Sêşem, 24 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Celal Gok piştî 9 salan radestî malbatê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Rêveberiyên girtîgehan li gorî pêvajoyê tevnagerin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di nobeta ji bo girtiyên nexweş de peyama Rêber Apo hate xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila Melîke Goksu ya ku 3 caran berdana wê hat astengkirin serbest bê berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ÎHD’ê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirina mafan a li hemberî jinan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Rojhilatî daxwaza wekheviya qanûnî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi rêxistinbûn û xweparastinê dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Li Başûrê Kurdistanê jin di bin zexta tundî, necezakirin û zexta civakî de ne
Jin

Li Başûrê Kurdistanê jin di bin zexta tundî, necezakirin û zexta civakî de ne

Li Başûrê Kurdistanê jin li hemberî komkujî, necezakirin, girêdayîna aboriyê û zextên civakî li ber xwe didin. Misogeriya qanûnî ya kêm jî dibe sedem ku newekhevî girantir bibe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Mijdar 2026 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Li Başûrê Kurdistanê komkujiya jinan, tundiya li nava malbatê, zewaca bi zorê, girêdayîna aboriyê û newekheviya zayendî li ser jiyana jinan bi dewamî gefê dixwe. Tora 8’ê Adarê ragihand ku sala 2025’an 69 jin hati kuştin. Heta Cotmeha 2026’an jî 46 jin hatin kuştin. Rojnamevan û aktîvîstên jin li zexta siyasî û tundiya dîjîtal rast hatin, têkoşîna edaletê ya jinên Êzidî ya piştî êrişên DAÎŞ’ê destpê kir dewam dike.

Jiyana jinan a li Başûrê Kurdistanê di bin siya newekheviya hiqûqî, siyasî, aborî, civakî bi rê ve diçe ku hevdu xwedî dikin. Kuştina jinê, tundiya li nava malbatê, zewaca di temenê zarokatiyê de, zewaca bi zorê, sineta jinan, cihêkariya li qada kar, girêdayîna aboriyê û zextên ku jin li qada cemaweriyê lê rast tên ji pirsgirêkên bingehîn e ku gefê li azadî û mafê jiyanê yê jinan dixwe.

Her çend sererastkirinên qanûnî ji bo mafên jinan hatibin kirin jî ji ber ku di jiyana rojane de bi cih nayên anîn, pirsgirêkên cidî derdikevin nolê. Parastina jinan ji tundiyê, bidestxistina serxwebûna aboriyê, beşdariya wekhev a li jiyana civakî û siyasî û rêxistinbûna bi serê xwe hîn jî bi kêmasiyan dewam dike.

Daxuyaniyên rêxistinên mafên mirovan û raporên saziyên navneteweyî yên têkildarî sala 2026’an jî nîşan dide ku ev tablo neguheriye. Bi taybetî daneyên li ser kuştina jinan, tundiya dîjîtal û bidestxistina edaleta jinan radixe pêş çavan ku mekanîzmayên parastinê yên heyî divê jinûve bêne nirxandin.

SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ TENÊ LI SER KAXIZÊ DIMÎNE

Li Başûrê Kurdistanê di çarçoveya têkoşîna li hemberî tundiya li nava malbatê de sala 2011’an Qanûna Têkoşîna li dijî Tundiya li Nava Malbatê ya bi Hejmara 8’an hate qebûlkirin. Vê yekê ji bo pêşîgirtina li tundiya nava malbatê û parastina mexdûran çarçoveyeke hiqûqî ya girîng afirand. Lê belê qebûlkirina qanûnê nayê wateya ewlebûna jinan û bidestxistina edaletê. Di mijara nirxandina giliyên jinan, darizandina kiryaran, bicihanîna biryarên parastinê û afirandina mercên têrker ji bo jinan de kêmasî dewam dikin.

Lêkolîna Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku sala 2024’an hate weşandin, bla kişandibû ser wê yekê ku ji aliyê hesabdayina kiryarên tundiya li nava malbatê hîn jî pirsgirêkên cidî hene. Rapora Ajansa Penaberiyê ya Yekîtiya Ewropayê jî ku Mijdara 2026’an hate weşandin işaret bi astengiyên saziyî û hiqûqî ya li pêşiya xizmetên stargehê yên serbixwe yên ji bo mexdûrên tundiyê û kêmasiya li stargehan ên li Herêma Kurdistanê kiribû.

ZEWACA DI TEMENÊ ZAROKATIYÊ DE Û ZEWACA BI ZORÊ GEFÊ LI SIBEROJA ZAROKÊN KEÇ DIXWE

Li Başûrê Kurdistanê yek ji pirsgirêkên girîng ên ku azadiya jinan sînordar dike zewaca bi zorê û ya di temenê zarokatiyê de ye. Ev kiryar bandoreke yekser li siberoja zarokên keç, mafê wan ê perwerdeyê, pêşketina derûnî û bedenî û serxwebûna aboriyê ya zarokên keç dike.

Li gorî daneyên Iraqê yên Fora Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî jinên di navbera 20-24 salî ji sedî 27,9 ê ji wan beriya 18 salî zewicîn. Ev rêje ji bo tevahiya Iraqê ye. Di zewaca bi zorê de jî mafê jinan û zarokan ê ji bo biryardana li ser jiyana xwe ji holê radike.

SINETKIRINA JINAN: BINPÊKIRINA YEKPAREBÛNA BEDENÊ

Li Başûrê Kurdistanê yek ji pirsgirêkên girîng ên ku divê li hemberî wê têkoşîn bê meşandin sinetkirina jinan e. Ev kiryara ku bandorê li tenduristiya psîkolojîk, fîzîkî û yekparebûna bedena zarokên keç û jinan dike, binpêkirineke mafên mirovan a bingehîn e.

Di daneyên Fona Karên Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) de hatibû destnîşankirin ku li tevahiya Iraqê ji sedî 7,4, li Herêma Kurdistanê jî rêjeya sinetkirina jinan ji sedî 37,5 e.

GIRÊDAYÎNA ABORIYÊ YEK JI ASTENGIYÊN LI PÊŞIYA AZADIYA JINAN E

Kêmaniya tevlîbûna jinan a li qada aboriyê yek ji aliyên girîng ên newekheviya zayendiya civakî ya li Başûrê Kurdistanê ye. Bêkarî, karê ne ewle, mûçeyên kêm û keda lênihêrînê ya bêberdêl girêdayîna aboriyê ya jinan girantir dike.

Li gorî daneyên hêza kar a sala 2021’an a Saziya Statîstîkan a Herêma Kurdistanê rêjeya jinan a tevlîbûna li nava kar ji sedî 16,5, ya mêr jî ji sedî 73,5 bû. Di heman daneyan de hate ragihandin ku bêkariya jinan ji sedî 29,6, ya mêran jî ji sedî 13,6 bû.

Xwedîkirina zarokan, lênihêrîna extiyaran, karên malê û berpirsyariyên din ên li nava malbatê bi giranî ji jinan re tê hiştin. Ev rewş jî dibe sedem ku dem nemîne ku jin ji tevlîbûna li perwerdeyê, kar û jiyana civakî re veqetîne.

Girêdayîna aboriyê zehmetiyê bi xwe re tîne ku jin karibe ji têkiliyên tundiyê dûr bikevin. Jinên ku hatineya xwe, derfeta xwe ya stargehê û garantiya xwe ya civakî nîne, neçar dimînin ku li cihê tundî li wan tê kirin bimînin.

ROJNAMEVAN Û AKTÎVÎSTÊN JIN LI ZEXTA CIVAKÎ Û SIYASÎ RAST TÊN

Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêkên ku jin lê rast tên ne tenê li nava malbatê ye. Rojnamevanên jin, parêzvanên mafên mirovan û aktîvîst jî li tundiya dîjîtal, gef, zexta siyasî û azadiya fikrî rast tên.

Binpêkirinên li hemberî rojnamevan û xebatkarên medyayê bandorê li jinan dikin ku li qada cemaweriyê nemînin. Di nirxandina hikumeta Qraliyeta Yekbûyî ya li ser Herêma Kurdistanê de ku Îlona 2026’an hate weşandin, hate ragihandin ku rojnamevan û aktîvîstên jin ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal têne binçavkirin, li êrişa fîzîkî rast tên û bi taybetî rojnamevanên jin li cihêkariyê, tacîz û şantajê rast tên.

TÊKOŞÎNA JIYAN Û EDALETÊ YA JINÊN ÊZIDÎ DEWAM DIKE

Êrişa 3’ê Tebaxa 2014’an a DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê ji bo gelê Êzidî pêvajoyeke hilweşîna civakî û qirkirineke giran da destpêkirin. Bi hezaran mirov hatin kuştin, bi hezaran jin û zarok hatin revandin. Jinên Êzidî bi rengekî bi rêk û pêk li tundiya zayendî, kolekirin, êşkence û zewicandina bi zorê rast hatin.

Li gel ku 12 sal di ser qirkirinê re derbas bûne pirsgirêkên jinên Êzidî dewam dikin. Aqûbeta jin û zarokên hatin revandin hîn nayê zanîn, pirsgirêkên mirovên ji cih û warê xwe bûne yên stargeh, tenduristî, perwerde, kar û bidestxistina edaletê hîn jî dewam dikin.

RÊXISTINIYA JINÊ YA SERBIXWE HÊZA BINGEHÎN A TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YE

Li Başûrê Kurdistanê xurtkirina mafên jinan bi bicihanîna qanûnên heyî nepêkan e. Xurtkirina derfetên rêxistinbûna serbixwe ya jinan û tevlîbûna bi bandor a jinan li nava pêvajoyên biryardanê yên civakî divê.

Rêxistinên jinan di vir de aktorekî girîng e Di vê çarçoveyê de Tora 8’ê Adarê, Rêxistina Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê ya Asûda, Rêxistina Têkiliyên Jinên Kurd (REPAK), Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) li dijî komkujiya jinan, tundiya li nava malbatê, necezakirin û nekwekheviya zayendî ya civakî têdikoşin. Ev rêxistinên navborî mînakên girîng ên rêxistinbûna serbixwe û piştevaniya jinan e.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 24’Ê MIJDARA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

KCK: Pêvajoya nû xwe dispêre mîrate û berxwedana 14’ê Tîrmehê!

KCK'ê got, "Pêvajoya nû ya ku bi Rêber Apo bi 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk'…

Ji aliyê Stêrk TV

Besê Hozat: Dewleta Tirk dixwaze li ser Rêbertiya me bazariyê bike

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat anî ziman ku dewleta Tirk ji bo rakirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Şande dê sibe li dijî bêhiqûqiyê li Silopiyê daxuyaniya girseyî bide

Şandeya malbata rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan jî di nav de piştî rawestandina 3…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Wargeha Mexmûrê ji bo mêran semînera 25’ê Mijdarê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kerkûkê komkujî û şantaja sîberê ya li ser jinan hat nîqaşkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

KJAR’ê Pêngava ‘Hemû Rojek 25’ê Mijdarê ye’ ragihand

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinan beriya 25’ê Mijdarê li bajarên cuda çalakiyên piştevaniyê li dar xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?