Her sê welat bi vê peymanê re dixwazin hevkariya xwe ya parastinê pêş bixin, da ku hêza xwe ya ewlehiya herêmê xurtir bikin.
Li Yemenê piştî ku Hûsiyan bi fûzeyên balîstîk êrîşî Erebistana Siûdî kirin, wezîrên karûbarên derve û serfermandarên giştî yên van her sê welatan li Riyadê hatibûn cem hev.
Piştî civînê biryar hat girtin ku hêz û kapasîteya leşkerî ya li ser wê hatî lihevkirin, bi lez bişînin Erebistana Siûdî.
Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di daxuyaniya xwe ya 8’ê Cotmehê de gotibû ku ev peyman ji bo parastinê ye. Fîdan, diyar kir heke êrîş li ser welatekî ji van pêş bikeve, yên din dê alîkariyê bidinê. Her wiha gotibû ku Tirkiye di çarçoveya vê peymanê de ji bo êrîşkirina welatekî din leşkeran naşîne.
Wezareta Parastina Millî, jî ragihand ku şandina hêz û kapasîteya leşkerî dê di çarçoveya destûra bingehîn û qanûnan de be û got ku ji bo vê yekê divê TBMM erê bike.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di peywendiyeke bi telefonê de ya bi Welîehdê Mîrê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman re êrîşên Hûsiyan şermezar kir û got ku Tirkiye dê li cem Erebistana Siûdî be.
Serokê DYE’yê Donald Trump jî di heman rojê de diyar kir ku ew difikire Tirkiye dikare piştgiriya leşkerî bide Erebistana Siûdî.

