Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Kenan Altûn ku piştî 30 salan hate berdan, anî ziman ku kiryarên li girtîgehan fikarên li ser pêvajoyê zêde dikin û got, “Divê dawî li polîtîkaya mijûlkirinê bê anîn û gavên bi lez û cihê baweriyê bêne avêtin.”
Gerîla Roj Bêkes fermandar Bêrîtan bi bîr anî û anî ziman ku Bêrîtan di şexsê xwe de artêşbûna jinê ava kir. Roj Bêkes got, “Di roja îro de bi hezaran Bêrîtan çêbûne û xeta fermandara mezin Bêrîtan Hêvî ji xwe re esas digirin.”
Çawişê pispor ê berê Mûsa Orhan ku ji ber “êrişa destavêtinê” ya li hemberî îpek Er beriya niha bi 10 salan hate cezakirin, vê carê jî di doza bi sûcdariya “hewldana zexta xwekuştinê” beraat kir.
Enternayonalîst a Îtalî Anna R., ragihand ku divê jinûve xwedî li têgînên aştî û demokrasiyê bê derketin û işaret bi girîngiya jiyana komînal û azadiya jinê kir. Anna R. destnîşan kir ku azadî bi têkoşîna hevpar dikare bê afirandin.
Li Herêma Kurdistanê ji sala 1992’an û vir ve cara nehemîn kabîne hate avakirin. Li gel ku 720 roj di ser hilbijartinên 20’ê Cotmeha 2024’an re derbas bûne, hîn jî hikumet nekariye ava bibe. Hikumeta heyî ya bi serokatiya Mesrûr Barzanî wezîfeya xwe dewam dike.

