26’emîn Dadgeha Cezaya Asliye ya Enqereyê biryara doza ku bi îdiaya di 38’emîn Kongreya Asayî ya CHP’ê de nelirêtî hatiye kirin hatibû vekirin ragihand. Di biryarê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê yê girtî Ekrem Îmamoglu, Riza Akpolat, Ozgur Çelîk, Nîhat Yeşîltaş, Bakî Aydoner, Erkan Aydin, Mehmet Kilinçarslan, Metîn Guzelkaya û Serhat Can Eş ji her yekî re 2 sal û 1 meh ceza hat birîn. Her wiha qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn.
Dadgehê derbarê Şaredarê Bajarê Mezin ê Îzmîrê Cemîl Tugay ê ku derbasî AKP’ê bû, Huseyîn Yaşar û Ozgen Nama de jî debarê sûcên pê têne tawanbarkirin delîlên têr û tijî nehatin bidestxistin, biryara beraetê da.

