Li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirinên mafên mirovan dewam dikin. Berdana girtiyên nexweş û siyasî bi biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê tê astengkirin, name û pirtûk radestî girtiyan nayê girtin. Girtiyên siyasî jî bi hincetê cuda ji girtîgehên bi tîpa bîrê r têne sirgûnkirin.
Hevseroka Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Ozdemîr rewşa dawî ya li girtîgehan ji ajansa me re nirxand û diyar kir ku li girtîgehan binpêkirinên mafên mirovan bi kiryarên kêfî dewam dikin.
Ayşe Ozdemîr anî ziman ku ev kiryar her roj zêde dibin û bandorê li her qada jiyanê ya girtiyên siyasî kir. Ayşe Ozdemîr got, “Divê mirov rewşa dawî ya li girtîgehan weke nîşaneya bêhiqûqî, neheqî û bêedaletiya giştî ya li welêt bibîne. Bi taybetî kiryarên kêfî yên li hemberî girtiyên siyasî vê rastiyê radixe pêş çavan.
Astengkirina berdana girtiyan, sînordarkirina pirtûkan, kontrolkirina nameyan û nedana wan a bi mehan, ragirtina li hucreyên yek kesî, sînordarkirina karên civakî yan jî rakirina wan a bi temamî, nedana rojnameyên weke Yenî Yaşam û Evrenselê, ferzkirina girêdana dest bi kelepçeyan li nexweşxane yan jî revîreyê, lêgerîna li nava dev ji miînakên şênber ên van kiryarên li dijî hiqûqê û kêfî ye. Her wiha mafê xizmeta tenduristiyê ya girtiyên nexwşe jî tê astengkirin.
Li gel vê yekê girtî li girtîgehên welê têne ragirtin ku bi hezaran kîlometreyî dûrî malbatên wan e û ev yek jî pirsgirêkeke girîng e. Malbat dixwazin ku girtî li nêzî wan bêne ragirtin ku karibin têkiliyê bi wan re dînin û piştgiriya civakî bidin. Lê belê ev daxwazên wan bi cih nayên anîn. Li gel vê yekê bi veguhestinên ji nişka û mecbûrî girtî li girtîgehên bi hezaran kîlometreyî dûrî malbat û warê xwe têne ragirtin. Lewma kiryareke welê ya daîmî heye ku êrişî rûmeta mirov, azadiyê dike û her qada jiyanê ya girtiyên siyasî dorpêç dike.”
‘MAFÊ TEDAWIYÊ BI HINCETÊN EWLEKARIYÊ VEDIGUHERIN MEKANÎZMAYEKE ZEXTÊ’
Ayşe Ozdemîr diyar kir ku xizmetên tenduristiyê yên girtiyan bi rengekî cidî têne astengkirin, girtiyên nexweş li hucreyên yek kesî têne ragiritn û got, “Li gel nexweşiyên giran jî nayên dermankirin, di dema veguhestina nexweşxaneyê de girêdana dest a bi kelepçeyan tê ferzkirin, nava dev tê saxkirin û muayeneya li gel personel tê ferzkirin. Ev kiryar li dijî rûmeta mirovan e. Girtiyên ku van qebûl nakin ji mafê xwe yê dermankirinê bêpar tê hiştin.
Lewma mesele ne tenê astengkirina xizmeta tenduristiyê ye, di heman demê de bi hincetên ewlekariyê û kiryarên biçûkxistinê mafê tedawiyê veguherandine mekanîzmayeke zextê.”
Ayşe Ozdemîr her wiha destnîşan kir ku li gel raporên Saziya Tipa Edlî jî girtî nayên berdan û ev jî dibe sedem ku garantiya hiqûqî bêkêr bibe.
Ayşe Ozdemîr hin bûyerên ku weke komele dişopandin û piştre bi mirinê bi encam bûn bi bîr xist û got, “Mehmet Edîp Taşar ê li Sîlîvriyê dihate ragirtin daketibû heta 40 kîloyî û ji ber nexweşiyên xwe yên giran nikarîbû bi tena serê xwe bijî. Li gel hemû hewldanên me nehate berdan û Adara derbasbûyî li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.
Abdulkadîr Kûday ê bi nexweşiya masûlke ya weke ALS daketibû heta 45 kîloyan. Li gel raporên Saziya Tipa Edlî ku digot nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne nehate berdan û sala 2024’an li girtîgehê jiyana xwe ji dest da.
Herî dawî Tuncer Sagllam ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihate ragirtin 7’ê Mijdarê li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.”
‘DESTE REJÎMA CEZA YA DAÎMÎ YE’
Ayşe Ozdemîr bal kişand ser Desteyên Çavdêrî û Îdareyê û diyar kir ku deste poşmaniyê li girtiyan ferz dike. Ayşe Ozdemîr got, “Armanc ji avabûna Desteyên Çavdêrî û Îdareyê ew e ku di pêvajoyên berdana bi şert a girtiyan de nirxandinê li gorî pîvanên mewzûata înfazê bike. Lê belê ev deste bi taybetî têkildarî girtiyên siyasî yên Kurd li şûna mekanîzmaya îdarî ya berdanê binirxîne, veguheriye amûreke cezakirinê ku azadiyê bi kêfî taloq dike. Hiştina mafekî bingehî weke azadiya mirov ji desteyên li derveyî dadgehê bi tena serê xwe pirsgirêkeke cidî ye.”
Di dawiya axaftina xwe de Ayşe Ozdemîr anî ziman ku girtiyên siyasî li gel temambûna cezayê li wan hatiye berdan jî nikarin bigihêjin azadiya xwe û got, “Bi dewamî têne cezakirin. Navê vê jî rejîma cezakirinê ya daîmî ya nediyar û cezakirina di nava ceza de ye.”

