Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye bi daxuyaniyekê avakirina Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê ragihand. Endama Komîsyonê Derya Moray diyar kir ku ew bang li hemû jinan dikin ku vê pêvajoyê bi wan re bişopînin û di her qonaxê de tevlî xebatên komîsyonê bibin.
Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye li avahiya Komeleya Dema Jinan a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê ji bo ragihandina avakirina Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê ya Jinan civînek çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên saziyên jinan, aktivistên TJA’yê, nûnerên partiyên siyasî û gelek jin tevlî civîne bûn. Metna Kurmancî ya daxuyaniyê Endama Komîsyona Şopandin û Teqîbê ya Jinan a Aştiyê Derya Moray metna Tirkî ya daxuyaniyê jî endama Komîsyonê Fatma Gok xwend.
Derya Moray diyar kir ku ew wekî jinên ku ji bo aştiyê bi israr in, dest bi şopandin û çavdêriya pêvajoya ber bi aştiyeke mayinde ve dikin û got: “Berê jî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hewldan hatine kirin; lê di her dem, avakirina aştiyê hatiye astengkirin. da ku ev aştî kêm û nîvco nemîne em niha li vir in. Di vê çarçoveyê de em dipirsin; ‘aştiyek çawa?’ Aştiyeke mayinde ne tenê rawestandina şer û çekan, lê her wiha wêrekiya rûbirûbûna bi rabirdûyê re, aşkerekirina rastiya, pêkanîna edaletê, pêşîlêgirtina dubarebûna tundiyê di her awayî de, û telafîkirina civakî din av xwe de dihewîne. Aliyekî girîng ê vê yekê, naskirina şopên ku şer, koçberiya bi darê zorê û windahiyên ku di nava nifşan de hatine jiyîn li ser jiyana jinan hiştine. Di vê çarçoveyê de, em beşdariya jinan di pêvajoya aştiyê de û xwedîbûna wan a li deng û berpirsiyariyeke wekhev di nav mekanîzmayên biryardanê de wekî pêdiviyeke bingehîn û prensîbeke ku domdariya aştiyê diyar dike, dibînin.”
Derya Moray bi bîr xist ku ji destpêkirina pêvajoyê ya di Cotmeha 2024’an de zêdetirî du sal bi ser re derbas bûne û wiha axivî: “Di vê qonaxê de, em bawer dikin ku gavên ku hatine avêtin û yên ku nehatine avêtin ji bo aştiyeke mayinde; sozên hatine dayîn, astengiyên ku derketine pêş, zimanê siyasî yê ku hatiye bikaranîn û mekanîzmayên ku hatine avakirin, divê ji perspektîfeke serbixwe bên şopandin. Perspektîfek ku destkeftiyên me yên wekî jinan diparêze, armanca wê wekheviya zayendî ye û ji kontrola dewletê an jî ji sazûmana siyasî dûr e. Bi salan e, hem ji mînakên li çaraliyê cîhanê û hem jî ji tecrûbeyên xwe yên li vir em hîn bûn e ku jin şer bi awayekî cuda dijîn; di girtîgehan de, di nava xizaniya ku ji ber pevçûnan kûrtir bûye, li dijî tundiya mêran û îstismarkirina keda wan, di nav wêranbûna erdnîgariyê de, û li ser rêyên koçberiya bi darê zorê. Lê belê, di pêvajoyên aştiyê de, ev tecrûbeyên jinan tên paşguhkirin û nayên dîtin. Ji ber vê yekê, em dizanin ku hemû cureyên serdestî û newekheviyê bi taybetî jî serdestiya mêran dikarin li ser maseya danûstandinên aştiyê ji nû ve derkevin holê, an jî hêj xurttir bibin.”
Derya Moray destnîşan kir ku ew jin, di demên herî dijwar de jî tu carî dest ji têkoşîna ji bo aştiyê bernedane û ev yek anî ziman: “Me her tim tekez kiriye ku em ‘kirdeyên aştiyê’ ne. Îro, bi van tecrûbeyan, hêza xwe û zanîna ku me bi demê re bi dest xistiye ve girê didin, em dixwazin çavdêriya vê pêvajoyê bikin. Armanca me ew e ku em siyasetan pêş bixin da ku piştrast bikin ku her gavek tê avêtin, ne tenê beşdarî pêvajoya ber bi aştiyeke mayînde ve dibe, lê di heman demê de divê wekheviya zayendî jî di rêza pêşîn de cih bigire, ne ku li paş bimîne. Piştî civîneke bi nêzîkî 100 jinan re, ku ji rêxistin, sazî û pêkhateyên siyasî yên jinan û LGBTI+yiyan pêk hatibûn, me biryar da ku em vê rêwîtiyê di bin navê ‘Komîsyona Çavdêrî û Şopandina Aştiyê ya Jinan’ de bidin destpêkirin. Bi vê daxuyaniyê, em damezrandina komîsyona xwe radigihînin. Em hêj di destpêka vê rêyê de ne. Karê me yê sereke dê ew be ku em çavdêriya pêkanîna qanûna çarçoveyî (Qanûna Bi Hejmara 7595an) ya ku ji aliyê Parlamentoyê ve hatiye qebûlkirin bikin tevî hincetên wê û pêşniyarên ku di beşên 6 û 7emîn ên rapora komîsyonê de cih digirin û her wiha çavdêriya gavên yasayî û siyasî yên pêwîst ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê bikin.”
Derya Moray qala armanca sazkirina komîsyonê kir û wiha got: “Armanca wan ew e ku em van gavan, yasayên hatine derxistin û mekanîzmayên hatine avakirin tevî bandorên wan li ser jiyana rojane, astengiyên ku pê re rû bi rû dimînin, kêmasiyên wan, tiştên ku nehatine kirin û tiştên ku nayên dîtin bi çavên jinan û bi tecrûbeya têkoşîna azadiya jinan binirxînin û nêrînên xwe derbarê van mijaran de bînin ziman. Em bawer dikin ku di her rewşeke ku gavên pêwîst nayên avêtin de, pêwîst e mirov ji bo aştiyê zextê bike. Di vê pêvajoyê de, divê em bêdeng nemînin; berevajî vê, divê em hêj zêdetir dengê xwe bilind bikin. Em ê vê xebatê bi rêya rapor, serdan, şandeyên çavdêriyê, komîteyên pispor ên biçûk û rêbazên din ên ku bi awayekî kolektîf hatine pêşxistin, pêş ve bibin û em ê encamên xebatên xwe bi awayekî periyodîk bi raya giştî re parve bikin. Em bang li hemû jinan dikin ku vê pêvajoyê bi me re bişopînin û di her qonaxê de tevlî komîsyonê bibin. Werin em bi hev re ji bo avakirina aştiyeke wekhev û mayînde berpirsiyariyê bigirin ser milê xwe. Ji kesên ku di pozîsyonên biryardanê de ne re dibêjin: em we dişopînin em jin, şopînerên pêvajoya aştiyê ne.”

