Endama Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan têkildarî şehîdên Rojhilat daxuyaniyek da. Daxuyaniya Mûrat Karayilan bi vî rengî ye:
“Ez bi taybetî ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî silavên xwe pêşkêş dikim. Di vê serdema dawî de, şehîdên me yên çêbûyî û yên me eşkere nekirî, komek heval ji Rojhilatê Kurdistanê jî. Ez bi navê Rêveberiya Tevgera me û bi navê Biryargeha me ya Navendî van hevalên ku niha em di vê demê de radigihînin, ji bo malbatên wan hemûyan sersaxiyê dixwazin. Carek din ji bo tevahî gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê em sersaxiyê dixwazin.
Van hevalên hêja, şehîdên qehreman di şexsê rêheval Arteş (Mihemed Fewzî) û rêheval Sîla (Zehra Îsmaîlî) de em bi rêzdarî, bi hurmet, bi minet bi bîr tînin; li hember bîranîna wan serê xwe ditewînin. Soza me dayî wan, sozê rêhevaliyê em dubare dikin. Em ê di soza xwe de girêdayî bin û heya dawiyê xem û xeyalên wan ji bo bikin heqîqet, doza wan ji bo bi ser bixînin, têbikoşin, têkoşîna wan bi ser bixînin. Wisa wan bikin kesên nemir.
Hevalên hêja, malbatên bi rûmet;
Şehîdên di vê demê de em radigihînin, hemû jî bi destanên qehremanî gihiştine şehadetê. Weke me anî ziman, bi rastî pir bi wate ye. Her bijî ji her malbateke ku egîdên wisa gihandî. Silav ji dayik û bavê ev egîd gihandiye silav ji wan re.
Yanî ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan tevahiya Kurdistanê, berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û bi ruhekî fedayiyane tevgeriyayî, xwedan sekneke pîroz û hêja ye. Sekneke paqij e, berî hemû tiştî. Qet berjewendiya xwe tê de nîne, xwe ji bo welatê xwe feda dike. Ji vê hêjatir tiştek nîne. Ji bo wê jî ev hevalên me hemû hevalên hêja, bi rûmet in. Em li hember bîranîna wan serê xwe ditewînin; lê belê wan bi şehadeta xwe peyam ji me re hiştin, divê em wê peyamê pêk bînin.
Weke me berî jî anî ziman ji Rojhilatê Kurdistanê her çiqas tevlîbûn hîna di 89’an de jî destpê kiribe, lê belê bi esasî di serdema Komploya Navneteweyî li hember Rêber Apo pêk hatî de, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê rexmî ku tu xebateke me ya rêxistinî di nav de tune bû jî, rabû ser piyan. Wê çaxê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê serhildanên çêbûyî, xwepêşandanên pêşketî, bi şêwazekî fedayiyane û di asteke bilind de, bi rastî cihê teqdîrê bûn yanî. Wê çaxê tevahî rêhevalên me û tevahî gelê me pê hesiya ku pişta me heye, Rojhilatê Kurdistanê heye.
Diyar e xelkê me yê Rojhilatê Kurdistanê rol û mîsyona serokê xwe baş dizane. Hîna di serdema Qazî Mihemed û Ebdulrehman Qasimlo û vir de, rol û mîsyonê serokan çi ye, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê baş dizane. Diyar e ji bo wê esareta Rêber Apo pir girîng dît û wisa rabû ser piyan. Ev sekneke pir hêja û pir cihê rûmetê bû. Ji wê çaxê û şûn ve beşdarbûna nav refên gerîla ji Rojhilatê Kurdistanê hîn zêde bû.
Divê di vir de hevalên li Rojhilatê Kurdistanê têkoşîn meşandî û gihiştin şehadetê weke Doktor Afat û weke hevalê Dilxwaz jî ji bîr neke. Carek din hevalê Şivan Gever bi salan li wir xebat meşandin, keda wan jî heye. Û bi vî hewayî beşdarbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê nav refên me hîn zêde bi pêş ket. Û hevalên ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî gerîla bûyî pir zû bi gerîla re yekbûnî çêkir û wisa zû pêş ketin. Gelek heval pir demkurt wisa êdî rol hilgirt, erk hilgirt; hem jî di şert û mercên herî zor û zehmet de.
Nimûne, hevalê Simko, gelê me baş nas dike; Heta heya Behra Reş çû, li Behra Reş erkê fermandariyê girt. Ango ji ber fedakariya xwe, cesareta xwe li wir erk girt. Carek din hevalê Rêzan Cawîd, di 2003’yan de beşdarî bû, ama kesekî zana bû, xwende bû, pir zêde kedkar bû, bi cesaret bû, wêrek bû; ji bo wê di nav refên me de zû bilind bû. Erkê Hevserokatiya KODAR-PJAK girt. Yanî wisa ciwanên Rojhilat dema ku fikr û ramanên Rêber Apo dinasin, dixwînin, pir zû pê re dibin yek.
Li ser vî esasî pêşveçûna wan bi tempoyeke hîn xurt dibe. Heval Hîwa Sine, hevalekî li Botan, li Erzirom şoreşgerî kir, fermandarî kir. Li Kobanê, di berxwedana Kobanê de cih girt. Wek fermandarê eyaletê bû, li wir gihişt şehadetê. Xwedan ked bû. Heval Rênas Seqiz bi heman şêwazî; kadroyê eyaleta Erziromê bû. Li wir bi salan ma, ked da. Carek din vegeriya Rojhilatê Kurdistanê de ked da. Dû re çû Rojavayê Kurdistanê, bi keda li wir dayî bû fermandarê eyaletê; ji bo wê dijmin kir hedef. Bi rastî hevalên wisa ji Rojhilatê Kurdistanê me pir nas kirin. Heval Mizgîn Ronahî, hevalek ji Rojhilatê Kurdistanê, endamê hêza taybet, fermandarê Zapê bû, wisa bi berxwedaneke mezin gihişt şehadetê. Heval Egîd Rojhilat, hevalekî ji Îlam bû, ew jî endamê hêza taybet bû, gelek erkên di tevgera me da esas û girîng pêk dianîn. Li dijî DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê, Kerkûkê rolê girîng lîst û ew jî wisa bi berxwedana Metîna wek fermandarê herêmê bû, yê eyaletê bû gihişt şehadetê.
Heval Ronahî, Şîrîn Elemhulî, Ferzad, Ferhat û heval Soran, li hember sêdarê serê xwe netewandin û li ber xwe dan, yanî giştî kadroyên ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî nav refên me bûn, wisa cihêk xwe çêkirin. Bi keda xwe, bi cesareta xwe, bi fedakariya xwe, bi wêrekiya xwe, peşî li xwe vekirin, roleke wisa di têkoşîna me da, va hevalan lîst. Welatekî û milletekî ew qas egîdên dikane ava bike, ew millette, wê bikaribe xwe azad bike. Min çend nav da, gelek hevalên wisa hene. Ji nava derketin, di refên me de wek fedayiyên Apoyî, rolê girîng lîstin. Em wan hemûyan bi rêzdarî, bi hurmet, bi bîr tînin. Her yekî destanek ava kir û wisa gihiştin şehadetê.
Ew şehîdên ku em niha radigînin, ew jî hemû wisa ne. Bi taybetî ew şehîd bi giranî yên 10 salên dawî ne. Şerekî wisa, dijwar û li hember teknolojiya serdemê îradeyeke dîrokÎ hate nîşandan. Van hevalan di berxwedaneke bi vî rengî de cih girtin. Her dayik û bavên ew egîd gihandine dikarin bi wan serbilind be. Wan di mala xwe de egîd gihandine, perwerde kirin, terbiye kirin, ew bi berpirsyariya xwe hesiyan, wisa biryara xwe bi dilê xwe girtî, hatî çiyayê Kurdistanê Bakur, Başûr, an jî Rojava, têkoşiyan. Û bi şêwazekî destanî gihiştî şehadetê. Va diyar dike ku ew ne kesên ji rêzê ne, bi rastî egîdên bijarane. Lewma malbatên wan di vê bi van egîdên xwe her tim serbilind û şanaz bin.
Hevalên hêja, malbatên bi rûmet, gelê xwe yê xweşewîst,
Roja îro, tevahiya herêma me di şerekî de ye û bi taybet Îran giştî û Rojhilatê Kurdistanê, di qonaxeke pir hesas û girîng da derbas dibe. Pêwîstiya Rojhilatê Kurdistanê çi ye û çi tê xwestin em dizanin, lê belê em dizanin ku civakeke ku wisa kesên hêja ji nav xwe derxistî û wisa bûye xwedan pêşeng, ew civak, dikare li hember her zorî û zehmetiyê bibe bersiv. Di vir de ya girîng, mirov pala xwe nede kesî, xeta sêyem a Rêber Apo esas bigire û mirov bi xwe bawer bike. Tişta herî girîng, divê ku civaka me, li hemû beşên Kurdistanê, bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê, bi hêza xwe bawer bike. Tecrûbeya wê heye, tecrûbeya serhildana Jin, Jiyan, Azadî, ne tecrûbeke hindik bû. Sekna vî çaxî jî hatî diyar kirin, ne sekneke ji rêze bû. Em bawer in li ser hîmê tecrûbeya we bi xwe, eger hûn xwe tevbigerin, bi rêxistin bikin, hûn ê bikaribin her tiştî bikin. Divê mirov ji bîr neke, civaka bi rêxistinkirî her tişt e, lê civaka ne birêxistinkirî qet tiştek e. Ji bo wê, pêwîst e hûn di nava xwe de xwe bi rêxistin bikin, ango yekîtiya xwe ava bikin. Her gundek, her taxek, her deverek, bi hev re hevkar bin, alîkar bin, li hev xwedî derkevin. Niha zor û zehmetiya madî pir zêde ye. Divê xwedî li hev derkevin, hevkarî hebe, tevkarÎ hebe û ya girîng rêxistin hebe. Yanî mirov xwe bi rêxistin bike, eger ku mirov xwe bi rêxistin bike, mirov bibe îrade, wê demê mirov ê karibe bibe hêza herî mezin. Ji bo wê ye ku di vê serdema girîng de tiştê herî herî pêwîst ew e ku gelê me li xwe xwedî derkeve. Yanî çavê xwe ne ji kesî derve bibe, bi xwe xwe bike hêz û îrade. Va jî weke me got, bi rêxistin dibe. Civakên xwe bi rêxistin kirine, kes nikare wan ji armanca wan dûr bixîne. Ji bona wê divê li her derê li ser hîmê şehîdên qehreman danî, di şopdariya wan de û li ser hîmê perspektîfa rêxistina civakî ya berfireh, divê mirov tevbigere, wisa têbikoşin.
Em bawer in ji bo gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê siberojeke bedew bi wê pêş bikeve, ji ber ku gelê me niha diyar dibe, li xwe xwedî derdikeve; çi li ku derê bike, dizane. Saziyên şoreşgerî jî hene. Di vê derheqê de em tiştekî nabêjin. Saziyên şoreşgerî eger ku erkê xwe di wextê de pêk bînin û rolên pêwîst bilîzin, wê çaxê hîn zêde pirsgirêk çareser bibin û pêşiya pêşveçûnê vebibe. Li ser vî esasî divê xelkê me tevbigere û xwe birêxistin bike û bike îradeyek ku nakeve. Ev ya gengaz e ku bibe, ne ku tiştekî nabe. Kesên bêçare kî ne? Ew kes in ku xwe bi rêxistin nekiriye, tifaqa xwe ya civakî tine ye. Her civaka ku tifaqa xwe ya civakî heye, her tim di bin şert û mercên herî zehmet de dikare bersiv pêş bixîne. Îro tiştê ku tê xwestin ji bo gelê me, gelê Kurd, ew e.
Weke hûn dizanin niha li Bakurê Kurdistanê, pêvajoya çareseriya demokratîk di rojevê de ye. Rêber Apo ev pêvajo ji bo serxistina dozê guncaw dît û xist rojevê. Her çiqas niha hin pirsgirêk di meşandina pêvajoyê de hebin jî lê belê ev stratejiya nû teqez wê tevgerê mezin bike. Ew tenê ne ji bo Bakur e, ji bo tevahiya Kurd mijareke Kurdistanê ye. Rêber Apo dibêje, ez dixwazim ji bo Kurdan cihekî, warekî çêbikim. Niha li Rojhilatê Navîn ji bo me Kurdan cih, warekî azad nîne. Weke neteweyên din bi rengekî wekhev û li ser xaka xwe bi azad bijîn. Cihekî bi vî rengî pêwîst e. Hewldan hemû ji bo vê ye. Ji bo vê yekê xebatên niha Rêber Apo dimeşine, di cewherê xwe da xebateke neteweyî ye. Em bawer dikin bala hemû gelê me jî li ser e.
Di vê çarçoveyê de divê em hîn zêde li nirxên xwe xwedî derkevin, nirxên me herî mezin şehîdên me ne. Şehîdên me roja me ne, siberoja me ne û kaniya hêza me ne. Divê em li dora şehîdan kom bibin, li ser xeta şehîdan bibin yek, wisa em şehîdên xwe bikin kesên nemir, wisa em wan tacîdar bikin.
Ji bo em layîqê wan bin, divê em doza wan bimeşînin. Hemû malbatên hêja, malbatên şehîdan wek malbatê me ne, divê qîmeta xwe bizanin, lê divê li ser xeta şehîdên qehreman ked bidin, hewldanê xwe hebin. Wisa di civakê de xwedî cih û war bin. Bi vê hêviyê û armancê, ez careke din ji bo tevahiya malbatên me yên hêja, malbatên şehîdên qehreman, sersaxiyê dixwazin, serfirazî dixwazin û di şopdariya şehîdên qehreman de teqez em ê bi ser bikevin. Û bila her kes bi vê bawer be; doza van qehremanên hêja, rêya me ronahî dike. Em ê vê yekê bibin encamê û serketinê. Li ser vî esasî em dibêjin şehîd namirin, şehîd namirin, şehîd namirin, bi xatirê we.”

