Komeleya Çand, Yekîtî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda kirine (MEBYA-DER) bernameya bîranînê ya du rojan a şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd ên salên 1990’î lidar xist.
Gelek malbat beşdarî bîranîna 19 şehîdan bûn. Malbatan diyar kirin ku ji bo wan gelekî girîng e ku piştî bi salan karîbûn taziyeya xizmên xwe dînin û xwestin, gorên xizmên wan ên şehîd bêne dîtin û karin serdana goran bikin.
Malbatan ragihandin ku divê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve û xwestin, êdî şer bi dawî bibe û malbatên din heman êşê nekişînin.
‘EZ DIXWAZIM ZANIBIM BÊ GORA KKURÊ MIN LI KU YE’
Senîha Yolay anî ziman ku kurê wê Siyabend (Şahabettîn) Yolay sala 1994’an tevlî nava PKK’ê bû, di sala 1998’an de şehîd bû û diyar kir ku ji roja ku çû wê nekarî agahiyê ji kurê xwe bigire û piştî bi salan karîbûye taziyeya xwe dîne.
Yolay got, ew dixwaze zanibe bê gora kurê wê li ku ye û divê êdî xwîn nerije û aştî pêk were.
Senîha Yolay got, “Kurê min got, wê biçe dibistanê çû û careke din nehat. Em hîn bû ku di sala 1998’an de şehîd bûye. Ji wê rojê û pê ve me nekarî agahiyê jê werbigirin. Min gelekî pirsî, lê belê nekarî agahiyê ji kesî werbigire. Îro piştî 30 salan me taziye danî. Ez dixwazim zanibim bê gora kurê min li ku ye. Weke dayika wî yekane daxwaza min ev e.
Ji bo me gelekî girîng e ku piştî bi salan taziyeya wî dînin. Şer bi salan dewam kir. Divê pêvajoya aştiyê bi ser bikeve û êdî mirov nemirin. Em malbat aştiyê dixwazin, naxwazin ku canê kesî bişewite û kes jiyana xwe ji dest bide.
Em malbat îro xwedî li nirxên xwe derdikevin. Çi dibe bila bibe me ew qet ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin. Rijandina vê xwînê ku 50 sal in dewam dike divê êdî bisekine.”
‘PIŞTÎ 33 SALAN EM CAREKE DIN RONDIKAN DIBARÎNIN’
Fîlîz Bayram a beşdarî bîranînê bû, anî ziman ku birayê wê Mekîn Bayram (Çiya Dilbirîn) sala 1992’an beşdarî nava PKK’ê bû û di sala 1994’an de şehîd bû.
Bayram ragihand ku li gel salên di ser re derbas bûne wan êşa xwe nekarîne ji bîr bikin û destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê de divê êdî gavên şênber bêne avêtin.
Bayram diyar kir ku ew dixwazin goreke birayê wê hebe, qet nebe karibe serdana gorê bike û got, “Birayê min çû, ez naxwazim ku êdî kes bimire. Divê pêvajoya aştiyê bi gavên şênber êedî bikeve meriyetê. Bila êdî canê kesî neşewite, êdî bes e.”
Piştî 33 salan em taziyeya xwe datînin û jinûve rondikan dibarînin. Her tişt ji bo me weke doh e. Ti dayik, ti xwişk û bira şehîdên xwe ji bîr nake, wan rojan ji bîr nake. Me ne êşa xwe ne jî yên ji dest dan ji bîr kir.
Divê şer êdî bisekine, dengê tank û topan bisekine. Heta niha her tişt bi serê me ve hat, lê êdî divê aştî bê vê xakê. Aştiyeke durust divê bikeve meriyetê.
Em dixwazin goreke wan hebe, dixwazin zanibin ku hestiyên wan li ku ne. Qet nebe em dixwazin carekê biçin serdana gora wan. Ne tenê em, daxwaza hemû malbatên weke me ev e.”
‘DAXWAZA YEKANE YA MALBATAN SERDANA GORA ZAROKÊN XWE YE’
Rêveberê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç jî anî ziman ku gelê Kurd bi dîtina êşên giran û têkoşînê gihîşt vê astê û ragihand ku lidarxistina bîranîna ji bo malbatan gelekî girîng e.
Kiliç diyar kir ku malbat piştî bi salan taziyeya xizmên xwe datînin û got, daxwaza herî mezin a malbatan ew e ku zanibin gora zarokên wan ku ye û serdana gora zarokên xwe bike.











