Nivîskar Mukkades Erdogdu Çelik bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê ji ajansa me re axivî û bal kişand ser hevpariya navbera tundiya dewletê, tundiya mêr û têkiliya têkoşîna jinê bi aştiya civakî re.
Mukkades Erdogdu Çelik bi bîr xist ku Înîsiyatîfa Jinê ya ‘Pêwîstiya min bi aştiyê heye’ ku ew bi xwe jî endama wê ye, ji bo civakîkirina Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo û destnîşankirina rola esasî ya jinan a di vê pêvajoyê de hatiye avakirin.
Di axaftina xwe de ragihand ku jin di vê pêvajoyê de ne tenê li ser siberojê her wiha li ser rabirdûyê jî diaxivin û veguherîna dîrokî ya serweriya mêr bi vî rengî kurteber kir:
“Kuştina jinan ku di jiyana mirovahiyê de hîn jî dewam dike û tundiya mêr a li dijî jinê, şêweyê herî şênber serweriya mêr e. Li gel vê yekê bi pergaleke welê hîn zindî bûye ku serweriya mêr bi serê xwe veguheriye sîstemekê; bûye parçeyekî aborî, civakî û siyasî yê sîstemê, xwe berdaye nava hemû aliyan, lê bi cih û serwer bûye.”
Mukkades Erdogdu Çelik diyar kir ku avaniya ku îro bi navê serweran li cîhanê rêveberiyê dike dewlet e û destnîşan kir ku mekanîzmaya li pişt tundiyê disekine, bi rêya dadgeriyê kiryaran diparêze û ceza dadixîne ev avaniya dewletê ye.
Di dewama axaftina xwe de Mukkades Erdogdu Çelik anî ziman ku di şerê il salî de bedena jinê bû hedefa êşkence û komkujiyan û got, “Li pişt tundiya li jinê ku li malê ji aliyê hevjînê xwe ve hate kuştin an jî li naverastê ji aliyê mêr ê jê cihê bûbû hate kuştin, her wiha êrişkariya zayendî ya polîs, leşker û cerdevanan a li hemberî jinê, ji ber heman rastiyê ye. Û em jin weke yek ji meseleyên me yên bingehîn hîn jî li hemberî vê têdikoşin.”
Mukkades Erdogdu Çelik bi bîr xist ku 25’ê Mijdarê bi berxwedana şoreşgerî ya Xwişkên Mirabel a li Latîn Emerîkayê ya li dijî tundiya dewletê destpê kir û got, “Li Tirkiyeyê naveroka 25’ê Mijdarê gelekî berfireh bû; tundiya dewletê û tundiya patriyarka bûn yek. Ev mijareke gelekî girîng e. Eger em karibin naveroka vê yekê rast fêhm bikin hingî em ê karibin ji eniya jinê ve li hemberî tundiyê têkoşîneke gelekî xurt bimeşînin. Lê belê tevgera jinê mecbûr e ku têkoşîna li dijî çavkaniyên vê tundiyê teqez bixe rojeva xwe.”

