Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî a li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
PJAK’ê di destpêka daxuyaniya xwe de diyar kir ku bêyî têkoşîna ji bo azadiya jinê, ti şoreş û civak ne li ser rêya azadîxwaziyê ye û wiha dom dike; “25’ê Mijdarê rojek ya bîranîna têkoşîna dîroka jinan a li dijî hemû cûrên tûndûtijiyê, serdestî û sîstema mêrsalariye. Rojeke ku têde dengê jinên azadîxwaz li beramberî zaliman de bilind dibe ye, têkoşîna ji bo azadî, wekhevî û rûmeta mirovahiyê carek din dibe berpirsyartiyek dîrokî û civakî. Tûndiya li dijî jinan ne diyardeyekî kesiye, bi nêzîkatiya kesan ve ne sinordare. Belkû koka wê ji pêkhateyên desthilat, hişmendiya mêrsalarî, sîstema serdestî, peywendiyên civakî û aborî ve tê. Ji bona vê têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinan, têkoşîneke ji bo guhertina bingehê civakê û rizgarkirina mirovahiyê ya ji hemû şêwazên serdestiyêye.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Di felsefeya têkoşîna me de, azadiya jinan ne pirseke ji rêzê ye û ne jî tenê daxwazeke mafparwerane ye, belkû bingeha azadiya civakê û pîvana nirxandina demokrasiya rastîn e.
Civakeke ku jin tê de ne azad be, nikare wekî civakeke azad bê hesibandin. Serdestiya li ser jinê, yekemîn û kûrtirîn şêwazê serdestiyê ye di dîroka civakî ya mirovahiyê de. Sîstema mêrsalarî bi rêya ji nû ve hilberandina têkiliyên desthilatdariyê, hişmendiyên zayendperest û pêkhateyên newekhev, azadiya jin û mêr bi heman astê sînordar dike.
Li ser vî bingehî, rizgariya jinan tenê bi guhertina yasayan yan jî reformên rûberî pêk nayê. Belkû pêwîstî bi şoreşa hişmendiyê, xwehişyarkirin, xwerêxistinkirina azadîxwaz a jinan û ji nû ve avakirina têkiliyên civakî li ser bingeha azadî, wekhevî û jiyana hevbeş a demokratîk heye.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêşengiya jinên Kurd a di têkoşîna ji bo azadiyê de, yek ji diyartirîn derketinên îradeya dîrokî ya jinan a ji bo şikandina zincîrên zilmê û vegerandina nasname, îrade û çarenûsa xwe ye û wiha dom kir: “Jinên Kurd bi piştgirêdana bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” û bi rêya têkoşîn, rêxistinbûn, hişyarî û berxwedanê, nîşan dane ku jin ne qurbaniyên bêçare yên rewşan in. Belkû di guhertina civakê û avakirina dahatûyeke azad de hêzeke pêşengin.
Ev pêşengî ne tenê têkoşîneke li dijî cudakariya zayendî ye, belkû têkoşîneke li dijî hişmendiya koletiyê, desthilatxwaziyê, neteweperestiya tundrew, serdestiya dewletê û hemû wan pêkhateyên ku jiyanê dixin bin destane. Felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi rêya girêdana azadiya jinê, mafê jiyanê û azadiya civakê bi hev ve, asoyeke nû ji bo rizgariya mirovahiyê û avakirina civakeke demokratîk, exlaqî û azad li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dineqişîne.”
PJAK di dawiya daxuyaniya xwe de got; “Em hemû jinên têkoşer û cangoriyên rêya azadiyê yên ku wate dane şoreşa gelê me bibîrtînin, tekezî li ser pêwîstiya hevgirtina cîhanî ya jinan, bihêzkirina têkoşîna rêxistinkirî, parastina li girtiyên siyasî, jinên di bin zextê de û belavkirina çanda azadî, wekhevî û jiyana azad dikîn.
Em bawer dikin ku tu civak bêyî azadiya jinan nagihîje azadiya rastîn û tu têkoşîneke di oxira dadperweriyê de, bêyî têkoşîna li dijî mêrsalariyê û sîstema serdestiyê, nagihîje encamê. Heta ku tundûtûjiya li dijî jinan hebe, têkoşîna ji bo azadiyê jî wê berdewam bike. Heta ku jin azad nebe, civak azad nabe.”

