Pêncşem, 19 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya ji bo azadiya girtiyên nexweş dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wêneyê nû yê Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Ma cihê girtiyên nexweş hucre ne?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê Tûrnûvaya Futbolê ya Şehîd Baran Nujiyan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Îran bi dronên xwekuj êrîşî herêma Pêncewînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Abdananê zêdetirî 3 hezar kes mirinên karkeran protesto kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi topên hewanê êrîşî Qendilê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana sersaxiya Adsoy hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di çalakiya YRK’ê de 2 Muxafizên Şoreşê hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan li Qamişloyê komxebata diyalogê lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mûşê ji bo azadiya jinên girtî çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stenbolê Komîsyona Çavdêrî û Şopandinê ya Aştiyê hate avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî ji 54 dewlet û saziyan re name şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji ber zexta civak û malbatê tundiya li ser jinan tê veşartin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera Evîn Zapsu: Êşa wê giran e, divê bi lez bê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin
Jin

Jinên Êzidî ji bo bidestxistina mafên xwe neçar in travmaya giran jinûve vebêjin

Jinên Êzidî yên li Iraqê ji bo karibin xwe bigihînin mafên neçar in ku gilî biklin. Ev şert jinan neçar dihêle ku travmaya bi serê wan ve hatiye jinûve vebêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Di ser qirkirinê re sal derbas bûn, lê belê ji bo jinên Êzidî tarîtiya ku 3’ê Tebaxa 2014’an destpê kir hîn jî bi dawî nebûye. Hîn jî agahî ji gelek jinên ji Şengalê hatine revandin nayê girtin. Malbatên wan jî li bendê ne ku zanibin bê xizmên wan li ku ne û çi bi serê wan ve hatiye. Hinek jê li benda vekirina goreke komî ye, hinek li benda encama testa DNA’yê ye, hinek jî bi salan e bi hêviya rojek vegera xizmên xwe ye.

KOMKUJÎ, REVANDIN Û DÎLGIRTIN

DAÎŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi armanca qirkirina civaka Êzidî êriş bir ser Şengalê. Mêr û zarokên mêr ji malbatên wan hatin cudakirin û qetilkirin; jin û zarokên keç jî hatin revandin, li bazarên koletiyê hatin firotin, bi zorê hatin zewicandin û destdirêjî li wan hate kirin. Bedena jinê kirin parçeyek ji êrişên DAÎŞ’ê yên ji bo tinekirina hebûna civakî û nasnameya Êzidî.

2 HEZAR 474 JIN HÎN JÎ WINDA NE

Di dema qirkirinê de 6 hezar 417 jinên Êzidî hatin revandin. Ji wan 3 hezar 647 azad bûn, aqûbeta 2 hezar 474’an hîn jî nayê zanîn. Eşkere bû ku ji windayan 268 kesî jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan radestî malbatên wan hate kirin. Jinên hatin revandin destpêk birin Mûsilê, ji wir birin Tel Aferê, Reqa, Dêrazor û Baxozê. Jin û zarok li bajarên cuda hatin gerandin, ji hev hatin qutkirin û têkiliya wan a bi malbatên wan re hate birîn.

Dîlgirtin ji bo jinan ne tenê çalakiyeke revandinê bû. Li herêmên di destê DAÎŞ’ê de jin ji kesên cuda re hatin firotin, her wiha bi salan nediyar bû ku beşek ji wan li ku têne ragirtin. Hin jinan karîbûn xwe rizgar bikin û xwe gihandin welatên cuda. Aqûbeta gelek jinan jî hîn nayê zanîn.

YÊN XWE LI EWROPAYÊ GIRTIN

Jiyana jinên Êzidî yên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin û piştre ji dîlgirtinê rizgar bûn veguherî têkoşîneke din ku tenê bi Şengalê sînordar nema. Beşek ji jinên sax man ji bo dermankirinê, rehabîlîtasyonê û mercên jiyaneke ewle neçar man ku li welatên cuda bi cih bibin.

Elmanyayê piştî qirkirinê ji bo qebûlkirina jin û zarokên Êzidî bernameyeke bicihkirina mirovî ya taybet da destpêkirin. Di çarçoveya bernameya eyaleta Baden-Wurttembergê ku di salên 2015 û 2016’an de meşand, nêzî hezar û 100 Êzidî ku piraniya wan jin û zarok bûn birin Elmanyayê. Ji jinan re derfetên bicihbûnê, xizmetên tenduristiyê, piştgiriya psîkolojîk û derfetên perwerdeyê hate dayin. Kanadayê jî ji bo mexdûrên DAÎŞ’ê ku jin û zarokên Êzidî jî di nav de bûn bernameyên qebûlkirinê û yekbûna malbatê meşand. Hikumeta Kanadayê di sala 2023’an de eşkre kir ku derfetê avakirina jiyaneke nû ji zêdeyî hezar û 400 mexdûran re afirandiye. Lê belê avakirina jiyaneke ewle li welatên cuda valahiya ku windahiyan û malbatên parçebûyî afirand, ji holê ranekir. 

LI ROJAVA RÊYA AZADIYÊ

Piştî ku Şengal di Mijdara 2015’an de rizgar bû, Rojava bi roleke girîng rabû ku beşeke girîng a jin û zarokên rizgarbûyî bigihêjin malbatên xwe. Bi taybetî yên bi hewldanên YPJ û QSD’ê azad bûn bi rêya TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê radestî malbatên wan hate kirin.

JIYAN JINÛVE AVA KIRIN

Di vir de têkoşîna jinên Êzidî ne tenê bi rizgariya ji dîlgirtinê sînordar ma. Piştî qirkirinê jin ji bo careke din li êrişên bi heman rengî rast neyên û li ser jiyana xwe xwedî mafê gotinê bin, dest bi birêxistinbûnê kirin. Di bin sîwana Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) jinan hêzên xweparastinê ava kirin, di parastina Şengalê û rizgarkirinê de bi roleke girîng rabûn. Rêxistinbûna jinan ku sala 2015’an destpê kir, di Îlona 2016’an de bi avakirina Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) gihîşt avaniyeke saziyî.

Vê pêvajoyê di rewşa civakî ya jinan de guhertineke girîng bi xwe re anî. Jinên ku berê bi giranî bi rolên civakî yên kevneşop û malbatî hatibûn sînordarkirin, li gel xweparastinê li qadên perwerde, siyaset, dîplomasî û rêxistinbûna civakî bi berpirsyariyê rabûn. Bi rêya meclîs û rêxistinbûnên jinan, jinên Êzidî hewl dan pirsgirêkên xwe çareser bikin. Bi beşdariya li nava sazî û komîteyên Rêveberiya Xweser a Şengalê re tevlî pêvajoyên biryardanê bûn. Bi vî rengî jinên ku DAÎŞ’ê hewl da îradeya wan bişikîne, bi îradeya xwe di jinûve avakirina civakê de têkoşîna xwedî gotinê meşandin.

BI HEZARAN JÊ HÎN JÎ KOÇBER IN

Li gel têkoşîna jinan a ji bo azadî û rêxistinbûnê, qirkirina civakî û demografîk a li ser civaka Êzidî hîn jî dewam dike. Beşeke girîng a civaka ji Şengalê hate qutkirin, li gel salên di ser er derbas bûne hîn jî nekarîn li warê xwe vegerin. Di halê hazir de 36 hezar û 500 kes hîn penaber in. 200 hezar û 750 kes li Iraqê, 150 hezar kes jî li welatên cuda dimînin.

Li aliyê din êrişên DAÎŞ’ê di heman demê de li dijî bawerî û hebûna çandê ya Êzidiyan bû. Di vê çarçoveyê de 68 warên pîroz hatin hilweşandin. Bi hezaran zarok ji malbatên wan hatin qturkirin, 2 hezar û 753 zarok bêkes man.

SEKNA LI BER GORÊN KOMÎ

Yek ji pirsgirêkên herî giran ku hîn jî li benda ronîkirinê ye gorên komî ye. Li Şengalê û derdora wê gelek gorên komî hene ku Êzidiyên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin qetilkirin lê hatin veşartin. Ji bo eşkerekirina aqûbeta windayan gelekî girîng e ku ev gor bêne vekirin, nasnameya cenazeyan bê tspîtkirin, radestî malbatên wan bê kirin.

Li Şengalê 77 gorên komî hatin vekirin, 19 gor jî hîn nehatine vekirin. Ji 857 cenazeyên ji gorên komî hatin derxistin nasnameya 296 ji wan hate tespîtkirin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê 561 kesên ku hîn nasnameya wan nehatiye tespîtkirin ji bo lêkolînkirina DNA’yê li saziya tipa edlî ya Bexdayê têne rawestandin. Her wiha dosya 91 gorên komî hate lêkolîn. Ji wan 67 jê li Xanesor û derdora wê, 24 jê li Şengalê ne.

QANÛN HEYE, LÊ BI TÊRKERÎ BI CIH NAYÊ ANÎN

Parlamenta Iraqê 1’ê Adara 2021’ê qanûna bi hejmara 8’an qebûl kir ku weke Qanûna Jinên Êzidî yên Sax Mane tê naskirin. Qanûna ku sûcên DAÎŞ’ê yên li dijî Êzidiyan, civakên Tirkmen, Xiristiyan û Şebek weke sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê qirkirinê nas dike, mafên weke mûçeyê mehane, rehabîlîtasyon, piştgiriya tenduristî û perwerdeyê, dayina zevî û tevlîbûna li jiyana civakî dide saxmayinan. Her wiha ji bo dîtina jin, zarok û mêr ên hatin revandin, vekirina gorên komî û radestkirina cenazeyan ji malbatên wan re berpirsyarî da saziyên pêwendîdar.

Kê belê mafên ku rêveberiya Iraqê bi qanûnê nas kir di bicihanînê de bi astengiyan re rû bi rû ye. Bi taybetî weke şert hate danîn ku ji bo sûd ji mafê tazmînatê û mafên din bê wergirtin, divê gilî bê kirin. Ev yek jî ji bo mexdûrên qirkirinê dibe zehmetî ku mafên xwe bi dest bixin. Ji jinên ku binpêkirinên giran li hemberî wan hate kirin tê xwestin ku gilî bikin û bûyerên bi serê wan ve hatine careke din li pêşiya meqamên fermî vebêjin. Ev yek jî li pêşiya bidestxistin mafên bi qanûnê hatiye naskirin dibe astengî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gabar: Pêngava 1’ê Hezîranê destwerdana xeta Apoyî ya li dijî tasfiyekeran e

Ji fermandarên YJA Starê Şerda Mezlûm Gabar, diyar kir ku Pêngava 1'ê Hezîranê destwerdana xeta…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûsyayê keştiya binav a nukleerî ya nû daxist behrê

Rûsyayê keştiya xwe ya binav a bi navê ‘Perm’ daxist behrê. Tê plankirin ku ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Eyşe Efendî: Komploya 9’ê Cotmehê bi berxwedana gel û Rêber Apo têk çû

Eyşe Efendî, anî ziman ku armanca Komploya 9'ê Cotmehê tinekirina gelê Kurd bû, lê ev…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Karstarli: Li HABAŞ’ê beriya niha gelek caran karker mirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Qedexeya siyasetê li Îmamoglu hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Colemêrgê li dijî êrîşên zayendî banga ‘têkoşîna birêxistinkirî’ hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê û Amûdê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?