Gerîlayên azadiyê bal kişandin ser girîngî û wateya meha Cotmehê di nava dîroka têkoşînê de û şehîdên pêşeng ên jin bi bîr anîn. Gerîlayên HPG’ê Cûmalî Ararat mîrateya têkoşînê ya Azîme, Canda, Ronahî (Andrea Wolf) û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) bi bîr xist û destnîşan kir ku li cîhanê xwedî li xeta azadiya jinê tê derketin.
Gerîlayê HPG’ê Cûmalî Ararat diyar kir ku meha Cotmehê ji aliyê artêşbûna jinê û kevneşopiya berxwedanê ve xwedî cihekî girîng e û têkildarî mijarê ev nirxandin kir:
“Di têkoşîna me de her meh xwedî wateyekê ye. Meha Cotmehê jî di dîroka me ya têkoşînê û artêşbûna jinê de meheke bi wate ye. Meha berxwedanê ye. Dema ku mirov bala xwe didin ser dîrokê, dibînin ku di vê mehê de ku wateya xwe mezin e, rol û mîsyona hevrêyên me yên jin ên di kevneşopiya têkoşînê de di asta pêşengiyê de ye. Mînak, heval Azîmze, heval Canda û heval Ronahî Alman (Andrea Wolf). Hevala Ronahî hevaleke entrasyonal bû. Fikir û felsefeya Rêbertî bandoreke mezin lê kir. Hevala Ronahî teslîmÎ dijmin nebû û dijmin gule li bedena wê reşand û gihîşt şehadetê.
Wekî din fermandara pêşeng a artêşbûna jinê û sembola vê mehê hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) heye. Li eyaleta Xakurkê teslîmî hêzên PDK’ê nebû û şehîd bû. Hevrê Bêrîtan ji bo me bû xetek û mîrateyek. Em îro li ser xeta hevrê Bêrîtan dimeşin.
Di dîroka Kurdistanê de gelek mînakên bi vî rengî hene. Li Dersim, Koçgirî, Agirî û Kela Dimdimê di berxwedanê de jinên Kurd bi sekna pêşengiyê rabûn. Di dîroka rêxistinê de hevrê Bêrîtan pêşengî ji vê re kir.
Di dîroka Kurdistanê de serweran nirxên gelê Kurd tine hesibandin û jiyaneke ku gel heq nekiriye lê ferz kirin. Ji ber vê yekê hevrê Bêrîtan bi ser vî fikirî û zîhniyetê ve çû û li hemberî banga ‘teslîm bibe’ teslîm nebû û bersiveke mezin da xeta xiyanetê. Li hemberî teslîmiyetê jiyan ji xwe re kir esas û di dilê me de ye.”
Gerîlayê HPG’ê Cûmalî Ararat anî ziman ku xeta azadiya jinê ya di şexsê Bêrîtan de ji aliyê Rêber Apo ve hate afirandin li cîhanê deng vedaye û got, “Îro ne tenê jin her wiha mêr jî li pişt dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dimeşin. Ev dirûşm veguherî manîfestoyekê ku li devereke din a cîhanê weke wê nehatiye dîtin. Ev qîrîna azadiyê û dilxwaziya azadiyêya li dora guherînê bi saya têkoşîna bi dilxwazî ya gelek hevrêyên me yên di vê oxirê de şehîd bûn, PKK û Rêber Apo pêk hat.
Eger em hevala Bêrîtan baş nexwînin û rast analîz nekin em ê nikaribin li ser xeta wê azad bibin. Em ê nikaribin bersivê bidin xeyalên hevrêyên xwe yên şehîd û armancên ku wan di oxira wê de canê xwe feda kirine nikaribin bi ser bixînin.
Xeyala herî mezin a hevrêyên me yên şehîd jiyaneke bi Rêber Aapo re, jiyana gelê Kurd a bi aramî li xaka xwe, nasnameyeke azad bû. Li ser vî esasî em ê hewl bidin hêjayî şehîdên me yên pêşeng ên jin bin, hêjayî xeta nasnameya jin a azad a hevala Bêrîtan bin û xeyalên wan pêk bînin.
Her wiha di şexsê şehîd Delal Amed, şehîd Berwar Dersim û şehîd Bêrîtan Nûrhak de bi rêzdarî em bejna xwe li pêşberî bîranîna şehîdên şoreşê hemûyan ditewînin û soza xwedîderketina li hevrêtiya wan didin.”
Gerîlayê HPG’ê Ferman Penaber jî anî ziman ku meha Cotmehê ji bo wî û gerîlayên azadiyê bi wate û girîng e û got, “Di şexsê hevrê Bêrîtan de şehîdên azadiyê yên Kurdistanê hemûyan bi bîr tînim û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînim. Di vê mehê de gelek hevrêyên me yên fedaî û qehreman şehîd bûn. Di dîroka me ya partiyê de hevalên me yên pêşeng ên weke Besê, Azîme, Bêrîtan, Zîlan, Sema, Sara, Ddelal Amed û Leyla Sorxwîn hene. Dibe ku hin ji van hevalan di vê mehê de şehîd nebûn lê belê ew pêşengê me ne. Bîranîna wan di dilê me de zindî ye.
Hevala Bêrîtan di Cotmeha 1992’an de li eyaleta Xakurkê li dijî hêzên mêtinger û xiyanetê berxwedan ji xwe re kir esas. Di xeta Rêber Apo de, di xeta jinê ya berxwedêr de xwe kûr kiribû. Zîhniyeta mêr ê serwer xwest ku îradeya jiyana azad a jinê bişikîne. Lê belê hevrê Bêrîtan serî netewand û li dijî wê zîhniyetê li ber xwe da, teslîmiyet red kir. Her tim rêya berxwedanê hilbijart û xeta Rêber Apo hilbijart. Ji bo me her tim bû sembolek. Em ê her tim li ser rêya wê bimeşin.
Wê demê hêzên mêtinger ên dixwestin Kurdistanê talan bikin, dixwestin êrişî îradeya azad a Kurdistanê û gerîla bikin. Li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin hate kirin. Ev kevneşopiya berxwedanê heta roja îro dewam dike. Ji ber vê jî xeta jin a azad her tim ji bo me bû mînak. Xeta azadiya jinê xeta Rêber Apo ye. Di xeta fedaîtiyê de gihîşt asta herî bilind. Me ev yek di sala 1996’an de di şexsê hevrê Zîlan fermandara me ya efsanewî de dît. Hevrê Zîlan li hemberî dijminê mêtinger di dilê dijmin de çalakiya fedaî kir. Kêliyekê bi tenê jî teredut nekir.
Me jî ti carî teslîmiyet qebûl nekir. Di xeta berxwedan û têkoşînê de em ê heta şaneyên xwe yên dawî têkoşîn û berxwedanê dewam bikin. Heta ku Rêberê xwe ji aliyê fîzîkî ve azad bike em ê bêdudil têbikoşin. Ji bo dîtina Rêberê xwe û jiyana pê re divê di asta herî bilind de em têbikoşin. Lewma em ê ti carî nesekinin. Em ê hîn bêhtir têkoşînê ji xwe re bikin esas û di xeta Rêber Apo de xwe kûrtir bikin.
Di şexsê hevrê Bêrîtan de şehîdên meha Cotmehê û şehîdên Kurdistanê hemûyan careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza ku me dane wan dubare dikin. Em ê heta serketinê têkoşînê dewam bikin. Em dibêjin ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’.”

