Meclîsa DEM Partiyê bi bîranîna Tuncer Saglam û Nesrin Aslan dest bi civîna duyemîn a piştî kongreyê kir. Li gorî encamnameyê, di civînê de bûyerên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û Cîhanê hatin nirxandin.
Encamnameya civîna rêveberiya Meclîsa DEM Partiyê bi vî rengî ye:
“Meclisa Partiyê, civîna xwe ya duyemîn a piştî kongreyê bi bîranîna hevalên me Tuncer Saglam û Nesrin Aslan da destpêkirin û geşedanên siyasî, aborî û civakî yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê diqewimin bi awayekî berfireh nirxandin. Bi hişmendiya perspektîfa siyasî û berpirsyariya dîrokî, ji bo nexşerêya têkoşînê ya serdema pêş ev encamên jêrîn hatin diyarkirin:
*Cîhan di serdemekê re derbas dibe ku tê de daxwazên gelan ên ji bo aştî, wekhevî, azadî û demokrasiyê diqelibin polîtîkayên şer, tundûtûjî û hegemonyayê yên ku ji hêla desthilatdaran ve tên meşandin. Li dijî xizanî, bêkarî û newekheviyên ku ji hêla pergala kapîtalîst ve kûrtir bûne, ji Fransayê bigire heya Sirbistanê, ji Amerîkaya Latîn bigire heya Ewropayê tevgerên ciwanan, karker û gelan derfeta jiyaneke demokratîk û wekhev nîşan didin. Piştevaniya bi têkoşînên li dijî kedwarî, zordarî, cudakarî û bêhiqûqiyê re helwesta me ya bingehîn e.
Li Rojhilata Navîn polîtîkayên şer ên li dijî Îranê, şerên ku ji Filistînê heya Libnanê, ji Sûriyeyê heya Yemenê diqewimin û lêgerînên ji bo tifaqên herêmî, îradeya gelan û siberoja wan a demokratîk tehdît dikin. Tirkiye li şûna ku bibe beşek ji van polîtîkayan, divê ji bo aştiya herêmî, wekheviya gelan û çareseriya demokratîk berpirsyariyê bigire ser milê xwe. Em li dijî Peymana Mekkeyê, Peymana Bedîrê û têkiliyên nû yên ku bi hêzên herêmî re tên pêşxistin derdikevin; ji ber ku ev xetereya beşdarbûna polîtîkayên şer û hegemonyayê dihewînin. Siberoja Rojhilata Navîn a pirzimanî, pirbawerî û piralî ne di tifaqên leşkerî û polîtîkayên mezhebî de ye, siberoja Rojhilata Navîn bi wekheviya gelan û vîna gelan a azad dikare bê avakirin. Divê mafên neteweyî, çandî û demokratîk ên hemû gelên li herêmê bê naskirin.
* Ji bo siberoja hevpar û parastina destkeftiyên gelê Kurd, xwedî girîngiyeke dîrokî ye ku cudabûnên siyasî yên li Herêma Kurdistanê bê derbaskirin û yekîtiya hêzên siyasî yên Kurd bê avakirin. Divê neyê hiştin ku cudabûnên siyasî, vîna hevpar a gel qels bikin. Em bang li hemû hêzên siyasî yên Kurd dikin ku bi danûstendinê cudabûnên xwe derbas bikin û li ser zemîneke hevpar ji bo yekîtiya gelê Kurd bicivin.
* Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, ji bo siberoja demokratîk a Tirkiyeyê derfeteke dîrokî ye. Pêşketinên ku ji bo rawestandina şer û tundiyê derketine dikarin veguherin aştiyeke mayînde. Ev yek bi berfirehbûna kanalên siyasetê yên demokratîk û beşdarbûna hemû hêlên civakê ve girêdayî ye. Pêvajo ne tenê têkildarî hin aliyan e, têkildarî siberoja hevpar a hemû civakê ye û berpirsyariyê dide ser milê hêzên demokrasiyê.
Ji bo qonaxa duyemîn a pêvajoyê divê pêngavên siyasî û hiqûqî demildest bên avêtin. Divê pêwîstiyên rêziknameya qanûnî ya ku di Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê (TBMM) de hatiye qebûlkirin bên pêkanîn, misogeriyên hiqûqî yên li gorî pêwîstiyên pêvajoyê bên çêkirin, di serî de mafê hêviyê û statuya birêz Abdullah Ocalan hemû pirsgirêkên bingehîn bên çareserkirin. Dawîanîna rejîma qeyûman, naskirina vîna gel, pêkanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), misogerkirina mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş; pêwîstiyên bingehîn ên demokratîkbûnê ne.
Aştî ne tenê danîna çekan e; rûbirûbûna bi heqîqetan re, avakirina hemwelatiya wekhev, maf û azadiyan, edaletê û civaka demokratîk e. Çareseriya demokratîk û aştiyane ya meseleya Kurd, yek ji şertên bingehîn ên veguherîna Tirkiyeyê ya ber bi komareke demokratîk û civakî ve ye. Partiya me, di helwesta xwe ya avaker û berpirsiyar de bi biryar e ji bo ku ev derfeta dîrokî bigihîje serkeftinê.
* Li hemberî hewldanên ku dixwazin muxalefetê parçe bikin, têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê ya Tirkiyeyê girîngtir bûye. Armanca me ya bingehîn ew e ku hêzên çep, sosyalîst, demokrat û pêşvexwaz cudahiyên xwe biparêzin û li ser armancên demokratîk ên hevpar bigihîjin hev. Her wiha em dixwazin têkoşîna demokrasiyê bi saziyên siyasî ve sînordar nemîne û veguhere têkoşîna hevpar a hemû astên civakê. Parastin û pêşvebirina zemînên têkoşîna hevpar, yek ji peywirên sereke yên vê serdemê ye.
* Enflasyon, bihabûn, bêkarî û xizanî şert û mercên jiyanê yên gel giran dikin, polîtîkayên aborî yên desthilatê jî berjewendiyên sermayeyê diparêzin. Talankirina çavkaniyên giştî ya bi rêya fonan û têkiliyên desthilatê, neheqiya vê pergalê nîşan daye. Divê berpirsyar bên eşkerekirin; divê neyê hiştin ku bacên nû û barên aborî li ser milê gel bên barkirin. Li dijî budçeya 2027an a ku karker, kedkar, jin, ciwan û teqawidan tune dihesibîne, daxwaza me ew e ku divê budçe ne ji bo şer û sermayeyê, ji bo gel bê çêkirin. Di vê çarçoveyê de; Girîng e ku kampanyaya me ya Nan, Aştî û Dadê bigihîje malên karkeran, zeviyan, dibistanan, nexweşxaneyan û hemû qadên hilberînê; divê em têkiliyên xwe bi rêxistinên ked û pîşeyî re xurt bikin û daxwazên karker, teqawid, cotkar û xizanan li ser xeta têkoşîna hevpar bikin yek. Ji bo mafê kedê, jiyaneke mirovane û edaleta civakî têkoşîna rêxistinbûyî bingeha me ye.
* Li dijî mêrperestiyê û mêtingeriya kapîtalîst, têkoşîna jinan a ji bo wekhevî û azadiyê, di avakirina civaka demokratîk de diyarker e. Têkoşîna li dijî tundiya mêran û dewletê ya li ser jinan, têkoşîna li dijî neheqiyên aborî û civakî û têkoşîna li dijî cudakariya li hember jinên astengdar; bi îrade û hêza rêxistinbûyî ya jinan dê pêş bikeve. Ji ber ku jin avakerên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in. Di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de, têkoşîna hevpar a bi tevgerên jinan re, zemîneke girîng e ji bo daxwaza jiyaneke bê tundî, bê mêtingerî û wekhev.
Piştevaniya bi têkoşîna ciwanan a li dijî xizanî, bêkarî û bêsiberojhiştinê re; firehkirina qadên ku ciwan dikarin gotin, îrade û hêza xwe ya rêxistinbûyî derxin holê, erka me ya bingehîn e. Ji zanîngehan heya ciwanên karker û bêkar, heya jinên ciwan, pêşvebirina têkiliyên bi hemû ciwanan re û xurtkirina rêxistinbûyîna ciwanan a li her bajar û navçeyê pêşîniya me ye.
Em li dijî wêrankirina ekolojîk û veguhastina xwezayê bo sermayeyê, têdikoşin. Di pêvajoya COP31ê de divê sedemên rastîn ên krîza ekolojîk û polîtîkayên pargîdaniyan ên ji bo berjewendiyê bên teşhîrkirin. Girîng e ku têkoşînên ji Çiyayên Kazê heta Cûdiyê, ji Akbelenê heta Gimgimê û Çobantepeya Ordûyê bên hevparkirin. Divê em bi rêxistinbûyîneke xurt li Lûtkeya Avhewayê ya Gelan û li mitînga “Em Jiyanê Diparêzin” ku dê di 14ê Mijdarê de li Antalyayê bê lidarxsitin xwedî derkevin.
* Meclisa Partiyê, li hember hewcedariyên serdema nû, nûjenkirin û pêngavan ferz dibîne. Derbaskirina kêmasiyan, pêşvebirina têkiliyên civakî û kapasîteya têkoşînê, cîbicîkirina çanda xebata hevpar û gihîştina beşên nû yên civakê, bingeha vê nûjenkirinê ne. Têgihîştina rêxistinbûnê ya ku ji herêmê heya navendê beşdariya demokratîk bingeh digire, bi gel re têkiliyên rasterast datîne û beşdariya çalak a jin û ciwanan misoger dike; divê ji taxan heta kargehan, ji qadên kedê heta zanîngehan di hemû qadên jiyanê de bersivê bibîne. Armanca komara demokratîk, demokrasiya radîkal û civaka demokratîk; xurtkirina xwerêxistinkirina civakê, yekîtiya hêzên demokrasiyê û veguherîna îradeya hevpar a gelan bo hêza siyasî ferz dike. Siyaseta tifaqan divê bi serdemên hilbijartinê re sînordar nemîne û bi perspektîfa têkoşîna hevpar û veguherîna civakî bê pêşxistin.
Encam
Meclisa Partiyê, peywirên serdema nû li gor berpirsyariya dîrokî ya partiya me û bendewariyên gelan diyar kirine. Yekkirina angaşta me ya siyasî bi têkoşîna civakî re, derbaskirina sînor û kêmasiyên me yên rêxistinî, xurtkirina têkiliyên me yên bi gelan re û pêşvebirina îradeya têkoşîna hevpar; berpirsyariya bingehîn a vê serdemê ye. Hêza civakî û tecrûbeya têkoşînê ya ku dikare vê siberojê ava bike heye. Niha peywira me ew e ku em vê hêzê bikin yek, birêxistin bikin û bibin dînamîka pêşeng a veguherîna demokratîk. Em ê bi hemû rêxistin, hilbijartî û hevalên xwe re têkoşîna xwe ya aştî, demokrasî, azadî û edaleta civakî mezin bikin.”

