Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar li navçeyên Bazarcix, Ekînozu û Elbistanê yên Mereşê beşdarî rêzebername û civînên gel bû. Gelek welatî tev li civînê bûn.
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser rola dîroka înkarê ya meclisê û wiha axivî: “Meclis ew der e ku înkar û tunekirina Kurdan li wir hate pejirandin. Di pirsa Kurd de partiyên siyasî heta duh jî hemû di heman xetê de bûn û di bin biryarên operasyonan de îmzeya wan hemûyan hebû. Lê îro cara yekemîn e ku li wê Meclisê hemû partiyên siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatine cem hev. Ev ne tenê serkeftina partiyan e, di serî de serkeftina vî gelî ye ku tu carî ji azadî, zarok û axa xwe venegeriya ye.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî Kurdan û nêzîkatiya li hemberî xwezayê, jinan û elewiyan ji hev ne cuda ye û axaftina xwe wiha domand: “Pirsgirêka herî mezin a vê welatî pirsgirêka Kurd e. Pirsgirêka Kurd ne tenê meseleya çekberdanê ye. Ji ber ku piştî ku çek ji dewrê derkevin, pêdiviya her du aliyan jî bi hiqûq û qanûneke welê heye ku bi kar anîna çekan rawestîne. Êdî cîhan hemû hebûna Kurdan qebûl dike lê divê ev hebûn ji gotinê derkeve û bi rêya qanûn û hiqûqê bikeve bin temînatê.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser bêbaweriya li hemberî desthilatê û helwesta li dijî çareseriyê û wiha got: “Bêbaweriya li hemberî AKP’ê mafdar e lê divê dijberiya AKP’ê veguhere dijberiya çareserkirina pirsgirêka Kurd. Îro desthilatdariya AKP’ê ji pirsgirêka Kurd mezintir nîne. Weke din, meseleya ku ka dê kî bibe serokkomar jî ji çareseriya aştiyanê ya pirsgirêka Kurd ne girîngtir e.”
Çîgdem Kiliçgun Uçar têkildarî rola Rêber Apo ya di pêvajoyê de jî destnîşan kir ku li Îmraliyê berxwedaneke bê hempa heye û wiha bi dawî kir: “Dewlet hewl dide vê meclisê yan vê pêvajoyê tenê wekî ‘desteya çekberdanê’ bi nav bike. Lê Birêz Ocalan diyar dike ku ‘Hûn nikarin tenê daxînin asta çekberdanê; ev di heman demê de Desteya Aşitî û Siyasetbûnê ye’. Ji bo ku ev pêvajo nebe milkê aliyekî û bi hev re bi rê ve bibe, bawer bikin ku li Îmraliyê li ser wê masê têkoşîneke gelekî giran tê meşandin.”
Civîna gel piştî pirs û bersivên li ser polîtîkayên dewletê yên li ser baweriya elewiyan bi dawî bû û şande piştre derbasî Elbistanê bûn û li Cemxaneya Komeleya Çandê ya Haci Bektaş Veli tev li civîneke din bûn.

