ya şehîd Zehra û radestkirina wê ji bo malbatê bi dawî bû.
Cenazeyê Şehîd Zehra Xelef Şêx Ehmed li Pekrewangeha Şehîd Dijwar spartin axê.

