Gerîlayên YJA STAR û HPG’ê Şîlan Amara û Tîrêj Şêrîn bi wesîleya salvegera 48’an a damezrandina PKK’ê ji ANF’ê re axivîn.
Gerîlaya YJA Starê Şîlan Amara anî ziman ku bi damezrandina PKK’ê re gelê Kurd jinûve rabû ser piyan û got, “Hevalê Hakî bû bingeha têkşoîna me, bû bingeha damezrandina partiya me PKK’ê. Ev roj roja jinûve vejînê ye. Bi milyonan mirovî dane pey vê dozê û em wateyeke bi vî rengî li vê rojê dikin. PKK ji bo me vegotina hebûna gelekî ye. Li gorî pêwîstiyên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk PKK hate fesixkirin. Li gorî mercên Rojhilata Navîn Rêbertî biryara fesixkirina partiyê da. Beriya PKK’ê jî tevgera me tevgereke Apoyî bû. Ji ber ku destpêkê komeke Apoyî bû, piştre veguherî tevgera PKK’ê. Beriya her tiştî em Apoyî ne, mîrateya Apoyî, li ser fikir û felsefeya wî têdikoşin. Îro gelê me li qadan e, têdikoşe û daxwaza mafên xwe dike.
Eger îro li Meclîsê em qala mafên xwe dikin ev yek bi saya PKK’ê ye. Şehîdên PKK’ê jiyana azad afirandin û bi pratîkeke fedaî têkoşîn bilind kirin. Bi têkoşîna xwe destan nivîsandin û bûn xwedî jiyaneke azad. Ne tenê di oxira armancekê de têkoşiyan. Bûn mîrateya gerdûnî û mayinde ya felsefe û fikrekî rasteqîn. Me 35 hezar şehîd dan û ev şehîd nirxên vê tevgerê ne. Bi dayina berdêlên ewçend giran em gihîştin vê astê û li ser vê bingehê me têkoşîn meşand. Îro ji her demê bêhtir pêwîstiya me bi têkoşîneke xurt heye. Çi dibe bila bibe em ê xwedî li mîrateya PKK’ê derkevin. Em bi navê tevgera Apoyî têdikoşin. Ev mîrate û ev al wê heta dawiyê dewam bike. Têkoşîna me wê li ser vê bingehê be.”
PKK’Ê HEBÛNA GELÊ KURD BI TEVAHIYA CÎHANÊ DA QEBÛLKIRIN
Gerîlayê HPG’ê Tîrêj Şêrîn jî anî ziman ku 27’ê Mijdarê ji bo gelê Kurd dîrokeke gelekî girîng e û ev nirxandin kir: “Slavegera 48’an a PKK’ê li gelê me, malbatên şehîdan û li Serok Apo pîroz dikim. Em niha di meha Mijdarê de ne ku PKK lê hate damezrandin. PKK bi damezrandina xwe xwedî li gelê Kurd û Kurdistanê derket û hebûna Kurdan bi tevahiya cîhanê da qebûlkirin, bi têkoşîna xwe hebûn misoger kir. Ji ber vê yekê beriya PKK’ê bi navê gelê Kurd û Kurdistanê tiştek nemabû; hatibû înkarkirin. Destpêkirina têkoşîna PKK’ê hebûna gelê Kurd ji cîhanê re ragihand. Lewma em careke din dibêjin; PKK ji bo me ruh e, jiyan e, felsefeya jiyanê ye.
Niha li Tirkikyeyê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê meşandin. Bi vê pêvajoyê re PKK weke partî hate fesixkirin. Dibe ku weke rêxistinê şêweyê kar û rewşa siyasî hatibe fesixkirin. Ji xwe beriya tevgera PKK’ê koma Apoyî hebû. PKK ava bû û bi vî rengî mezin bû. Niha jî bi vê pêvajoyê re fesix bû. Lê belê em îro tevgereke Apoyî ne û bi vî rengî têdikoşin. Fesixbûna PKK’ê nayê wê wateyê ku me dest ji têkoşîna Apoyî berdane. Armancên me hene. Bi PKK’ê re mîrateyek ava bû. Şehîdên me hene, nêzî 50 hezar şehîdên me hene. Fikrek heye. Rê û rêbaz diguhere lê belê têkoşîn dewam dike. Di vê pêvajoyê de ji bo hebûna gelê Kurdistanê û Kurdistanê çi bikeve ser milê me weke tevgera Apoyî em ê wezîfeyên xwe bi cih bînin. Şehîd di navbera mirovan û heqîqetê de pirek ji bo xwe gihandina dilxwaziya jiyanê ye.
Di vê pêvajoyê de wezîfe û berpirsyariyên me yên girîng hene. Belê, PKK hate fesixkirin; lê belê têkoşîn dewam dike. Hem weke endamên tevgera Apoyî hem jî weke gelê Kurd di vê pêvajoyê de wezîfeyên me hene. Hevrêyên me yên şehîd vê wezîfe û berprisyariyê didin me. PKK ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan ava bû. Ji ber vê jî em şehîdan ji bîr nakin, em ê wezîfe û berprisyariyên xwe bi rengê herî baş bi cih bînin. Şehîd ji bo me felsefe û jiyan e. Rêber Apo dema qala şehîdan dike dibêje ‘Jibîrkirin xiyanet e’. Em ê jî ji bîr nekin. Em ê barê dikeve ser milê xwe hilgirin. Soza ku me dane şehîdên xwe bi cih bînin, armancên wan pêk bînin. Fikir û hebûna ku PKK’ê afirand bandor li me kir û em ji ber vê yekê tevlî nava tevgerê bûn. ji ber vê jî heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe, heta ku gelê Kurdistanê azad bibe û rondikên dayikan neyê barandin, ji bo bîranîna şehîdan û hilanîna tola wan em ê têbikoşin.”

