Seroka Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Petra Bayr piştî serdana girtîgehên Tirkiyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Bayr piştî serdanan bal kişand ser girîngiya diyalogê û spasiya rayedarên Tirkiyeyê û Serokê Delegasyona PMKE’yê yê Tirkiyeyê Yildirim Tugrul Turkeş kir.
Petra Bayr diyar kir ku di dawiya hefteyê de bi Osman Kavala, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag Şenoglu, Ekrem Îmamoglu û çalakvan Muzeyyen Dogan a ku di operasyonên 12’ê Îlonê de hatibû girtin re hevdîtin pêk aniye û bi bîr xist ku dosyayên çar kesan li ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ne.
‘BIRYARÊN DADGEHÊ NE PÊŞNIYAR IN, MECBÛRIYET IN’
Petra Bayr da zanîn ku DMME’yê di sê dosyayan de biryara berdanê daye û di dosyaya çaremîn de jî pêvajoya serlêdana pêşîn didome. Petra Bayr anî ziman ku Tirkiye mecbûr e biryarên DMME’yê bi cih bîne.
PEtra Bayr di daxuyaniya xwe de wiha got: “Tirkiye jî wekî her dewleteke endama Konseya Ewropayê, mecbûr e ku biryarên dadgehê bi cih bîne. Biryarên dadgehê ne pêşniyar in, mecbûriyet in. Ev mecbûriyetên ku me hemûyan girtine ser milê xwe ne. Biryara ku neyê bicihanîn me hemûyan qels dike, lê biryara kubi cih were me hemûyan xurt dike.”
‘PÊVAJOYA AŞTIYÊ LI SER BINGEHA SERWERIYA HIQÛQÊ, DEMOKRASÎ Û MAFÊN MIROVAN DIKARE BI SER BIKEVE’
Petra Bayr destnîşan kir ku divê dewletên endamên Konseya Ewropayê hem li Komîteya Wezîran a Strasbourgê û hem jî di hevdîtinên xwe yên dualî de helwesteke hevpar nîşan bidin û xwest ku di mijara bicihanîna biryarên DMME’yê de israr were kirin.
Petra Bayr anî ziman ku ev pêvajo ne tenê ji mecbûriyeteke hiqûqî pêk tê û destnîşan kir ku bicihanîna biryaran wê baweriya gelê Tirkiyeyê ya bi saziyan re jî xurt bike.
Petra Bayr bal kişand ser girîngiya girêdana Tirkiyeyê ya bi têgihiştina civaka demokratîk û pirreng a ku sedsal berê bingeha wê hatiye avêtin û got ku pêvajoya aştiyê ya ku bi gelê Kurd re tê meşandin, heke li ser bingeha serweriya hiqûqê, demokrasî û mafên mirovan were avakirin dikare bi ser bikeve.

