Girtiya bi nexweşiya giran Evîn Zapsu ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê tê ragirtin û 16’ê Mijdarê teşhîsa kanserê lê hatibû danîn, di rewşeke xetere de ye. Hate ragihandin ku di encama biyopsi û lêkolînên din de teşhîsa kansera malzarokê ya asta çaremîn li Evîn Zapsu hatiye danîn. Lê belê li gel hemû bangan jî nayê berdan.
Xizmên girtiyên nexweş li pêşiya Wezareta Edaletê ji bo berdanê bang kirin. Parêzera Evîn Zapsû, Bêrîvan Çelik jî rewşa tenduristiyê ya muwekîla xwe û bûyerên dawî ji ANF’ê re nirxand.
Bêrîvan Çelik diyar kir ku hefteya derbasbûyî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Kayseriyê muwekîla xwe dît, êşa wê gelekî giran bû, bedena wê werimî bû û hin deformasyon lê çêbû bû. Bêrîvan Çelik anî ziman ku doktoran jê re gotine, Evîn Zapsu ya ku teşhîsa metastaz û kansera malzarokê ya asta çaremîn lê hatiye danîn divê bi lez bê dermankirin û hişyarî da ku eger dermankirin bê derengxistin dibe ku muwekîla wê hewcedarê lênihêrînê bimîne.
Bêrîvan Çelik têkildarî belavbûna nexweşiyê bal kişand ser encamên toografiyê û dîmenên radyolojîk û diyar kir ku ji lêkolîna destpêkê ya ji meha Tebaxê û vir ve rewşa tenduristiyê ya muwekîla wê hîn girantir bûye.
Berîvan Çelik got, “Di dîmenê destpêkê yê radyolojîk de girêk tenê li nava zik hebû. Bi demê re ev girêk belav bûn, ber bi jorê, ber bi sîngê ve belav bûn, êdî di binê çenga wê de jî girêkên nû çêdibin. Têkildarî vê yekê dîmenên radyolojîk, tomografî, rapor û encamên biyopsi yên vê yekê hene.
Dema ku mirov raporên meha Tebaxê û rewşa niha didin ber hev, dibînin ku girê zêde bûne û êş jî hîn giran bûne.”
Bêrîvan Çelik ragihand ku doktorê muwekîlê wê gotiye, divê bi lez emeliyat bibe, girêk bêne jêkirin û anî ziman ku wan bi daxwaznameyê xwestine ku tedawiya muwekîla wê bi lez destpê bike.
Bêrîvan Çelik bal kişand ser pirsgirêkên tenduristiyê yên muwekîla wê yên ji ber mercên girtîgehê û got, ji ber sermayê neçar dimîne ku timî bi kîsê ji ava germ razê û ji ber êşên xwe jî piraniya dema xwe razayî derbas dike.
Her wiha ragihand ku dema muwekîla wê dibin nexweşxaneyê jî tenê dermanê şikandina êşê jê re tê dayin.
Bêrîvan Çelik têkildarî rewşa tenduristiyê ya Evîn Zapsu fikarên xwe anî ziman û got, “Eger bi lez neyê dermankirin wê bikeve nava rewşeke gelekî zehmet.”

