Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) beriya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li çar aliyên welêt herikî qadan û nixumandina kuştina jinan a bi gumanbarî ya ku zêde bûye bi dirûşma “Nenixumîne, mirina jinan a bi guman ronî bike” protesto kir. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fidan Ataselim ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku zêdebûna kuştina jinan û mirina jinan a bi gumanbarî ji polîtîkayên AKP’ê cuda nîne. Fidan Ataselim got, “Her ku nava demokrasiyê tê valakirin, tundî jî zêde dibe.”
Fidan Ataselim anî ziman ku ew 25’ê Mijdarê îsal ji bo balê bikişînin ser mirina jinan a bi guman li qadan pêşwazî dikin û got, “Ev yek encamek ji polîtîkayên ’10 salên malbat û nifûsê’ ya desthialtdariya siyasî ye. Me di vê mijarê de gelek caran hişyarî dan. Lê belê guh nedan. Jin herî zêde ji aliyê mêr ên nêzî xwe ve li nava malbatê têne kuştin. Eger hûn bibêjin ‘malbat girîng e’, li gel kuştina jinan hûn ê êdî dest bi veşartina mirinê jî bikin. Ji xwe di encama polîtîkayên li dora vê malbatê de kuştina jinan û mirina jinan a bi guman jî zêde bû.”
Bi dewamî anî ziman ku tenê 10 mehên sala 2026’an 247 jin hatin kuştin, 289 jin jî bi gumanbarî mirin û diyar kir ku bi qasî kuştina jinan her wiha mirina jinan a bi guman jî bi rengekî cidî zêde bû.
‘NE JI TÊKOŞÎNA ME BÛYA KOMÎSYON AVA NEDIBÛ’
Fidan Ataselim bal kişand ser avabûna Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar a li bin sîwana Wezareta Edaletê û destnîşan kir ku ev komîsyon di encama hewldanên bi israr ên malbatan û têkoşîna wan a bi israr ava bû. Fidan Ataselim got, “Avabûna vê serokatiya daîreyê destpêkê hêvî da. Li ser bûyerên têkildarî cînayeta Gulistan Doku rû dan, malbatên jinên ku bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan bi hêvî kir. Lê belê li gel ku mehek di ser serlêdana me ya li serokatiya daîreyê derbas bûye jî hîn tiştek nehatiye kirin. Me li ser dosya Aysun Yildirim serlêdan kir. Lê belê serokatiya daîreyê têkildarî dosyayê du caran ji meqama ku biryara neşopandinê da, pirsî. Meqam wê çi bibêje, wê bibêje ‘Min ya pêwîst kir’. Ka lêkolîna bihata kirin? Tu daîreyekê ava dike, ma ne divê tu rêbaza vê jî diyar bike. Di vir de em kêmasiya îradeya siyasî dibînin. Wezareta Eldaetê avabûna vê komîsyonê ji xwe re kir malzemeyeke propaganda û pesindayinê. Halbûkî eger me bi salan ji bo tê têkoşîn nemeşandibûya, xwişka mezin a Gulistan Doku, dayika wê 6 salan li ber xwe nedabûna gelo wê komîsyoneke bi vî rengî ava bikira? Bêguman ava nedikirin.”
‘EM Ê DEST JÊ BERNEDIN’
Fidan Ataselim destnîşan kir ku têkoşîna jinê divê di çarçoveya armancên şênber de bê meşandin û got, “Ji bo têkoşînê pêwîstî bi sebirê heye. Dema carekê bi ser nexist, divê dest jê bernedin. Ji ber vê yekê em fikirîn ku di 25’ê Mijdara îsal de bi ser mirina jinan a bi guman ve biçin û me giranî da ser vê. Mirina jinan a bi guman gelekî zêde bû. Di vê çarçoveyê de karên divê bêne kirin em bi rengekî dubare dibêjin. Pêwîstî bi sebrê heye, bi dewamiyê heye, bi rêxistiniyê heye.”
Fidan Ataselim anî ziman ku ew ji bo bidestxistina mafên xwe têdikoşin û got, “Di serî de ji bo jiyanê, ji bo wergirtina mafê keda xwe, ji bo jiyaneke aştiyane û demokratîk a weke welatiyên wekhev em têdikoşin û em ê têbikoşin. Em ê dest jê bernedin.”

