Pêncşem, 12 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Yilmaz: Bicihneanîna biryarên DMME’yê sûcê li dijî destûra bingehîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îdem ê ku 30 salan girtî ma hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 30 salan Zubeyîr Îdem cara sêyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş bang hate kirin: ‘Mafê jiyanê ewle bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurtulmuş di çarçoveya pêvajoyê de serdana DEM Partiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara qurbaniyên teqîna li HABAŞ’ê bû 19

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê li ser şopa şehîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şiyar Şevger: Em ê teqez xwedî li têkoşîna şehîdan derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tevlîbûna yekser a jinan a li pêvajoya aştiyê mercê demokratîkbûnê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mukkades Erdogdu Çelik: ‘Divê têkoşîn li dijî çavkaniyên tundiyê bê meşandin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Nêzîkatiya AKP’ê ya hiştina pêvajoyê ji demê re rîskên cidî bi xwe re tîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Em bi berxwedana xwe ya bi heybet 25’ê Mijdarê pêşwazî dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Viyanayê 12’emîn Roja Fîlmên Kurdî yên Serçavan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike
Kurdistan

TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

TAJÊ têkildarî salvegera rizgarkirina Şengalê daxuyanî da û got, "Di vê roja rizgarkirinê de em dibêjin ku dilsoziya herî mezin avakirina Şengaleke azad û parastina wê ye."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi wesîleya salvegera 11’emîn a rizgarkirina Şengalê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye;

“Em 11’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê, di serî de li gelê xwe yê berxwedêr, li hemû şehîdên azadiyê û li Rêber Apo pîroz dikin.

Di şexsê fermandarên mezin ên weke Şehîd Dilşêr Herekol, Şehîd Egîd Cîvyan, Şehîd Berfîn Nurheq, Şehîd Berxwedan, Şehîd Nûjîn Amed, Şehîd Dijwar, şehîd Nûjiyan Erhan, Şehîd Zekî û Şehîd Seîd de, em hemû şehîdên ku ji bo rizgarkirina Şengalê canê xwe fedakirine û pêşengî ji vê destanê re kirine, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, civaka me bi fermaneke qirker û hov re rû bi rû ma. Bi vê fermanê re, bi hezaran mirovên me neçar man ku ji cih û warên xwe koçber bibin û bedelên pir giran bidin. Di serî de dayik û keçên me yên Êzidî, bi hezaran jin ketin destê hovîtiya DAIŞ’ê û birînên kûr di hiş û dilê me de hatin vekirin. Lê belê, bi fikir û keda Rêber Apo û bi hewldana dîrokî ya gerîlayên azadiyê, pêşî li vê qirkirinê hat girtin. Em di vê roja rizgarkirinê de, fedakarî û keda wan a pîroz bi bîr tînin û diyar dikin ku wefadariya me ya herî mezin, avakirin û parastina Şengaleke azade.

‘TAJÊ nasnameya azad û vîna serbixwe ya jinên Êzidî derxist pêş’

Di vê fermanê de êş û zilma herî giran li ser milê me jinan bû. Ji bo ku civaka me careke din bi karesatên wiha re rû bi rû nemîne, me hêz û rêxistinbûna xwe ya parastinê û saziyên xwe yên civakî ava kirin. Ev 12 salin em birînên xwe dipêçin û hewl didin pêşî li fermanên nû bigirin. Di vê çarçoveyê de, weke TAJÊ me xebatên pir girîng meşandin û nasnameya azad û vîna serbixwe ya jinên Êzidî derxist pêş.

Îro li herêmê şerekî dijwar û aloz diqewime. Dewletên herêmê di nava qeyranên kûr de ne; tûjkirina nijadperestî û olperestiyê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ji vê rewşa aloz, berî her kesî jin zirarê dibînin û tundiya li ser wan zêdetir dibe. Weke jinên Êzidî ku me bedelên pir giran dane, em bang li hemû hêzên demokratîk, azadîxwaz û xwedî wijdan dikin ku piştgiriya xwe ya bi jinên Êzidî û Şengalê re xurtir bikin.

Her wiha, em bang li dewleta Iraqê dikin ku li hemberî êş, daxwaz û birînên civaka me berpirsiyartir nêzîk bibe. Hîn jî bi hezaran jin û zarokên me winda ne û aqûbeta wan ne diyare. Ji ber vê yekê, pêwîste dewleta Iraqê bi lezgînî van gavan bavêje:

1-Jenosîda ku li ser civaka me hatî meşandin bi awayekî fermî nas bike.

2-Ji bo dadgehkirin û hesab pirsîna ji sûcdaran bikeve nava tevgerê.

3-Ji bo zelalkirina aqûbeta însanên me yên winda, komîsyonên çalak ava bike.

Dema ku Rêber Apo pêvajoya avakirina Civaka Demokratîk da destpêkirin, ji bo me jî qonaxeke nû ya nûbûn û xwebûnê destpê kir. Îro bi saya keda Rêber Apo û xwîna şehîdên me, em gihîştine îradeyeke mezin a parastinê û têkoşîneke bêhempa. Eger îro dewleta Iraqê cara yekem vîn û saziyên parastinê yên civaka me qebûl kiribe, ev yek berhema vê têkoşîn û berxwedanê ye.

Lê em baş dizanin ku misogeriya herî mezin a pêşeroja me, tenê hêz, vîn û rêxistinbûna civaka me bixwe ye. Ji ber vê yekê, divê dewleta Iraqê tenê bi entegrasyona leşkerî sînordar nemîne; di heman demê de entegrasyona demokratîk a sazî û rêveberiya xweser a Şengalê jî bi fermî nas bike. Her wiha, ji bo misogerkirina mafên jinan li seranserê Iraqê û misogerkirina mafên jinên Êzidî, divê di qadên siyasî û qanûnî de guhertinên bingehîn çêbike û gavên demokratîkbûnê bavêje.

Weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), heya ku îradeya gelê me bi temamî were naskirin, ferman bi fermî bibe jenosîd û aqûbeta hemû windayên me zelal bibe, emê têkoşîn û berxwedana xwe bi biryardarî bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Bakirhan: Me rotaya siberojê diyar kir

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan diyar kir ku wê di dema nû de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ahmet Yildirim: Heta ku pirsgirêka baweriyê çareser nebe pêşketineke mayinde jî nabe

Yildirim anî ziman ku di lêkolînên li nava raya giştî de tê dîtin ku rêjeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo du şehîdan li Şehbayê sersaxî

Merasîma sersaxiyê ya ji bo şervana YPJ’ê Şîlan Efrîn û şervanê HRE’yê şehîd Şoreş Efrîn…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

HPG’ê şehîdên Rojhilatê Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Meclîsa Gel a Şengalê: Têkoşîna me ji bo naskirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Em ji bîr nekin ku em şervanên azadiyê ne’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên azadiyê li Rojhilatê Kurdistanê hatin bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?