Çarşem, 11 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran çalakî: Girtiyên nexweş berdin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê xwest ku gavên hiqûqî bên avêtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şervanê YPG’ê Bariş Karasû bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK û Tevgera Nifşê Nû serî li Dadgeha Federal da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ziman û Aştiyê’ ya li Amedê: Bila nasname, ziman û çanda Kurd bê naskirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Heqî…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kaniya Şehîd Zinar tasek ava sar

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Makû bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Jîna Ehmed bi kefaletê hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kolombiyayê di 9 mehan de herî kêm 118 cînayetên jinan qewimîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolîvyayê qetlîamên jinan bû 70

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di panela li Dortmundê de jinan banga xwedî derketina li pêvajoyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dortmundê panela ‘Jin, Aştî û Elewîtî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanogerên Amedê yên li Kobanê: Em ê bi çand û hunera xwe sînoran rakin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin
Rojane

Pascal Torre: Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser pêvajoyê dewam bikin

Dîroknas Pascal Torre anî ziman ku demokratîkbûn nebe aştiyeke mayinde jî nabe û got, "Heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan gumanên li ser îradeya serxistina vê pêvajoyê ya li Tirkiyeyê wê dewam bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ku bi banga Rêber Apo destpê kir, nîqaşên li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd dewam dikin. Her wiha gavên siyasî û hiqûqî yên ku divê dewleta Tirk biavêjin û berpirsyariyên civaka navneteweyî di rojevê de ne. Hevserokê Komeleya Fransa-Kurdistan (France-Kurdistan) û dîroknas Pascal Torre Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û girîngiya azadiya Rêber Apo ji bo aştiya mayinde, her wiha berpirsyariya Ewropayê ya di vê pêvajoyê de ji ANF’ê re nirxand.

https://video.anf-news2.com/live/firat/7ec315f5_20261110002142_2026-11-10-cenevre-pascal-torre-abdullah-ocalanin-ozgurlugu-baris-iradesinin-gostergesidir_1.mp4

Pascal Torre diyar kir ku ev pêvajo gelekÎ girîng e, eger bi ser bikeve dikare bibe destpêka serdemeke nû û got, “Li gel vê yekê di nava tevgera Kurd de nûbûnên stratejîk û îdeolojîk ên gelekî girîng pêk hatin. Ev nûbûn beriya her tiştî ji ber mercên têkoşîna çekdarî ye. Lê belê di heman demê de û ya herî girîng jî ji ber îradeya çareseriyeke siyasî ye ku demeke dirêj e bi şênberî datîne holê.” Torre bi bîr xist ku mafên siyasî û çandî yên Kurdan bi dehan sal in nayên naskirin û bingeha pirsgirêkên lê rast hatin jî ev e.

‘DEMOKRATÎKBÛN NEBE AŞTÎ JÎ NABE’

Li gorî Pascal Torre PKK salên dûr û dirêj ji bo gelê Kurd bû garantiyek. Torre got, “Abdullah Ocalan bi rengekî gelekî rast anî ziman ku dema rêxistinên çekdar ên derveyî dewletê êdî derbas bûye. Êdî pêwîstî bi wê yekê heye ku destketiyên siyasî yên bêhempa yên gelê Kurd ku bi têkoşîneke mezin hate bidestxistin û mafên wan divê bêne naskirin, ji vê jî girîngtir divê bandoreke saziyî bê kirin ku Tirkiye ji bingehê ve demokratîk bibe.

Ev herdu mesele ji hev cuda nikare bê dîtin. Demokratîkbûn nebe aştî jî nabe. Li gorî min banga ku Abdullah Ocalan kir, wateya xwe di vir de ye. Ev bang bersivê dide meseleyên bingehîn ên vê serdemê.”

‘OCALAN HETA KU LI GIRTÎGEHÊ BE ÇAWA DIKARE MUZAKEREYÊ BIMEŞÎNE?’

Pascal Torre destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di navenda muzakereyan de ye û nirxandina xwe bi vî rengî dewam kir: “Abdullah Ocalan xwedî otorîteyeke siyasî ya welê ye ku mînaka wê nîne. Divê sûd ji vê otorîteya siyasî bê wergirtin.

Meseleya duyemîn jî ev e: Muxatabê sereke yê muzakereyên aştiyê heta ku li girtîgehê be wê çawa karibe van muzakereyan bimeşîne? Bêguman ev yek astengiyeke girîng e. Li gorî min, nuqteya sêyemîn a diyarker jî ev e: Eger lihevkirineke mayinde ya aştiyê pêk were -ku hîn em gelekî dûrî vê ne- ji bo bicihanîna vê lihevkirinê ji bilî Abdullah Ocalan kî dikare garantî bike? Lê, nikare vê ji girtîgehê bike.

Bi dîtina min argumana herî diyarker ev e: Li gel destpêkirina muzakereyan ragirtina Abdullah Ocalan li girtîgehê nîşan dide ku gelê Kurd nayê naskirin. Ji ber ku bersiva ku dewleta Tirk dide bersiveke polîsî ye.

Dixwazim vê bibêjim. Rewşa ku niha Ocalan di nav de ye bi rengekî şênber diyaloga mirovên nabihîze radixe pêş çavan. Dewleta Tirk pêvajoya aştiyê tenê ji perspektîfa ewlekariyê dinirxîne û vê meseleyê dadixîne asta têkoşîna li dijî ‘terorîzm’ê. Ji ber vê jî li hemberî Tevgera Kurd polîtîkaya zextê, leşkerî û polîsî dewam dike. Me ev yek di dûrxistina şaredaran a ji wezîfeyê de jî dît.”

Dîroknas Torre bi bîr xist ku li cîhanê gelek pêvajoyên aştiyê hene û got, “Mirov dikare mînakên Efrîkaya Başûr, Îrlanda Bakur, Kolombiya û gelek mînakên din binirxînin. Li gel rageşiya navbera aliyan a demên bihurî ji bo destpêkirina pêvajoeyke aştiyê pêwîstî bi baweriya ji hev heye. Her wiha divê herdu alî ji bo pêşveçûnê îradeyê nîşan bidin.”

‘BÊDENGIYA EWROPAYÊ ŞAŞITIYEKE CIDÎ YE’

Li ser helwesta Ewropayê jî Pascal Torre ev nirxandin kir, “Hikumeta Fransayê û Yekîtiya Ewropa di vê mijarê de daxuyaniyekê nadin. Halbûkî eger Fransa û Yekîtiya Ewropa dixwaze bi rolekê rabe, ev rol divê teşwîqkirina çareseriya şer û pêkanîna hiqûqa navneteweyî be. Lê belê Fransa û Yekîtiya Ewropa niha li pêşberî pêvajoyê bêdeng in. Ev şaşitiyeke gelekî cidî ye. Em jî weke France-Kurdistan hewl didin ku ji bo piştgiriya bi pêvajoyê hêzên cuda bixin nava liv û tevgerê. Û hejmara van hêzan jî gelekî zêde ye.

Hevserokê Komeleya Fransa-Kurdistan bi bîr xist ku PKK’ê xwe fesix kiriye, lewma ti wateya xwe nîne ku êdî PKK weke ‘rêxistineke terorê’ bê dîtin û destnîşan kir ku Kurdan bi temamî berê xwe dane rêya aştiyane û demokratîk, rastiya siyasî ya heyî ev e, lewma hikumetên Fransa û Ewropayê divê vê rastiyê ji xwe re bikin esas.

‘KURD TEMSÎLA FERASETEKE AŞTIYÊ YA MODERN DIKIN’

Pascal Torre got, Kurd feraseta aştiyê ya erênî temsîl dikin ku nîşan didin ku aştî ne tenê nebûna şer e û got, “Ev feraseteke aştiyê ya modern e. Feraseteke welê ye ku yên din nas dike, cihêrengiyan qebûl dike û bingeha civakeke hîn mirovî datîne. Ya ku îro pêwîstiya me pê heye ev civaka hîn mirovî ye.”

‘AZADIYA OCALAN WÊ BIBE NÎŞANEYA ÎRADEYA AŞTIYÊ’

Pascal Torre di dawiya axaftina xwe de careke din bi bîr xist ku Abdullah Ocalan di navenda vê pêvajoyê de ye û got, “Berdana wî ji aliyê îardeya serxistina pêvajoyê ve wê bibe nîşaneyeke gelekî erênî. Lê belê heta ku Abdullah Ocalan neyê berdan wê fikarên li ser serxistina vê pêvajoya li Tirkiyeyê dewam bikin. Li gel vê yekê gelek hêzên demokratîk û pêşverû hene. Em îro vê li cîhanê dibînin. Li Sirbistan, Brezîlya û gelek welatên din ên cîhanê serketina hêzên pêşverû pêk hat.

Lewma ji bo pêkhatina aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ji her devera cîhanê dengê demokratîk dikare bilind bibe. Peyama ku Kurd didin jî ev e.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rêxistinên mafên mirovan ji bo dermankirina Zeyneb Celaliyan bang kirin

Ji herêmên cuda yên Îranê û cîhanê 22 rêxistin û 12 aktîvîstên mafên mirovan bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

Di Kombûna Cihêrengî û Jinan a Pirneteweyan a Navneteweyî ya 39'emîn de ku di navbera…

Ji aliyê Stêrk TV

Dîcle Ayşegul Sayyîgît: Kuştina jinan polîtîkayeke qirkirinê ya bi rêk û pêk e

Endama Desteya Rêveberiya Komeleya Jinan a Rosa Dîcle Ayşegul Sayyîgît işaret bi zêdebûna kuştina jinan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Piştî bi salan di bîranînê de gihîştin hev

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 11’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Komkujiya karkeran a li Habaşê hate protestokirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ÎHD’ê ya Hatayê: Ji bo aştiyê divê di pênc xalan de gavên lezgîn ên demokratîkbûnê bên avêtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?