Kenan Altûn ku 30 salan li girtîgehê hate ragirtin, çend roj berê ji Girtîgeha bi Tîpa L a bi Hejmara 1’ê ya Maltepeyê hate berdan. Altûn ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk coşeke mezin da gel û girtî bi xurtî xwedî li pêvajoyê derdikevin.
Altûn ragihand ku hin nêzîkatiyên desthilatdariyê dibe sedema fikaran û ji aliyê pêşveçûna pêvajoyê ve işaret bi girîngiya rewşa li girtîgehan kir.
‘KIRYARÊN LI GIRTÎGEHAN TÊKILDARÎ PÊVAJOYÊ DIBIN SEDEMA FIKARAN’
Altûn bal kişand ser kiryarên li girtîgehan û got, “Bi rastî jî fêhmkirin û vegotina vê yekê ji gel re ne hêsan e. Hevalên ku salên dûr û dirêj li girtîgehê dimînin, hevlaên me yên extiyar gelekî zehmetiyê dikişînin. Mînak, li girtîgeha ez jê hatim Alî Riza Yûrtdaş mînakek e. 84 salî ye. Di vê pêvajoyê de li gelk ku gelek caran çû Tip a Edlî, li gel ku raporên xwe hene bi rengekî kêfîı rapora ‘dikare li girtîgehê bimîne’ jê re hate dayin. Gelek mînakên bi vî rengî hene.
Ji bilî hevalên nexweş, hevalên me hene ku çi pênc salan, çi deh salan, herî dawî jî di ser sih salan girtî hene. Bêyî ti sedemê, ti mantiqê, ti hincetê bi rengekî kêfî ji biryara îdare û desteyan re hatine hiştin.
Yanî çawa ku îro ‘pêvajoya aştiyê’ çawa ku ji mekanîzmayeke biryarê ya weke ‘Desteya Ewlekariya Mîllî’ re hatiye hiştin, çarenûsa bi hezaran hevalên me jî ji ‘Desteyên Ewlekariya Mîllî yên biçûk’ ên li girtîgehan hatine avakirin re hatiye hiştin. Bi rastî jî ev yek li nava derdora me, li nava gelê me dibe sedema fikar û nerazîbûneke mezin.”
‘RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ NIKARE BI ÎNÎSIYATÎF TEVBIGERE, NÊZÎKATIYEKE NAVENDÎ HEYE’
Altûn nerazîbûn nîşan da ku deriyên Îmraliyê hîn jî nehatine vekirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Li gel nêzîkatiya Birêz Abdullah Ocalan ewqasî erênî ye jî di şexsê wî de hîn tecrîdek heye. Hîn jî nekariye xwe bigihîne gelê Tirkiyeyê, li pêşiya ragihandina nêrînên xwe yên têkildarî aştiyê ji bo gelê me astengî hene. Ev weke şantajekê, weke gefekê li hemberî gelê me, li hemberî hevalên me yên li girtîgehan dewam dikin.
Di vê pêvajoyê de yek ji nuqteyên din ên balkêş nêzîkatiya kêfî û tolhildanê ya li hemberî hevrêyên me yên jin e. Di serî de Sîncan li gelek deveran bêyî ti mantiqê hevalên me weke ‘sûcekî’ nû bi 8 mehan, 9 mehan cezayê dîsîplînê li wan tê birîn û hevalên me girtî têne hiştin. Ez jî nû derketim. Ya rast, em van fikaran li derve jî dibînin. Ev kiryarên li girtîgehan divê tavilê bi dawî bibin.”
Kenan Altûn destnîşan kir ku eger ev kiryarên desthilatdariyê bi dawî bibin wê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li nava civakê hîn bêhtir deng vede û got, “Nêzîkatiyên kêfî yên rêveberiyên girtîgehê bi înîsiyatîf nîne. Em zanin ku înîsiyatîfa wan nîne. Nêzîkatiyek ji navendê heye. Ti hinceta vê nîne. Eger Wezareta Edaletê talîmatê bide yan jî di vê mijarê de talîmatê werbigire, gelekî hêsan e. Mirovên ku cezayê dîsîplînê li wan nehatiye birîn çima nayê berdan? Bi kîjan hincetê?
Hikumet ku ji aliyekî ve dixwaze ku gerîla dakeve deştê, li aliyê din hevalên ku sih salan li girtîgehê mane bi gotina ‘Tu nikare derkeve derve, tu di nava ahengiyê de nîne, tu nikare bi civakê re bibe yek, yan jî tu poşman e?’ nêzîk dibe. Ev nêzîkatî bê wate ye, ti eleqeya xwe bi pêvajoyê re nîne, dibe sedema nerazîbûnan û nîşan dide ku dibe wesîleya xerabûna baweriya bi pêvajoyê re. Em dixwazin ku tavilê dest ji vê yekê bê berdan.”
‘DIVÊ POLÎTÎKAYA MIJÛLKIRINÊ BI DAWÎ BIBE’
Kenan Altûn anî ziman ku aştî ji bo Kurdan û civaka Tirkiyeyê gelekî girîng e, ji bo civakîbûna pêvajoyê divê gavên bi lez, bi biryar û cihê baweriyê bêne avêtin û got, “Bi rastî jî zehmet e mirov sedemên vê polîtîkaya mijûlkirinê fêhm bike. Yanî ev hesabê çi ye? Kîjan hesabên biçûk dikare derkeve pêşiya vê projeya aştiyê ya mezin? Ti hinceteke vê nabe. Hesreteke aştiyê ya ji sed salî heye. Atmofereke ku gel bi hev re di nava azadiyê de bijîn hatiye afirandin, divê ev bê xurtkirin. Çavên cîhanê, tevahiya Rojhilata Navîn li vê erdnîgariyê ye. Lewm nêzîkatiyên kêfî û ji rêzê nayên fêhmkirin. Daxwaz û nêzîkatiya me zelal e û ev gav divê bi lez bêne avêtin.
Pêşengê avakirina siyaseta demokratîk heval, hevrêyên me yên li girtîgehan e. Ev ew hevalên me ne ku dikarin li derve bi rengê herî baş pêşengiyê ji vê re bikin. Pêvajoya aştiyê pêvajoyeke mezin e, pêvajoyeke bi rûmet e. Kadroyên vê jî pêşengên vê jî hevalên me ne ku li girtîgehê ev pejirandine. Ev rewş ne tenê eleqeya xwe bi Kurdan re heye, divê ji her beşên civaka Tirkiyeyê re jî bê vegotin.
Nêzîkatiyên bi vî rengî yên mijûlkirinê roj bi roj li nava civakê dibe sedema nerazîbûnekê. Banga me û hêviya me ew e ku bêyî hincetek bê peydakirin, hevalên me yên dikarin pêşengiyê ji vê pêvajoyê re bikin û di salên dûr û dirêj de di nava mercên her cûre zextê de hatine ragirtin, tavilê bêne berdan. Rê û rêbazeke din a vê yekê nîne.
Temînat û garantiya pêvajoya aştiyê valakirina zindanan e. Divê girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi lez bêne berdan û pêvajo ji vê derê bê destpêkirin.”

