Sêşem, 17 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweş Adsoy ê ku piştî tehliye bû jiyana xwe ji dest da hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erzîromê işaret bi rewşa girtiyên nexweş hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Hîcran Bînîcî yê berdana wî tê astengkirin li ber wezaretê daxuyanî hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seyîd Riza û hevalên wî li Erzîromê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Piştî ku hate berdan bi 2 salan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dostaniya gerîla û pezkoviyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hatîce Yakişir a 76 salî: Bila êdî aştî bê vî welatî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Divê ji bo mirinên karkeran li Îlamê lêpirsînek zelal were kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ala Talabanî: Civîna parlamentê nikare îradeya gel temsîl bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê şehîdên ji Urmiyeyê bi rêzdarî bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA deklerasyona 25’ê Mijdarê eşkere kir: Em ê têkoşîna jinan derxînin qadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a Jiyan wê li Londonê çalakiyên 25’ê Mijdarê li dar bixe 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê banga azadiya girtiyên jin hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojava çalakî û bernameyên 25’ê Mijdarê berdewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şîliyê ‘Tora Jinên Paşeroja xwe Dihûnin’ nexşerêya xwe diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Kalkan: Ji bo çareseriya demokratîk divê dewlet êdî gavên wêrek biavêje
Rojane

Kalkan: Ji bo çareseriya demokratîk divê dewlet êdî gavên wêrek biavêje

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan ji bo serketina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bal kişand ser girîngiya rûbirûbûna bi rabirdûyê û got, ji bo çareseriya demokratîk divê êdî dewlet gavên bi wêrekî biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 51 dq.
Parvekirin

Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Duran Kalkan ji Medya Haber TV re nirxandinên girîng kir. Hevpeyvîna bi Kalkan re bi vî rengî ye:

*HPG’ê Şehîdên Urmiyeyê yên Rojhilat îlan kir. Hûn dixwazin em bi bîranîna şehîdan destpê bikin. 

Ev demeke Navenda Ragihandin û Çapemeniyê şehadeta ciwanên ji Rojhilat beşdar bûne, radigihîne. Kom bi kom, bajar bi bajar daxuyanî hatin dayîn. Ez destpêkê di şexsê wan hevrêyan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî, minetdarî û hezkirin bi bîr tînim. Ciwanên ji Rojhilatê Kurdistanê hem di zemînê xwe de li ber xwe dan, hem jî gelek nirx tevlî têkoşîna azadiyê ya li parçeyên din kir. Li Bakur, Başûr, Rojava şer kirin. Li kuderê têkoşîna azadiyê hebe, çûn wir û tevlî bûn. Hem jî ev li ser xeta şehadetê bi rengê têkoşînê meşandin. Di vê astê de bi nirx û welatparêz in. Ciwanên me yên Rojhilat bi zane ne. Bê guman ev ji zanebûna civakê tê. Li gorî pêvajoyê helwest raber dikin. Ti carî dest ji doza azadiyê bernadin. Zanebûna Kurdîtiyê û Kurdistanê, pir bilind e, pir fedakar û bi wêrek in. Ez dikarim weke şahidekî vê bi zelal bêjim, bi rastî jî nirxên pir mezin tevlî têkoşîna li Bakur û Rojava kirin. Hemû jî, keç û xortên wan şervanên pir bi wêrek bûn. Bûn fermandar, şervan, her cure cesaret û fedakarî raber kirin. Lewma ciwanên me yên Rojhilat divê van nirxan bizanin. Divê hişmendiya xwe bi vê yekê ava bikin. Divê bizanin li pey şopa van şehîdan bimeşin. Em bawer dikin ku ti carî dest ji vê şopê bernadin, ji bo azadiya Rojhilat û tevahî Kurdistanê, ji bo demokratîkbûna Îran û Rojhilata Navîn jî bi fedakarî û cesareteke mezin wê têbikoşin. Gelê me yê Rojhilat divê bi şehîdên xwe serbilind be, her yek ji wan abîdeya rûmetê ne. Keç û xortên wan bi rastî jî dilsozê welat û gel man. Divê her tim bi van lehengan serbilind bin. Divê hêz ji wan were girtin. Li ser vî bingehî ez car din şehîdên me yên Rojhilat bi bîr tînim, malbatên me yên şehîdan silav dikim. Ji bo têkoşîna gelê me yê Rojhilat jî serketinê dixwazim. 

Ev îlan di meha Mijdarê de tên kirin. Meha Mijdarê, meha me ya Partiyê ye. Di vê mehê de me şehîdên mezin dane. Meha darvekirina berxwedêrên Dersimê Seyîd Riza û hevalên wî ye. Salvegera 89’an a şehadeta wan e. Di şexsê Seyîd Riza û hevrêyên wî de, ez şehîdên Dersimê û yên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi bîr tînim. Bi rastî jî birîneke mezin e. 

Tayyîp Erdogan dema serokwezîr, nû hat ser rêveberiyê ev tişt anî ziman; got, li Dersimê qirkirin çêbû. Erdogan îfade kir ku ew bi Kiliçdaroglû re ne li ser heman fikrî ne, ne bi heman nêrînê ye, hejmarên hatine diyarkirin kêm in, arşîv hîn zêdetir in. Bi eşkere îfade kir ku tişta li Dersimê qewimî, qirkirin e. Her kesê ev yek girîng dît. Bendewarî çêbû ku herî kêm ev yek fermî bibe û dewlet ji civakê lêborînê bixwaze. Dersimî li her derê bang dikin. Lê belê dawiya wê nehat. Hîna cihên gorên wan nediyar in. Halbûkî ti nakokiya van kesan bi avabûna komarê re nebû. Li ser rêya komarê, desteka herî mezin Kurdan da Mustafa Kemal û hevalên wî. Di nava van Kurdan de jî yên herî li pêş Dersimî bûn. Li hemberî polîtîkayên piştre ketin nava nakokiyê. Em dizanin ka ew polîtîka çi ne û çiqasê pîvanên damezrandina komarê temsîl dikin yan nakin. Ji wî alî ve bi rastî jî divê ev rewş bên nirxandin û helwesteke rast were pêşxistin. Mafê gelê Dersimê heye ku gorên van leheng û pêşengan bibîne. Dixwazin, xwedî li wan derkevin. Divê hurmet nîşanî vê rastiyê were dayîn. Li ser vî bingehî ez bang li rêveberiya AKP’ê dikim. Ji Dersimê dikarin dest bi vî karî bikin. Dewlet bi Dersimê re hevrû bimîne, bi vî rengî dikare rastiya Kurdan qebûl bike û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd gav bavêje. Ji ber ku ew jî baş dizanin, ne mîna derewên hin kesan e, li Dersimê ti serhildaneke welê çênebû. Li Dersimê êrîşeke plankirî qewimî, mirov ji bo nemirin li ber xwe dan, li şkeftan hatin qetilkirin, jin û ciwanan xwe avêtin avê, keçên Dersimê hîna winda ne. Niha jinên Şengalê tên lêkolînkirin, ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin û hîn jî nayên dîtin. Lê ya beriya vê jî heye, tişta li Dersimê qewimî jî ji vê cuda nebû. Ji vî alî ve bi rastî jî dewlet dikare rastiyan derxe holê. Seyîd Riza li ser banga hatî kirin, ji bo hevdîtinê bi rê ket. Qet helwesteke cuda jî raber nekir. Bi rastî jî dewlet divê hevrû bimîne û pêvajoya terikandina zihniyeta dijberî Kurd bi hevrûbûna bi Dersimê re bide destpêkirin, ev yek ger pêk were wê di cih de be. Banga me li ser vê esasê ye. 

Di meha Mijdarê de şehîdên mezin ên PKK’ê jî hene. Meha me ya Partiyê, meha me ya berxwedanê. Hîna di vegera ewilî ya welêt de, Şahîn Kilavuz û hevalên wî di dawiya meha Mijdarê de şehîd bûn. Her wiha li Botanê hevrê Delal û Azê şehîd bûn, ev pêşengên têkoşîna me ya azadiya jinan bûn. Hevrê Kerîm û Reşîd şehîd bûn, di nava wê têkoşîna mezin a li qada Zagrosê de, ev jî ciwanên fermandar ên Botanê bûn. Ger şaş neyê bîra min, hevrê Şîlan jî di 29’ê Mijdarê de şehîd bû. Di her rojeke meha Mijdarê de şehîdên me hene. Di şexsê van hevrêyan de, ez hemû şehîdên me yên meha Mijdarê bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ez soza me dubare dikim ku armancên wan bi ser bixin û bîranînên wan bidin jiyîn. Bîranînên wan roja îro di têkoşîna me ya ku mezin dibe de dijî û wê her tim bijî. 

* We bal kişand ser Komkujiya Dersimê, helbet li dijî van êrîşan bi pêşengiya PKK’ê di 78’an de têkoşîneke mezin hate destpêkirin û nirxên ku we bal kişandî ser bi pêşengiya şehîdan hatin afirandin. Di sala 48’an a salvegerê de, divê mirov çawa nêzî vê rastiyê bibe û wate biditê? 

Belê, me ev timî îfade kir. PKK tevgereke Rêbertî û ya şehîdan e. Ev tê çi wateyê? Ev ne propagandayeke jirêzê ye. Xwedî wate û nirxekî rast e. Tê vê wateyê; yanî ji gava wê ya herî biçûk heta pêşketina wê ya herî mezin, ji gotina ewilî heta fikir û çalakiya wê ji bo avakirina her tiştî Rêber Apo pêşengî kir. Fikra afirêner a Rêber Apo, ked û hewldana wî ev geşedan hemû afirandin. Yanî bi afirandina têkoşînê bû rêber. Ji tunebûnê nirxên di dîrokê de herî watedar afirand. Têkoşîn meşand, li her derê, li welêt, li dervey welêt, li zindana Îmraliyê bi berxwedanê rastiya Rêbertî pêş xist û derxist holê. Divê ev rast were fêmkirin. Rastiya Rêbertî, nirxê herî mezin a ji aliyê Rêbertî ve hatî afirandin e. Vê yekê aliyê kêm ê herî mezin ê gelê Kurd derbas kiriye. Di roja me de sînorên Kurdistanê derbas kiriye û geşedaneke ji bo hemû bindestan pêwîst, ava kiriye. Rastiya Rêbertî ji bo rizgariya hemû bindestan rê nîşan daye, bûye afirênerê hêza çareseriyê. Kurd vê yekê baş dizanin, rast fêm kirin, baş xwedî lê derketin. Em bawer dikin, ev wê her tim çêbibe. Ciwanên Kurd ji nifş ber bi nifşan ve wê vê nirxê hîn kûrtir û berfirehtir fêm bike. Wê hîn xurttir xwedî lê derkeve. Wê hîn serketîtir, heqîqeta Rêbertî pêk bîne. Rêber Apo got, PKK partiya şehîdan e. Got, şehîd di şêwazê hebûna PKK’ê de dijîn. Îfade kir ku PKK rêxistinbûna bîranîna Hakî Karer e. Yanî bi rastî jî ji gava ewilî heta biryara fesixkirinê, hemû geşedan li ser xeta şehadetê qewimîn. Bi têkoşîna li ser xeta şehadetê, hatin afirandin. Bi şehadetan, bi rijandina xwînê hatin afirandin. Ne bi sedan, ne bi hezaran, bi deh hezaran şehîd… Ne tenê ji mêran pêk tê, jinan pêşengtiya vê yekê kir. Hêza têkoşînê ya herî mezin, jinan raber kir. Li zindanan, çiyê, di xebatên civakî de ev yek raber kirin. 

Ji vî alî ve, PKK bû rastiyeke şehîdan. Nexasim, di kongreya Gulana 2025’an de dema hebûna rêxistinî ya PKK’ê hate fesixkirin, Kongreyê nirxên ku afirandî emanetî gel kir. Di destpêkê de jî rastiya Rêbertî û şehîdan emanetî vî gelî kir. Got, rastiya Rêbertî û şehîdan rast fêm bikin, her tim xwedî lê derkevin, ti carî dest ji vê xetê bernedin û jê qut nebin. Ev pir girîng bû. Ev pêvajo wiha dewam dike. Di van 5-6 salên borî de bi sedan hevrêyên ku şehîd bûne lê nehatine îlankirin, di van 3 mehên borî de li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava, li dervey welêt hatin îlankirin. Hîn jî li Rojhilat didome. Yanî derdikeve holê ku ew zindiyên rast û heqîqet in. Gel nabêje, ewlad û şehîdê vî/vê, wî/wê. Gel hemû weke şehîdê xwe xwedî lê derdikeve. Şehîdên me xwedî rastiyeke wiha ya ji bo rêxistinbûnê û netewîbûnê ne. Xeta netewa demokratîk bi pêşengiya şehîdan pêk tê, zindî dibe. Yê zane dike, rêxistin dike, cesaret û fedakariyê dide, rastiya şehîdan e. 

Pêşengiya ku ji aliyê Rêber Apo û şehîdên me yên leheng ve hatî afirandin, di civakîbûna Kurd de, di hebûna azad a gelê Kurd de, di netewbûna demokratîk a Kurdan de, wê her tim bijî. Wê van rastiyan temsîl bike. Hebûna Kurdan a ji dervey vê rastiyê, ne pêkan e. Nirxên ku PKK’ê afirandî, ma ji bo Kurdistanê tiştek neafirandî heye. Yanî ji mirinê car din zindî kir. Em dibêjin, Tevgera Vejînê. Ji tunebûnê, anî rizgariyê. Ji rewşa herî giran a koletiyê gihand jiyana azad. Li hemû Kurdistanê qirkirin tune kir û hebûna azadiyê ava kir. Li ser navê azadiyê bû afirênerê hemû nirxan. Rêber Apo got, PKK romaneke bêdawî ye, helbestek e, stranek e û wê her tim wisa bimîne. Yanî dewam dike. Dibe ku hebûna wê ya rêxistinî bi dawî bibe. Gelê Kurd dikare bi şêwazên rêxistinî yên cuda, stratejiyên cuda û polîtîkayan têkoşîna xwe ya azadiyê bimeşîne, demokrasiyê pêş bixe. Lê evane hemû li ser nirxên ku ji aliyê PKK’ê ve hatine afirandin, wê pêk bên. Lê bingehê vê yekê PKK’ê danî. Lewma timî bûye ronahiyeke bêdawî. Ev wê her tim wisa bimîne. 

Yek ji nirxên din ê PKK’ê ya girîng, bê guman şoreşa azadiyê ya jinan bû. Pêşketina tevgera azadiyê ya jinan bû. Me di rastiya şehîdan de îfade kir. Di serhildanê de pêşengtiya jinan çêbû. Weke tevahî tevgera azadiyê ya jinan pêşengî ji xeta rêxistinî re kir. Hem pêşengtî kir, hem jî cesaret û fedakarî raber kir. Bû garantiya serketinê. Bû afirênerê serketî. Yanî li ser xeta azadiyê ya jinan, civakeke Kurd a azad dibe derxist holê. Ev paşverûtî û ezezîtiya desthilatdariya mêr a di kûrahiya dîrokê de maye, şkand. Hîna jî li ser vê bingehê têkoşîn didome. 28’ê Mijdarê salvegera 48’an a damezrandina PKK’ê ye. 25’ê Mijdarê jî Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan e. Rojeke girîng û pir bi wate ye. Rojeke ku rasterast girêdayî damezrandina PKK’ê ye. Yanî PKK’ê zihniyet, sîstem û fikrê desthilatdariya mêr, şkand. Li ser bingehê azadiya jinan, jinûve pêşketina jin û mêran afirand. Ne tenê têkoşîna li dijî tundiyê, pêşketina herî xurt a têkoşîna azadiyê jî pêk anî. Têkoşîna li dijî tundiya li hemberî jinan, veguherand şoreşa azadiyê ya jinan. Ev nirxekî pir girîng e. Bi vê boneyê di vê rojê de jin li herê daxuyaniyan didin. Ez têkoşîn û hewldanên 25’ê Mijdarê yên ji bo protestokirina sîstema desthilatdariya mêr, silav dikim. Bi rastî jî divê zihniyeta desthilatdariya mêr bi vê wesîleyê hîn zêdetir were lêpirsînkirin. Ez bang li hemû mêran dikim ku ji zihniyeta ku tundiyê li hemberî jinê pêk tîne, dûr bisekinin û xwe lêpirsîn bikin. 

* Helbet pêvajoyeke ku ev nirx afirandine, heye. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Têkildarî pêvajoyê daxuyaniyên nû hene. Lewma nirxandin tên kirin ku wê geşedanên nû biqewimin. Gelo ev wisa ye, hûn çiqasê tevlî dibin? Ji ber ku di bernameya berê de, nirxandin têkildarî xitimînên heyî hatin kirin. 

Belê, ez dîsa di vê bernameyê de jî dixwazim berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo silav bikim. Berxwedana Îmraliyê hilberandina çareseriyê û afirandina geşedanê didome. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi banga 27’ê Sibata 2025’an re destpê kir. Diyar e ku ev pêvajo hatiye nuqteyeke pir girîng. Daxuyaniyên erênî jî hene, yên neyînî jî hene. Di demên dawî de ji derdorên cuda daxuyaniyên erênî hatin dayîn. Înşallah mîna gotina wan çêbibe. Ma em cuda çi bêjin? Rêveberiya me jî helwesta tevgera me ragihand, evane hemû nirxand, cidî girtin. Ji bo rast were fêmkirin û pêşiya geşedanên nû vebe, daxuyaniya navborî da. Têra xwe eşkere bû, dihat fêmkirin. Tiştên ku Tevgera me ji destpêka pêvajoyê û vir ve pêk anî, gavên avêtî destnîşan kir. Bi vî rengî nîşan da ku kesên Tevgera me sûcdar dikin, neheq in. Me ji bo xwe tiştek nexwestiye. Weke muzakerevanê sereke Rêber Apo pêvajoyê didomîne. Her kes dinirxîne, dibêjin ev kar divê ji jor de destpê bike, ji rêveberiyê destpê bike. Me yek tişt gotiye, encex Rêber Apo dikare vê pêvajoyê bibe serketinê. Lewma eger Rêber Apo bikare bi azad bixebite û bijî, vê pêvajoyê bi azad rêve bibe, wê pêvajo bigihije serketinê. 

Yanî yên tevlî vê pêvajoyê dibin, herhal ji bo serketina wê tevlî dibin. Eger bi rastî jî wisa be û dixwazin bi ser bikevin, me rêya serketinê nîşan daye. Ev rast û xwezayî bû. Weke hiqûqî jî herî hêsan pêkanîna wê bû. Digotin, ya herî zehmet e, civak nerazîbûn nîşan dide û nizanim çi û çi… Tiştek wisa nîne. Evane hemû nerast in. Dibêjin, em anketan çêdikin, ji raya giştî li hemberî Rêber Apo nerazîbûn hene. Ê helbet, hûn derbarê wî de her tiştî dibêjin. Hûn nahêlin, yek peyv bi civaka Tirkiyeyê re baxive, fikra xwe îfade bike. 28 sal in, 40 sal in tevgereke lînçkirinê dewam kiriye. Piştre jî dibêjin, ji civaka Tirkiyeyê nerazîbûn heye! Yanî ev bertek, berteka hatî afirandin e. Ne berteka civakê ye. Ka bila pêşiya wî were vekirin, Rêber Apo nêrîn û helwesta xwe îfade bike, em binêrin ka wê çi biqewime. Eger bi rastî jî ji gotinên xwe bawer dikin, bila netirsin. Çima ditirsin û pêşiya wî digirin. Ji wî alî ve evane ne rasteqîn in. Zextek welê nîne. Bi temamî girêdayî zihniyet û siyaseta rêveberî, sîstem û desthilatdariyê ye. Hîn jî zihniyet û siyaseta xwe neguhertine. Erê dibêjin, em di pêvajoyê de bi biryar in, demokratîkbûn pêwîst e. Lê belê, li gorî pêdiviyên vê yekê hewldan û xebatekê nakin. Ji civaka Tirkiyeyê re behsa vê yekê nekirin. Ji Rêber Apo re derfetê xebatê neafirandin. 28 sal in Rêber Apo li Îmraliyê tê ragirtin. Jixwe di aliyê hiqûqî de jî divê derketiba. Divê ji mafê hêviyê sûd wergirtiba. Devlet Bahçelî jî ev yek got. Bang kir, ‘were li Meclîsê baxive’. Bila banga Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî pêk were. Ji dervey Rêber Apo ti kes din nikare vê pêvajoyê bibe serketinê. Rêber Apo gotibû, bila statu diyar bibe ez wisa derbasî cihê nû bibim. Niha hat eşkerekirin ku cih hatiye guhertin. 

Ji xwe ev demeke bi şandeya ku diçû Îmraliyê re, li wir hevdîtin pêk dianî. Lê belê ne avahiyeke mîna ku behsa wê tê kirine. Bi kurtasî ew cihê ku Rêber Apo dema ewil çûye wir heta ku hevalên din derbasî wir bûne. Cihê ku di nava girtîgehê de hatiye hilweşandin û ji nû ve hatiye avakirine. Yanî hinek hatiye berfirehkirin û derfetên wê hatine zêdekirine. Guhertineke statûyê nîne. Li gorî vê yekê di mercên xebatê de guhertineke cidî nîne. Tê gotin ku ev yek dê çêbibe. Hin kesên ji rewşê agahdar daxuyanî dan. Weke ku me got em hêvî dikin ku wisa be. Em li bendê ne. Dê bibe ango nebe? Her tişt bi têkoşînê çêdibe. Gelê me û dostên me divê nexapin. Yanî tiştekî wisa yê çêbûyî, pêkhatî nîne. Em çiqas têkoşîna azadî û demokrasiyê bimeşînin em ê ewqas encam bigirin. Mînak em çiqas pêdivî, wate û girîngiya demokrasiyê li nava civaka Tirkiyeyê belav bikin, em çiqas bi gelên cîhanê re têkiliyên tifaqê yên xurtir çêbikin û têkoşînê pêş bixin, ev guherîn çêdibin û dê çêbibin. Ez vê bêjim, rêveberiya me daxuyanî da. Bi rastî jî em weke tevger bi gavên ku me avêtine re vê pêvajoyê anî vê astê. Yanî êdî bi Tirkiyeyê re heke êrîşeke leşkerî ya plansazkirî û bi zanabûn neyê kirin, faktorên şerê çekdarî ji holê rabûne. Me ev rakirin. Di vî warî de, di vî astî de bêçekbûn çêbû. 

Ji bilî vê tiştek bi vî rengî ku em bikin nîne. Ji vir û pê de vegera Tirkiyeyê ye bi rastî jî. Ji bo vê jî pêdivî bi cih anîna mercên siyasî û hiqûqî heye. Yanî divê desthilatdarî û dewlet gavan biavêje. Heke dê qanûna çarçoveyê pêk bîne, pêşengiya wê Rêber Apo ye. Divê statûya Rêber Apo bê diyarkirin. Vaye nîqaşên desteyê tên meşandin. Gotin ku ew desteyên jor û desteyên jêrîn ku qanûn pêş dibîne, ava dikin. Wê demê divê ev deste bê îlankirin. Divê Rêber Apo bi rastî jî bi azadî bibe xwedî şert û mercên ku bi bandor bixebite. Ji aliyê din jî weke pêdiviyeke vê jî bila gavên ku komara demokratîk demokratîk bikin bên avêtin. Bila gavên ku siyaseta demokratîk bikin, bên avêtin. Bi gavên hiqûqî û siyasî re divê hewirdora Tirkiyeyê demokratîk bibe. 

Her tişt bi rêveberiya me ve tê girêdan. Tê gotin ku çerçoveya wan jî asteng dikin. Tiştekî wisa nîne. Hevrêyên ku çekên xwe şewitandin hebûn, ew disekinin. Her roj nav jî ragihandin. Yanî heke kesek jî di rewşa heyî de vegere, dibe li gorî wê qanûnên ku dibêje me taloq kir. Lê dibêje ‘tu yê ne bi tenê bêyî, tu yê hemûyan bînî.’ Çawa bîne hemûyan? Hêza wî ji kur têr dike? Ji aliyekî ve em bêjin çûn wir, bi rastî jî bi nasnameya xwe ya kurdî yanî wê karibe tevlî siyaseta demokratîk bibe? Wê bikaribe siyasetê bike? Berevajî wê tavilê di zindanê de bê girtin. Wê rastî zexta herî giran bê bi qanûnên heyî re. Ev pir eşkere ye ji ber ku ti guherîn çênebû. 

Lewma niha dora derxistina qanûnên azadiyê ye. Yanî avêtina gavên ku Tirkiyeyê demokratîk dikin. Em nabêjin vê yekê bikin da ku em ji vê sûdê bigirin. Ne tenê Kurd dê ji vê sûdê bigirin. Ji Tirkiyeya demokratîk herî zêde Tirk dê sûdê bigirin. Hemû civaka Tirkiyeyê dê sûdê bigire. Em tiştekî ne li gorî berjewendiyên Kurdan û ne jî li gorî berjewendiyên PKK’riyan naxwazin. Em tiştekî dixwazin ku di berjewendiya her kesî de be. Rewşeke ji vê zelaltir nîne. Lewma bi rastî jî pêvajo êdî hat vê astê. Yanî divê pêşiya siyaseta demokratîk vebe. Divê gavên demokratîkbûnê bên avêtin. Dema ku li şert û mercên heyî tê nêrîn xeterî dewam dikin. Ya ku dê Tirkiyeyê ji xeteriyan biparêze, rizgar bike jî avêtina van gavan e. Hem jî bi rengekî lezgîn. Ya ku divê bibe ev e. Ev gav tê avêtin an nayê avêtin? Em ê bibînin. Li biryarê binêrin. Behsa demokratîkbûnê tê kirin, em hêvî dikin ku pêk bê. Em weke tevger li ser bingehê banga Rêber Apo biryarên ku divê em bidin me dan. Em di cîbicîkirina van de jî her tim bi biryar in. Di vî warî de tu paşveketin nîne. 

*Belê, yek ji aliyê paradîgmaya we jî ekolojî ye. Hûn demek e bi domdarî têkoşîna ekolojîk di bernameyên xwe de dinirxînin. Vê hefteyê bi taybetî ekolojî di rojevê de bû. Bi taybetî bi wesîleya civîna COP31’ê ya ku li Antalyayê hate lidarxistin. Beriya her tiştî hûn van civînan çawa dibînin, çawa dinirxînin? Ji ber ku li dijî vê nerazîbûnên cidî pêş ketin. Niha civîn, forum li ser navê gelan tên çêkirin. Li van tevgerên ku derketine holê çawa divê bê nêrîn, çawa divê bê nirxandin? 

Mirov dixwaze hêvîdar be û nirxê bide xebatên ku tên kirin. Berê ev yek hebû. Dema Yekîtiya Sovyetê, di van mijaran de zanabûneke me ya kûr nebû. Naxwazim şaş bê fêmkirin, lê di bîra min de ye, wê demê nîqaş bi cidiyeteke mezintir dihatin kirin. Niha ew cidiyet kêm bûye. Niha li Antalyayê civîn û nirxandin tên kirin. Dibêjin civîna COP31’ê, ango civîna avhewayê. Dema ez hin kesan guhdar dikin, ez dibînim ku hin nirxandinên rast jî hene. Lê pirsgirêk ew e ku tiştên ku dibêjin nayên sepandin. A rastî dibêjin durûtiyek heye. Ez tevlî dibim. Kesên ku COP31’ê organîze dikin, bi xwe jî berpirsiyar in û heta sûcdarên vê rewşê ne. Ew kes in ku zirarê didin avhewayê. Dibêjin ku şaşî kirine û divê wê şaşiyê sererast bikin. Dicivin û li ser çareseriyê nîqaş dikin. Heke bi rastî wisa bikin, baş e. Lê tiştek wisa nîne. Rewşa berê her ku diçe xirabtir dibe. Guhertina avhewayê jî her ku diçe zêdetir dibe. Ev hemû encama xwesteka bêdawî ya pergala sermayedarî ji bo desthilatdarî û qezencê ye. Ev pergal êrîşî civakê û xwezayê dike. Di dîrokê de tu carî xweza û civak bi destê mirovan ewqas neketiye bin xetereyê. Ev rewş krîza pergala modernîteya sermayedarî nîşan dide. Rewş gihîştiye asteke pir xeternak. 

Kesên ku berpirsiyarê vê rewşê ne, bi xwe jî vê yekê dibînin. Divê xwe rexne bikin û gavên rast bavêjin. Lê di pratîkê de tiştek nayê kirin. Ew tenê diaxivin û soz didin, paşê jî wek berê didomînin. Ev xapandin e. Ji ber vê yekê divê tu kes bi van gotinan nexape. Heke ew bi rastî jidl bin, dikarin bilez biryarên rast bigirin û wan pêk bînin. Divê kes nebêje ku pîşesazî mecbûre bi vî awayî be. Pîşesazî dikare ji bo berjewendiya gelan were bikaranîn. Divê hilberîn li gorî hewcedariyên mirovan bê plankirin û rêvebirin. Wê demê tu kes ji birçîbûnê namire û tu kes di nav xizaniyê de namîne. Lê dema ku armanca hin kesan dewlemendbûna xwe be û dixwazin hemû tiştan destê xwe de bigirin, pîşesazî dibe amûreke pir xeternak. Pergala sermayedarî pîşesaziyê kiriye amûreke tunekirina xwezayê û civakê. Pêşbazî û pevçûnên di navbera hêzan de jî li ser vê bingehê dimeşin. 

Ji ber vê yekê, civînên alternatîf ên avhewayê û civînên avhewayê yên gelan girîng in. Nîqaş û xebatên ku li dijî vê durûtiyê û êrîşên li ser xwezayê tên kirin, bi qîmet in. Ez van xebatên parastina jiyana me û xwezayê silav dikim û wan wek têkoşîneke rast dibînim. Lê divê em tenê bi rexnekirin û şermezarkirina wan re sînordar nebin. Divê em alternatîfên rast biafirînin. Dema ew hatin ba hev, divê em tenê protesto nekin û paşê venegerin malên xwe. Divê em di her kêliya jiyanê de têkoşînê bidomînin. Mînak, gelê Deryaya Reş li dijî talan û wêrankirina xwezayê ya ku ji aliyê AKP’ê ve tê kirin, têdikoşe. Gelê Kurdistanê jî li dijî vê yekê têdikoşe. Li Kurdistanê xwezayê bi awayekî giran hatiye wêrankirin. Daristan hatine tunekirin, ax û av hatine talankirin. Hindik maye ku çiyayan jî hilweşînin. Ji bo çend çavkaniyên dewlemendiyê, cihên jiyana mirovan tune dikin. Rewş gihîştiye asteke pir xeternak. Divê li hemû qadên jiyanê li dijî vê talanê têkoşîn were kirin. Têkoşîna ekolojîk, wek têkoşîna azadiya jinê, yek ji bingehên herî girîng ên têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. 

Têkoşîna civaka demokratîk li ser du bingehan ava dibe: azadiya jinê û ekolojiya civakî. Tevgera demokratîk-komînal jî li ser van bingehan pêş dikeve. Bi vî awayî civak dikare xwe bi xwe rêve bibe û nirxên xwe yên exlaqî û siyasî bi dest bixe. Wan Antalya jî ji bo vê civînê hilbijartiye. Ev yek mîna tinazkirinê ye û bêhurmetî li hemberî mirovahiyê ye. Divê her kes cidî be û rêzê li jiyanê bigire. Jiyana mirovan, xweza û hemû zindî xwedî nirx in. Ev êrîş tenê mirovan tune nake, hemû zindiyan dike hedef. Divê em rêzê li jiyanê bigirin. Kesê ku rêzê li jiyanê nagire, hebûna wî bêwate ye. Ji ber vê yekê, hişmendiya ekolojîk, rêxistinbûna ekolojîk û têkoşîna ekolojîk divê her dem hebin. Ne tenê dema ku civîna COP31’ê tê lidarxistin. Li her derê ku êrîşên endustriyalîzmê hene, divê rêxistinbûn û têkoşîneke alternatîf hebe. Jiyana azad û demokratîk û jiyana bi rûmet, bi têkoşînê û bi encamgirtinê gengaz e. 

*We behsa êrîşên li ser jiyanê kir. Qadeke din a van êrîşan girtîgeh in. Tuncer Saglam jiyana xwe ji dest da. Di bernameya borî de we gotibû ku heke di girtîgehan de kesek jiyana xwe ji dest bide, em ê wî wek şehîdê şer bibînin. Niha ev yek pêk hat. 

Di serî de ez Tuncer Saglam bi rêz û minetdarî bi bîr tînim. Ew şehîdê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Ew şehîdê aştî û demokrasiyê ye. Di salên dawî de, bi taybetî di salek û nîv ê dawî de, gelek girtiyan di girtîgehan de jiyana xwe ji dest dane. Ev nîşan dide ku têkoşîn hîn jî bi heman dijwariyê didome. Me li çiya şer rawestand. Ez dikarim vê yekê bi zelalî bêjim. Lê em nikarin rewşa girtîgehan biguherînin. Ev ne di destê me de ye. Berpirsyariya guhertina rewşa girtîgehan li ser desthilatdarî û dewletê ye. Berê dihat gotin ku dewlet ji hemû kesên ku di girtîgehê de ne berpirsiyar e. Niha girtî rastî êşkence û heqaretê tên. Ew cezayên ku li gorî qanûnê li wan hatine birîn, temam dikin. Lê dîsa jî nayên berdan. Hin nexweş dikevin, lê nayên dermankirin. Di encamê de, cenazeyên wan ji girtîgehan derdikevin. 

Ev rewş nîşan dide ku dewlet li dijî girtiyan di rewşeke şer de ye. Em dizanin ku bi sedan girtiyên siyasî hene ku 30 sal û zêdetir di girtîgehê de ne. Hin ji wan 33 sal, hin jî 35 sal e di girtîgehê de ne. Dibêjin ev kes ji ramanên xwe venegeriyane. Lê rastiya mesele ew e ku ew kesên di desteya biryargirtinê de ne û biryara berdana girtiyan nadin, li dijî vê pêvajoyê ne. 

Çi tê gotin? Dibêjin ku van dev ji fikrên xwe bernedane. Yanî kesên ku dev ji van bernadin û ew deste li dijî vê pêvajoyê ne. Ji ber kesên ku wê ji wir derkevin, dema ku ji wir derdikevin li ber deriyê zîndanê dilsoziya xwe ji Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk re diyar dikin û destnîşan dikin ku wê girêdayî egerên pêvajoyê têbikoşin. Kesên ji zîndanan nayên derxistin, di rastiyê de ji bo ku beşdarî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk nebin, nayên derxistin. Wê demê kesên ku asteng dikin, li dijî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk in. Nexwe derdorên rantparêz di qada hiqûqî de jî hene. Me digot ku rantparêz û derdorên li dijî pêvajoyê derdikevin, hene. Di warê edalet û hiqûqê de derdoreke rantparêzan hatiye avakirin. Yan jî tiştên ku dixwazin di warên cuda de bi rê ve bibin, li wan qadan bi rê ve dibin. Me cara din gotibû ku pergaleke rehîngirtinê ya tam heye. Erê rehîngirtin, ragirtina bi darê zorê ye. Ew hemû bi darê zorê tên ragirtin û ev yek li gel her cure sepanên agirtina bi darê zorê tên kirin. Ev sepan, heya kesên li hember jiyana xwe ji dest dide jî berdewam dike. Têkoşîn di vê astê de ye. Ji ber vê yekê bi qasî ku zîndan bi vî rengî bin û bi qasî ji zîndanan cenaze derkevin bila tu kes li benda aşitiyê û demokrasiyê nebe. Ma ev ê çawa be? Ev qasî malbatên girtiyan û dayîkên aşitiyê mitîngan li dar dixin û daxuyaniyan didin û dibêjinku bi vî rengî nabe. Lê belê rewş wiha ye. Ev yek jî pîvanek e. Nîşan dide ku desthilatdariya heyî ya AKP’ê çawa li nêzî Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk dibe. Nikare bibêje ku hêza min tune û ez nikarim xwedî lê derkevim. Wezîrê Edaletê rêveberiya wir û kîjan biryarê dixwaze, dikare bistîne. Yanî hikûmetê bi rê ve dibe. Ji ber wê jî di gel ku rastiyeke ku ev qasî li holê ye heye, ti baweriya gotinên weke ‘Rêveberên PKK’ê li hemberî pêvajoyê asteng in’ tune. Ma wê kî ji van gotinan bawer bike? Jixwe ti kesî jî jê bawer nekir. Li holê ye ku kîjan alî dibe asteng. Ji ber vê yekê bi rastî jî rewş cidî ye. Çalakiyên piştevaniya ji bo kesên di zîndanan de gelekî girîng û watedar in. Ez hemûyan silav dikim. Bi taybetî jî têkoşîna ku ji aliyê dayîkan ve tê meşandin, gelekî zêdetir bi qîmet û watedar in. Divê hemû kes beşdar bibin û mezin bibin. Di rastiyê divê dema ku ew cenaze derdiket, ji aliyê milyonan ve bihata pêşwazîkirin. Diviya bertek nîşan bida. Wê demê desthilatdariyê nedikarî tiştekî bike û wê neçar bimaya guhertinan pêk bîne û rê li ber sekna demokratîk veke. Ev yek bes bi têkoşînê pêkan e. Ti kes tiştekî nade ti kesî. Li gel têkoşînê tê standin. Maf nayê dayîn, tê standin. Ev yek, têgeha herî sereke ye. Wê demê divê em teqez egerên vê yekê bi cih bînin. Ji ber wê yekê ez Tûncer Saglam bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Ew, şehîdên têkoşînê ne û wê rojekê hesaba wan were pirsîn. 

*Piştî vê qetilkirinê li Îzmîrê di kargehekê de 19 karkeran jiyana xwe ji dest dan û bi dehan birîndar hene. Dîsa di gel ku têkildarî pêvajoyê nîqaşên bi vî rengî hene, hûn derketina rojevên bi vî rengî çawa dinirxînin? 

Li gel egera pêvajoyê, em têkildarî pêvajoyê nîqaşan bi rê ve dikin. Li aliyekî civîna avûhewayê yali Antalyayê, li aliyekî hatina cenazeyan ên ji zîndanan, pêkhatina ev qasî zext û êşkenceyê. Ji aliyekî ve jî însan tên girtin û dibêjin ku temenê bikaranîna tiryakê daketiye 5’an. Li her derê û bajarên Kurdistanê birêxistinkirî û plankirî ye. Tiryak û fûhûş tên pêşxistin û şerê taybet di astên herî jor de tê birêvebirin. Li her derî jin tên qetilkirin. Yanî her roj çend nûçe tên û li ser çapemeniyê tên nîşandan. Yanî weke ku kesên din wan yekan dibînin ew jî berê xwe didin wê. Yanî di rastiyê de ev, rewşa rêveberiya heyî nîşan didin. Qetilkirina karkeran jî encameke vê yekê ye. Krîza fonan hebû ku digotin wan ew qasî dizî kiriye û ev yek bes aliyekî wê diziyê ye. Ew jî hate veşartin û nehate eşkerekirin. Lê belê wê bi vî rengî heya ku derê berdewam bike? Ev pergala zext û îstîsmarê êdî gelekî lawaz û perçe perçe bûye. Helbet tişta nebaş tê serê zarokan, jinan, xizanan, ciwanan, Kurdan û Elewiyan. Yanî tê serê bindestan. Barê vê pergala herimî dimîne ser milên wan. Ev yek ji bo karkeran jî derbasdar e. Bes ne qetilkirina 19 karkerên li Îzmîrê. Di demên dawiyê hate eşkerekirin ku li gelek cihên cuda di bin avê qezaya kar de gelek cînayet çêbûne. Ev, rewşeke cidî û girîng e. Lê belê ger wisa be însan nikare tiştekî bibêje, bibêjin ku rewşeke wisa ye ku pêşî lê nedihat girtin û mecbûrî bû. Na, ne wisa ye. Dikarî pêşî li hemûyan were girtin. Ev ne qeza ne. Bi destê însanan û hêrsa bidestxistina qezanca zêdetir ev encam hatiye afirandin. Ti eleqeya wan bi qezayê re tune ye. Hemû qetilkirin û cînayet in û divê wisa jî bên dîtin. Însan, ew qasî xizan in ku tevî wê yekê jî neçar dimînin ku li wan deran bixebitin. Lê belê ger hinekî temînatên wan hebin ti kes li wan deran naxebite. Ji ber wê yekê jî divê sendîkayên karkeran, tevger û rêxistinên çîna karkeran hesastir bin û hewceyî bi têkoşîneke bandordartir heye. Tên gotin lê belê birêxistinbûn tune ye, têkoşîn tune ye û gelekî perçebûyî, belavbûyî ye. Wisa dixuye. Desthilatdarî û xwediyên sermayeyê li gorî daxwaz û dilê xwe tev digerin. Sendîka, tevgerên karkeran, tevgerên siyasî gelekî lawaz bûne. Karker, nehatine birêxistinkirin. Divê xwe ji vê yekê rizgar bikin. Divê werin birêxistinkirin û têkoşîn were meşandin. Yanî bi rastî jî mirov nikare li hemberî van yekan hêrs nebe. Ez vê komkujiyê şermezar dikim û karkerên hatine qetilkirin bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Êşa malbat û xizmên wan parve dikim. Lê belê li gel gotinan van yekan çareserî nayê peydakirin. Birêxistinbûn û têkoşîn hewce e. Divê em hemû hemû hêza xwe bi kar bînin û vê yekê bi hev re bikin. Divê em bizanibin ji vê pergala qetilkirin û dizîyê re bibêjin bisekine. 

*We got ku ma ev ê çi qasî bi vî rengî berdewam bike? Li seranserê cîhanê însanên guh didin vê yekê hene, geşedanên bi vî rengî hene. Li Brezîlyayê çepgir dubare hatin ser desthilatdariyê. Li Sirbistanê jî aliyê ku piştevanî dida tevgera xwendekaran hat ser desthilatdariyê. Donald Trump di hilbijartinan de têk çû. Li kolanên Ewropayê her roj çalakî tên lidarxistin. Hûn van geşedanan girêdayî gotinên xwe yên dawîn çawa dinirxînin?  

Ez di demên dawîn de difikirim bê ka çima ev qasî Îran û Ûkrayna hilweşandin? Sûriye hilweşandin. Ez dizanim bê ka beriya wê hewl didan çawa Sûriyeyê ava bikin. Gelek sermaye hatibû dayîn û dihat çêkirin. Yanî pergaleke wisa ye ku her tiştî hildiweşîne û piştre karê jinûveçêkirinê dide xwe. Helbet dema ku wê dike jî xwediyên sermayeyan li milyarên xwe milyaran zêde dikin. Dagirkirineke ev qasî mezin heye. Bo nimûne wê di demên nêz de çêkirina Îran û Ûkraynayê dest pê bike. Wê ji jinûveçêkirina Ûkraynayê yekdest qezenc bikin û wê qezenceke gelekî mezin bi dest bixin. A niha wê li şûna çekên ku di hilweşandina wê de hatine bikaranîn, çekên nû werin çêkirin. Wê yekdestên pîşesaziya çekan jî qezencê bi dest bikin. Rewşa ku herî baş nîşan dide ku ev pergala dewlet û desthilatdariyê pergaleke çawa ye û di bin navê pergala modernîteya kapîtalîst hatiye ku derê. Rewşeke wisa ye ku di rastiyê de dikare wiha bike ku dikare êrîşên gelekî girantir bikin. Nakokî û şer û pevçûnên wan ên navxweyî ev qasî zêde kûr in, hêrsa wan a qezenckirinê ev qasî xurt in. Yanî ji bo qezenca zêdetir û bidestxistina tişta di destê aliyê din de dikare her cure êrîşê pêk bîne. Li vir du tişt wan ditirsînin. Yek, têkoşîna şoreşgerî ya gelan. Ditirsin û dibêjin ku ger em wiha bikin, li gel hevûdu şer bikin wê civak ji vê yekê sûd wergire, xwe birêxistin, zanedar bike û dest bi têkoşîna şoreşgerî û demokratîk bike. Ditirsin û dibêjin ku wê gelo wê alternatîfa ku dawiya me bîne, derkeve holê. Şoreşa Cotmeha 1917 ev tirs nîşan da. Hewldanên beriya wê nîşan da. Gelek geşedanên şoreşgerî pêk hatin û a niha her roj hesaba vê yekê dikin, di nava tirsê de ne. Ya duyem jî çekên ku afirandine. Bo nimûne em dibêjin ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ev 30-35 sal in berdewam dike. Di warê leşkerî de bi qasî Şerê Cîhanê yê Yekemîn xurt û dijwar nîne. Ne weke Şerê Cîhanê yê Duyemîn e. Çima? Ji ber ku nabe. Nikarin Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de wisa bikin. Ger wisa bikin, aliyên ku dikin bes yên li hemberî xwe tune nakin, di heman demê de xwe jî tune dikin. Çekên wê bi kar bînin, di asta ku hemû xwezayê, mirovahiyê û cîhanê tune bikin de ne. Hatiye vê astê. Ji ber tirsa vê yekê nikarin xurttir bikin. Hin kes dibêjin ku aliyê leşkerî lawaz e, ji Şerê Cîhanê yê Sêyemîn re dibe amadehî û wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn çêbibe. Jixwe Şerê Cîhanê yê Sêyemîn heye. Ji kesên wisa re roj baş tê gotin. Ev 30-35 sal in berdewam dike. Wê şerên weke Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn çênebin. Dema ku kesekî hewl da wê bike jî wê demê divê ji wan re hirdîn b gotin. Ew tê wateya tunekirina mirovahiyê. Di demên dawîn de kesên ku aqilê wan zêde ne li serê wan desthilatdarî bi dest xistin û mirovahiyê tirseke mezin jiya. Tişta ku digotin pêşketina rastgiran, ev bû. Di rastiyê de tiştekî weke pêşketina rastgiran tune ye. Pêşketina talûkeyeke bi vî rengî heye. Pergala modernîteya kapîtalîst xwe gihand wê xalê û dîsa jî kontrol dikin û dibêjin ku em baldar bin. Lê belê ne diyar e bê ka wê heya ku derê biçe. A niha ew hêmanên me diyar kirine, têkildarî şerî ne. Ez ji ber wê yekê diyar dikim. Girêdayî şerê 30-35 salan e û navenda vê yekê Rojhilata Navîn e. Şerê Îran-DYE û Îsraîlê berdewam dike. Hê nesekineye. Tê gotin ku wê mezintir bibe û êrîşên mezintir werin kirin. Em vê yekê nizanin. Ûkrayna di navbera Asya û Ewropayê de qadeke gelekî girîng bû. Ji xwe li başûrê wê yanî li Rojhilata Navîn jî tim şer heye. Geşedanên li seranserê cîhanê girêdayî vê yekê ne. Bi rastî jî siyaseta şerxwaz û gef li morovahiyê dixwarin, li gel hilbijartinên dawîn derbe xwarin. Divê aliyek wê wiha were nirxandin. Mirov dikare hilbijartinên Îsraîl û DYE’yê bi vî rengî binirxîne. Di hilbijartinên ji Brezîlyayê heya Sirbistanê de jî xuya dike ku hêzên çepgir ên demokratîk bihêztir in. Li gelek qadên din jî wisa ye. Li Elmanyayê jî li Berlînê partiya çepgir bi ser ket lê belê hewl didin li hemberî desthilatdariya wê bibin asteng. Dewleta heyî çawa li nêzî tevgera çepgir a faşîst dibe di heman demê de bi heman awayî li nêzî hêzên çepgir ên demokratîk û sosyalîst dibe. Lê belê ciwanan berteka sereke nîşan da. Ji Fransayê dest pê kir heya Îtalya û Hollandayê belav bû her derî. Bang li hemû derdorên civakî dike. Ev ciwanên xwendekar bûn, ciwanên lîseyî bûn û pir balkêş e ku tevgera berxwedanê civakî kir. Pêşengtiya wê di nava derdorên din ên civakî de jî belav kir. Nîşan da ku wê li hemberî vê pergalê hin kes li ber xwe bidin. Çi qasî pergala şerê taybet were sepandin jî wê hin kes dîsa wê çemberê bişkînin, şerê taybet hilweşînin û li hemberî vê pergalê ala berxwedanê bilind bike. Rewşa heyî ew nîşan da. Têkildarî vê mijarê ez ê vê yekê bibêjim ku ew mijar in ku wê gelekî werin nîqaşkirin lê belê van bûyeran ev yek nîşanî me dan. Di rastiyê de pêşketineke rastgiriyê çênebû. Tiştekî ku civak tiştên ku ji aliyê pergala sermayê ve tên kirin nabîne, tune ye. Divê neyê gotin ku ew gelekî dixebitin, tiştên ku dibêjin û dikin di nava civakê de piştgiriyê distînin û ji ber wê yekê di hilbijartinan de bi ser dikevin û li Ewropayê gefên desthilatdarbûnê dixwin. Baş e divê çi were gotin? Di rastiyê de divê were gotin ku hêzên çepgir ên demokratîk kêm dixebitin û xwe kêm birêxistin dikin. Divê em kêmasiyan li ba xwe bibînin. Divê kesên dibêjin ku ez demokrat im û sosyalîst im rexnedayîna xwe bidin. Bi qasî hewce dike civakê serwext nakin, civakparêz nînin, ji civakê dûr ketine û naçin nava civakê. Gelekî qalibparêz û dogmatîk in. Nikarin qanihker bin. Hema bibêjin gihîştine xaleke wisa ku nava pergalê de tev digerin û ev yek rewşeke pir xirab e. Hilbijartinan jî ew yek nîşan da. Berxwedana ciwanan jî ev yek nîşanî me da. Bi rastî jî ger nêzîkatî, têkoşîn û birêxistinbûnek çêbibeî ev pergala modernîteya kapîtalîst dikare li her derî were teşhîrkirin û dikare pergala civaka demokratîk a alternatîf, têkoşîna civaka demokratîk li her derî pêş bikeve, aliyan peyda bike û girseyî bibe. Ji ber wê yekê jî bi rastî tişta ku divê pêk were, hişmendiya rast, bernameya rast û taktîk û stratejiyên rast in. Hewldana bi wêrekî û fedakarî ye. Ger kesên ku dibêjin ez rewşenbîr im, hunermend im, siyasetmedar im, yanî kesên ku dibêjin ez pêşeng û ruhê van însan û civakên bindest im xwedî li erk û berpirsiyariyên xwe derkevin wê her tiş piş baş be û pir baş bi rê ve biçe. Wê têkoşîna antîkapîtalîst li her derî gelekî baş pêş bikeve û wê kapîtalîzmê derbas û ji holê rake. Di rastiyê de gelek berdewam jî kir. Diviya negihîştibûna vê xalê jî. Sed salan beriya niha, di destpêka sedsala 20’emîn de şoreşgeran got ku berdewamkirina wê bobelat e. Diviya bihata derbaskirin. Di sedsala borî de zêde hebûna xwe domand. Erê, berpirsiyariyeke hêzên çepgir û sosyalîst ên dixwestin alternatîfekê ava bikin jî heye. Êdî ger vê yekê bibînin û erkê xwe yê pêşengtiyê bi awayekî serkeftî bi cih bînin wê pêkan be ku pergaleke ev qasî gefan li xweza, mirovahî û civakê dixwe, were derbaskirin. Banga me jî ew e ku li her derî hişmendî û têkoşîneke bi vî rengî were pêşxistin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2026’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Omer Ocalan: Bila çav û guhê her kesî li Rojava be

Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hûmsê li mizgeftekê teqîn: 3 mirî, 5 birîndar

Li Hûmsê li mizgeftekê teqînekê rû da. 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5…

Ji aliyê Stêrk TV

Jinên ji Amedê: Bûyerên diqewimin sûcê şer e, bêdeng nemînin

Jinên ji Amedê diyar kirin ku li Rojava, Îran û Helebê êriş li jin û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

ROJEVA 17’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Arjantînê di 10 mehan de zêdetirî 240 jin hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Di Lûtkeya Kopenhagê de ji bo mafên jinan banga çalakiya kûrewî hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Heresta gorek komî hat dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?