Polîtîkayên ewlekariyê yên dehan salan ên li Bakurê Kurdistanê, sewalkariyê gav bi gav tasfiye dike ku çavkaniya jiyanê ya nifûsa qada bejahiyê ye. Astengkirina çûyîna li çêrgehan a bi hincetên leşkerî, ragihandina çêrgehan weke “herêma bi ewlekariya bilind”, qedexeya li ser çêrandina heywanên gundiyan li çiya û zozanan, şêweyê debarê yê hezaran salan ên gelê Kurdistanê bi pratîkî ji holê radike. Ev rewş tesadufî nîne; tercîheke bi zanebûn, sîstematîk û siyasî ye.
Sewalkarî ku hîmê esasî yê aboriya bejahiyê ya li Kurdistanê ye, salên dawî di bin dorpêçeke bi bandor de ye. Gundî ji bo çêrandina sewalên xwe êdî nikarin biçin zozanan. Dema ku karibin biçin jî bi hincetên ewlekariyê li korîdorên teng ên diyarkirî, kontrolên daîmî yên nasnasmeyan û qedexeyên kêfî rast tên. Ev astengî ji pirsgirêka ragihandinê jî derbas bûne. Ev yek tê wateya qutkirina têkiliya xelkê herêmê bi xak, xxweseriya xwe ya aboriyê.
Qedexekirina zozanan gelek caran bêyî ku hinceteke şênber bê nîşandan, di nava sezonê de û bûyî agahî bê dayin tê ferzkirin. Ji bo cotkarekî qedexeya çend hefteyan a li ser çêrgehê dikare bê wateya tinebûna heywanan hemûyan a wê salê. Ev jî dibe sedem ku gundî ji neçarî dest ji hilberînê û karê sewalkariyê vekişîne.
ZOZANÊN KU BI HINCETA ‘EWLEKARIYÊ’ HATIN GIRTIN
Qedexekirina zozanan û çêrgehan a niha tê kirin xwe dispêre kiryarên salên 1990’î yên valakirina gundan û rewşa awarte. Wê demê bi hezaran gund û gundik ji aliyê hêzên dewletê ve hatin valakirin, gel ji cih û warê xwe hate qutkirin. Heman feraset niha bi rengê ‘sivîl’L dewam dike. Gund nayên valakirin lê belê gundî ji çêrgehan têne dûrxistin. Encam jî bi heman rengî ye. Qutkirina gel ji xak û çêrgehan avaniya aborî û demografîk a herêmê jinûve ava dike.
ŞOPA ABORIYEKE HILWEŞIYAYÎ
Odeyên cotkaran ên herêmê û rêxistinên pîşeyî dem bi dem di daxuyaniyên ji bo çapemeniyê de radigihînin ku di nava bîst salên dawî de hejmara sewalên li herêm bi rengekî cidî kêm dibe, li gelek gundan sewalkarî bi temamî bi dawî bûye. Gundên ku demekê bi keriyên xwe dihatin naskirin, niha bi temamî ji hilberînê qut bûne. Nifşê nû ji ber ku derfetê nabîne ku çavkaniya debarê ya malbata xwe bike, mayina li gund weke tercîhekê nabîne.
Têkçûna sewalkariyê ji windabûna hatineyekê wêdetir tê wateya bidawîbûna çandeke jiyanê û agahiyeke ji sedan salî. Sewalkarî şêweyekî rêxistinbûna civakî bû. Ev rêxistinbûn bi têkbirina derfetên xwegihandina çêrgehan bi lez heliya.
RÊGEHA NÛ YA KOÇBERIYA JI ZOZANAN BER BI BAJARAN VE
Li pêşiya malbatên gundî yên çavkaniya xwe ya debarê ji dest dane tenê rêyek dimîne, ew jî koçberî ye. Ev koçberî ji valakirina bi komî û mecbûrî ya salên 1990’î cudatir weke ‘hîn bi dilxwazî’ bê dîtin jî veguheriye pêvajoyeke bi heman rengî ku tê ferzkirin. Malbat bi giranî koçî Amed, Wan, Riha, Mêrdîn û bajarên mezin ên li derveyî Bakurê Kurdistanê dikin û hewl didin debara xwe bi karên ne ewle, demsalî û bi mûçeyekî kêm bikin. Ev pêla koçberiyê jî li navendên bajaran nifşekî nû yê marjînalbûyî û xizan diafirîne.
Polîtîkayên ewlekariyê yên dewletê yên li Kurdistanê ne tenê şer weke amûrekê dide pêş. Di heman demê de weke amûrek jinûve avakirina nifûs, aborî û xakê jî tê bikaranîn. Girtina çêrgehan, destguhertina çavkaniyên avê bi projeyên HES û bendavan, sînordarkirina qadên daristanî bi hincetên leşkerî parçeyên heman stratejiyê ne. Armanc ew e ku kontrola gelê herêmê ya li ser çavkaniyên xwe bişikîne, serxwebûna aboriyê ji holê rake, nifûsê li navendên bajaran asê bike û zemîna berxwedanê ya civakî lawaz bike.
XWEGIHANDINA LI ÇÊRGEH, AV Û XAKÊ
Astengiya xwegihandina li qadên daristanî, çavkaniyên avê û çêrgehan a li herêmê di nava gelê herêmê û parêzvanên mafên mirovan de weke meseleyeke rêveberî û mafekî bingehîn tê nîqaşkirin. Li gorî raporan û çavdêriyên li qadê, astengiya li pêşiya çavkaniyên navborî ya bi destûra leşkerî, di avaniyên civakî û ekolojîk de dibe sedema hin astengiyan. Di vê çarçoveyê de nêzîkatiya ku dibêje, divê çavkaniyên xwezayî bi rêya kooperatîf û meclîsên xwecihî bêne birêvebirin, yek ji argumanên bingehîn ên modela îdarî ye ku tê nirxandin.
Li gorî vê perspektîfê, ji bo jinûve zindîkirina qada bejahî divê bandora burokrasiya ewlekariyê ya li ser herêmê bê kêmkirin, çêrgehên qedexe û astengî li ser wan hatiye danîn jinûve ji hilberînê re bêne vekirin û kooperatîfên sewalkariyê weke avaniyên xweser karibin xwe bi rêxistin bikin. Naxwe tevgera koçberiyê ya li herêmê û meyla xizanîbûnê ya li qadê wê tenê di asta aborî-civakî de nemîne, weke qadeke krîza siyasî jî dikare kûr bibe.

