Çarşem, 18 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    PÎK: Em operasyonên li dijî endamên HEVBENDÎ şermezar dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Seroka MPKE’yê Petra Bayr: Tirkiye ji pêkanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê nexweşê giran Civan Boltan: ‘Ev sê hefte ne min nabin nexweşxaneyê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Şehîdên Merîwanê bûn rêberê siberoja azad

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Karê ne ewle û keda bê bersiv xizaniya jinê mezin dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê di sala 2025’an de 285 hezar kes rastî tundiya hevjînan hatin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kirmanşanê bavek keça xwe ya 16 salî qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiyên 25’ê Mijdarê yên li Rojava: Jin divê bi qanûnî bên parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Girtiyên Apoyî: Divê girtiyên nexweş derhal bêne berdan
Rojane

Girtiyên Apoyî: Divê girtiyên nexweş derhal bêne berdan

Girtiyên Apoyî bi peyamekê piştgirî dan çalakiya rûniştinê ya bêdem a li Enqereyê ya ji bo girtiyên nexweş û xwestin, ku di serî de girtiyên nexweş hemû girtî derhal bêne berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Bi navê Girtiyên Apoyî Denîz Kaya têkildarî çalakiya rûniştinê ya bêdem a 17’ê Mijdarê roja Sêşemê li Enqereyê hate destpêkirin, daxuyaniyek hate dayin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku girtiyên nexweş yek ji ezmûnên bingehîn ên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di serî de girtiyên nexweş, hemû girtî bila bên berdan. Em weke girtiyên Apoyî ku bi salane ji ber têkoşîna xwe ya azadiya gelê me û nasnameya xwe ya siyasî li zindanan tên ragirtin, îro car din dixwazin bal bikêşin ser yek ji pîvanên herî esas a aştî û çareseriya demokratîk. Li welatekî dema behsa aştiyê tê kirin, hevrêyên me yên li zindanan rû bi rûyê nexweşiyan e, nayên tedawîkirin û mafên wan ên jiyanî tê binpêkirin. Ev nîşan dide ku îdîaya çareseriya demokratîk hîna neveguheriye rastiya şênber a jiyanê. Ji ber ku aştî tenê bi gotinên siyasî na, bi garantîkirina mafê jiyanê, dabînkirina şert û mercên li gorî rûmeta mirov û rakirina astengiyên li pêşiya azadiyan bi wate dibe. Ji vî alî ve mafê jiyanê yê girtiyên nexweş, xwegihandina tedawiyê û azadiya wan, yek ji berpirsyariyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e.

Em yên ku bi vê berpirsyariyê li Enqereyê ji bo mafê jiyanê yê girtiyên nexweş û azadiya wan çalakiya rûniştinê ya bêdem pêk anîne û yên xwedî li vê çalakiyê derdikevin, silav dikin; em destnîşan dikin ku têkoşîna ji bo girtiyên nexweş ne tenê berpirsyariya malbat û xizmên wan e, berpirsyariya hevpar a hemû beşên civakî yên alîgirên aştî, demokrasî û azadiyê ne. Em bawer dikin ku ev têkoşîn divê bi îradeya hevpar a gelên me û piştevaniya me were mezinkirin.

Di demeke ku pêvajo pêş dikeve de, binpêkirinên mafan ên li zindanan, pêkanînên tecrîdê û dewamkirina şert û mercên ku gefê li jiyana girtiyên nexweş dixwin, ne li gorî ruhê pêvajoyê û îdîaya çareseriya demokratîk e. Guhertina stratejîk a ku Rêbertiya me raber kirî, ne tenê di gotina siyasî de, divê di hemû qadên jiyana civakî de bersiveke şênber bibîne. Rêya vê ew e ku dewlet û desthilatdarî dest ji nêzîkatiya mijûlkirina pêvajoyê berde û ji bo demokratîkbûnê gavên şênber, bi biryar û bi bawer bavêje.

Lê belê îro tiştên li zindanan diqewimin, nîşan dide ku têkildarî vê yekê hîna pirsgirêkeke cidî ya îradeyê heye. Bi sedan girtiyên nexweş, tevî pirsgirêkên tenduristiya giran û nexweşiyên ku gefê li jiyana wan dixwin, li girtîgehan tên ragirtin; xwegihandina wan a tedawiyê bi hincetên cur be cur tê astengkirin, mafên wan ên tehliyeyê bi nêzîkatiyên kêfî û siyasî tên tunekirin. Hevrêyê me Tuncer Saglam bêyî ku mafê xwe yê tedawiyê bi kar bîne, jiyana xwe ji dest da. Ev yek nîşan dide ku ev polîtîka dibe sedemê encamên çiqasî giran. Hevrê Newroz Bozkurt ku li dijî nexweşiya Losemî têdikoşe, li beşa lezgîn a nexweşxaneyê tê ragirtin. Hevrêya me Evîn Zapsu li dijî teşhîsa penceşêrê ya qonaxa 4’an, têdikoşe. Ev yek nîşan didin ku rewşa girtiyên nexweş divê zêdetir neyê taloqkirin.

Mafê jiyanê û tenduristiyê yê mirovan nabe mijara hinceta siyasî, îdarî yan jî ewlekariyê. Mafê herî esas û hiqûqî ye ku girtiyên nexweş bigihijin azadiya xwe û mafê tedawiyê. Bi heman rengî nayê qebûlkirin ku hevrêyên me yên tevî ku înfaza wan temam bûye jî lê azadiya wan bi hincetên cur be cur tê astengkirin, hîn jî li zindanê bên ragirtin. Heta ku tecrîda li zindanan, ferzkirina poşmantiyê û polîtîkayên şkandina îradeyê bi dawî nebin, di aliyê demokratîkbûn û aştiya civakî de behsa pêşketineke rast nayê kirin.

Em weke girtiyên Apoyî bi hemû hevrêyên xwe yên têkoşîna mafê jiyanê û azadiyê dimeşînin re, bi berpirsyariya dîrokî û zanebûna parvekirina nirxên têkoşînê, em ê têkoşîna jiyana azad û bi rûmet li ser esasê îradeyeke hevpar bidomînin.

Girêdayî vê yekê em çalakiya rûniştinê ya bêdem a li pêşiya Wezareta Edaletê ya li Enqereyê hatiye destpêkirin weke îfadeya berpirsiyariyeke rewa û dîrokî ya parastina mafê jiyana girtiyên nexweş û azadiya hemû girtiyan diparêze, dibînin. Em di wê baweriyê de ne ku xwedîlêderketina civakî ya ku wê li dora çalakiyê pêş bikeve, wê hêzê bide berxwedana hevrêyên me yên di zindanan de, dengê malbatan xurttir bide bihîstin û daxwaza wan a azadiyê veguherîne îradeyeke civakî ya hevpar.

Ji vir em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin: Werin em xwedî li mafê jiyana girtiyên nexweş derkevin. Em çalakiya li Enqereyê hatiye destpêkirin bi tenê nehêlin; weke jin, ciwan, kedkar, saziyên demokratîk û mafparêz li dora vê çalakiyê kom bibin û bibin yek. Li gel hevrêyên xwe yên di zindanan de li ber xwe didin yekîtiya xwe ya têkoşînê mezin bikin. Ji ber ku tiştên ku li zindanan rû didin bes ne pirsgirêka girtî û malbatan e; berpirsiyariya hevpar a hemû kesan e ku daxwaza edalet, azadî û civaka demokratîk dikin. Bêyî ku em li bendê bin hevrêyek me jiyana xwe ji dest bide, divê em ji bo azadî û mafê tedawiyê yê girtiyên nexweş îradeyeke civakî ya bihêz nîşan bidin.

Banga me li dewlet û desthilatdariyê jî eşkere ye: Berpirsiyariyên ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hewce dikin, zêdetir mijûl nekin. Dest ji nêzîkatiyên ku pêvajoyê di asta gotinan de digire û pêngavên şênber mijûl dike, berdin. Di serî de girtiyên nexweş hemû astengiyên li pêşiya azadiya hemû girtiyan bêyî şert û merc û tavilê ji holê rakin. Girtiyên nexweş bi awayekî bêyî şert û merc tehliye bikin, mafê wan ê tedawiyê misoger bikin; girtiyên ku înfaza xwe temam kirine serbest berdin û dawiyê li sepanên derqanûnî yên li zindanan tên domandin, bînin. Civakîbûna aştiyê û pêşketina çareseriya demokratîk bes bi van pêngavên şênber ên ku werin avêtin pêkan e.

Weke girtiyên Apoyî, em ê li gel hemû hevrêyên xwe yên li zindanan têkoşîna mafê jiyanê û azadiyê dimeşînin li gel hişmendiya ku heman berpirsiyariya dîrokî û nirxên azadiyê parve dikin, em ê têkoşîna azadî û jiyaneke birûmet li dora îradeyeke hevpar bidomînin. Girêdayî vê yekê em di wê baweriyê de ne ku em ê bi awayekî xurttir xwedî li çalakiya ku li Enqereyê hatiye destpêkirin, derkevin û gelê me wê li dora vê çalakiyê bibe yek û xwedî li berxwedana li zindanan derkeve û daxwaza azadiyê veguhere têkoşîneke civakî ya bihêztir.

Em biryardariya xwe ya bicihanîna berpirsiyariyên xwe yên ku ji bo avakirina aştî, demokrasî û jiyanan azad dikevin ser milên me dubare dikin û bi awayekî eşkere îfade dikin ku em ê li hemberî binpêkirina azadî û mafê jiyanê yên hevrêyên xwe bê deng nemînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Aqûbeta 4 Kurdên ji aliyê hêzên Îranê ve hatin revandin, nayê zanîn

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku dewleta Îranê beriya 13 rojan 4 kes revandin…

Ji aliyê Stêrk TV

3 dekanên Zanîngeha Firatê di qezayê de jiyana xwe ji dest dan

Li ser rêya Hesekê-Dêrazorê qezayeke trafîkê çêbû, di encamê de 3 dekanên Zanîngeha Firatê jiyana…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Ji ber guherîna avhewayê divê rewşa lezgîn a tenduristiya kûreyî were îlankirin’

Ji 30 welatan 146 lêkolîneran hişyarî da ku bandora guherîna avhewayê ya li ser tenduristiya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Dr. Korkmaz: Tirkiye ji ber tifaqên leşkerî dikare berdêlên giran bide

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Berpirsyariya dîrokî ya Elewiyan ew e ku bibin kirdeya civakî ya aştiyê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 18’Ê MIJDARA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?