Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên DAÎŞ’ê îro li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê êriş birin ser otobuseke leşkerî ya ser bi Wezareta Parastinê ya hikumeta demkî.
Piştî êrişê şer qewimî û hate ragihandin ku hin leşkerên ser bi wezaretê mirin, hin jî birîndar bûn.
Têkildarî hejmara mirî û birîndaran agahî bi dest neket. Wezaretê jî hîn daxuyaniyek nedaye.

