Jin li gel mercên karkirinê yên ne ewle û xizaniyê ji ber barê karên nava malê di nava jiyana kar de li neheqiyê rast tên. Xwedîkirina zarokan, extiyar û mirovên nexweş bi giranî li ser milê jinan tê hiştin ku ev yek jî girêdaniya aboriyê ya jinan zêde dike ku tevlîbûna wan a li nava jiyana kar jî zehmet dike. Azadiya aboriyê ya jinan di têkoşîna li dijî tundiyê de xwedî cihekî girîng tê dîtin. Ji bo keda jinê bê garantîkirin û karibin di nava mercên wekhev de bixebitin, bang tê kirin ku polîtîkayên cemaweriyê bi cih bêne anîn.
Li gorî daneyên Îlona 2026’an ên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK) rêjeya bêkariyê li nava jinan ji sedî 11,3, li nava mêran ji sedî 6,9 e. Rêjeya karkirinê li nava jinan ji sedî 31,2, li nava mêran jî ji sedî 65,8 e.
Hevseroka Şaxê Hejmara 2’emîn a Amedê ya Sendîkaya Genel-Îşê ya DÎSK’ê Sabahat Sever xizaniya jinan û pirsgirêkên di jiyana kar de lê rast tên ji ajansa me re nirxand.
Sabahat Sever diyar kir ku xizaniya jinan tenê bi krîza aboriyê yan jî mûçeyên kêm nikare bê eşkerekirin û ragihand ku pirsgirêk yekser bi newekheviya zayendî û hilberîna bi serweriya mêr ve girêdayî ye.
Sabahat Sever got, “Jin di nava jiyana kar de hîn bêhtir bi rengekî ne ewle, mûçeyê kêmtirîn, li karên ne qeyidkirî û demkî têne xebitandin. Li gel vê yekê karên nava malê, xwedîkirina zarokan, extiyar û mirovên nexweş, xwarin, paqijî bi rengekî bêberdêl ji aliyê jinan ve têne kirin. Di vir de mêtingeriyeke dualî heye. Jin hem di hilberînê de weke hêza kar a ne ewle û erzan tê dîtin, hem jî li nava malê bi berpirsyariya keda nayê dîtin a lênihêrînê radibin. Nedîtina vê kedê dibe sedem ku serxwebûna aboriyê ya jinan, tevlîbûna wan li nava jiyana civakî û derfetên rêxistinbûnê kêm bibe.
Lewma têkoşîna li dijî xizaniya jinan tenê bi dîtina kar a jinan sînorkirî nîne. Divê keda jinê bê naskirin, mercên karkirinê yên bi ewle jê re bêne afirandin û xizmetên lênihêrînê jî weke berpirsyariya cemaweriyê bi cih bê anîn. Eger em dixwazin xizaniya jinan ji holê rakin, beriya her tiştî divê keda jinê bê dîtin, jinn hem li qada hilberînê hem jî li qada civakî xwedî mercên wekhev be.”
Sabahat Sever destnîşan kir ku serxwebûna aboriyê ya jinan ji mercên bingehîn ên azadbûnê ye û got, “Girêdaniya aboriyê li pêşiya biryardana azad a jinan li ser jiyana wan astengiya herî mezin e. Jineke ku tundî lê tê kirin, dema ku hatineya xwe nebe, derfetên xwe yên stargehê û garantiya civakî nebe, hingî zehmet e ku ji cihê tundiyê dûr bikeve. Ji ber vê yekê girêdaniya aboriyê yek ji pirsgirêkên bingehîn e ku zemînê ji dewamkirina tundiyê re amade dike.”
Di dewama axaftina xwe de Sabahat Sever got, “Lê belê em zanin ku serxwebûna aboriyê bi tena serê xwe nikare tundiyê ji holê rake. Ji bo vê divê têkiliyên civakî yên bi serweriya mêr bêne guhertin, mekanîzmayên hiqûqî yên parastinê bi cih bêne anîn û piştevaniya jinê were xurtkirin. Azadbûna jinê ne tenê xwegihandina li çavkaniyên aboriyê ye, bi hebûna wê weke miroveke azad û wekhev li hemû qadên jiyanê dibe.”
Sabahat Sever destnîşan kir ku têkoşîna keda jinê ji têkoşîna kedê ya giştî cuda nikare bê nirxandin û got, “Lê belê rast nîne ku neheqiya li jinan tê kirin tenê di nava pirsgirêkên çînî de bêne helandin. Jin neçar dimînin ku hem li dijî talankirina kedê hem jî li hemberî têkiliyên civakî yên bi serweriya mêr têbikoşin. Divê sendîka di vê mijarê de bi berpirsyariyeke hîn xurt rabin.”
Di dawiya axaftina xwe de Sabahat Sever got, “Heta ku keda jinê ya nayê dîtin ji nedîtî ve neyê, heta ku çavkaniyên aboriYê bi rengekî wekhev neyên parvekirin, heta ku têkiliyên bi serweriya mêr neyê guhertin wekheviya civakî pêk nayê û got, “Li cihekî ku keda jinê azad nîne têkoşîna kedê jî kêm dimîne. Li nava civakeke ku jin lê azad nîne azadiya civakî jî nepêkan e.”

