Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Bila ev konferans zanîna jiyana azad mezin bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê êrîşa li dijî pakrewangehan şermezar kir
Rojava

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Cizîrê êrîşa li dijî pakrewangehan şermezar kir

Meclisên Malbatên Şehîdan ên li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa, Hesekê, Dirbesiyê û Girkê Legê êrîşa li dijî Pakrewangeha Şêxmeqsûdê şermezar kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Cotmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Destdirêjiya li Pakrewangeha Şêxmeqsûd hatiye kirin, ji aliyê Meclisên Malbatên Şehîdan ve hate şermezarkirin.

Li bajarê Qamişloyê daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisê Rozan Sarîk û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Meclisê Ehmed Hemo ve hate xwendin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê jî daxuyanî li Pakrewangeha Şehîd Dijwar da û ji aliyê rêvebera Meclisê Cîhan Xelîl ve hate xwendin.

Li bajarê Girke Legê daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajaroka Rimêlan bi zimanê erebî û kurdî ji aliyê endamên Meclisê Dîlber Abdullah û Beşîr Elî ve hate xwendin.

Li bajarê Çilaxayê daxuyanî ji aliyê endamên meclisê Kerîma El Ehmed û Ahîn Şiwêş ve hate xwendin.

Her wiha li Amûdê daxuyanî li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn, endamên Kongra Star, endamên saziyên sivîl û malbatên Şehîdan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endama Kongra Star Ceylan Yûsif ve hate xwendin.

Li bajarê Tirbespiyê jî daxuyanî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan hate dayîn. Endama Meclisê Hesîna Silêman û Berxwedan Temo bi zimanê kurdî û erebî xwendin.

Li bajarê Dêrikê jî Meclisa Malbatên Şehîdan li pêşiya navenda xwe daxuyanî da. Daxuyanî bi zimanê kurdî û erebî ji aliyê endamê Meclisê Mehmûd Resûl ve hate xwendin.

Herî dawî li bajarê Dirbêsiyê Meclisa Malbata Şehîdan daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endamên Meclisê Cînan Mihemed û Îbrahîm Hisên bi kurdî û erebî hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Mezinahî û rûmeta civaka me li ser xwîna şehîdan hatiye avakirin. Em wek Meclisa Malbatên Şehîdan, êrîşa reş û qirêj a ku beriya du rojan li ser Şehîdgeha taxa Şêxmeqsûd a Helebê çêbûyî û bi taybetî li ser gora Şehîd Şervan Heleb hatî kirin, bi tundî şermezar dikin.

Ev kiryar bi ti awayî nayê qebûlkirin! Êrîşkirina li ser gor û wêneyên şehîdan, ne tenê êrîşeke li ser avahiyekê ye, lê êrîşeke rasterast e li ser pîroziyên me û rûmeta vî gelî. Tişta ku dilê me bêtir diêşîne ew e ku ev êrîş ne ya yekem e; berê jî li Şehîdgeha Şehîdan a li Şeddadê û li çendîn bajarên din heman kiryarên gemar li dijî wêne û gorên şehîdên me hatibûn kirin.

Dubarebûna van kiryaran nîşan dide ku di parastina van cihên pîroz de xemsarî heye. Ji ber vê yekê, em bang li sazî û berpirsiyarên dosyaya (entegrasyonê) dikin ku berpirsiyariya xwe hilgirin û tixûbekî deynin ber van kiryaran. Divê bi lezgînî lêpirsîneke zelal bê vekirin, berpirsên van êrîşan bêne dîtin û bi awayekî eşkere û li ber çavên raya giştî bêne darizandin da ku bibin dersek ji bo her kesê ku dest dirêjî nirxên şehîdan dike.

Em ji hemû gelê xwe re radigihînin ku gor û bîranînên şehîdan pîroziyên me yên herî mezin in û em ê heta dawiyê xwedî li keda wan derkevin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Cenazeyê şehîd Zehra li Hesekê hate veşartin
Nûçeya Pişt re Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di lêpirsîna Kovara Lemanê de ji bo 4 kesan daxwaza girtinê

4 kesên ku di lêpirsîna Kovara Lemanê de hatibûn binçavkirin, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Myanmarê cuntaya leşkerî wê zêdeyî 6 hezar girtiyan berde

Li Myanmarê cuntaya leşkerî ragihand ku ji ber cejna neteweyî di çarçoveya efûya ku her…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partî li Curnê Reş xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne

DEM Partî li Curnê Reş xebatên xwe yên hilbijartinê ku dê di 2’yê Hezîranê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Cenazeyê şehîd Zehra li Hesekê hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?