Li rojavayê Endonezyayê bîlançoya şewata li kargeha şêrînahiyê ya bi navê PT Fonusa Agung Mulia ya li herêma Serangê ya bi 50 kîlometreyî dûrî Cakartayê giran bû. Hejmara qurbaniyan gihîşt 26 kesan. Li gorî daxuyaniya polîsên Bantenê di lêkolîna destpêkê de ji kesên jiyana xwe ji dest dan 7 jê mêr, 9 jî jin bûn. Hate ragihandin ku rewşa 10 kesên din ên jiyana xwe ji dest dan nehate tespîtkirin. Xizmên kesên winda 31 serlêdan li polîsan kirin. Her wiha di lêpirsîna têkildarî şewatê de îfadeya 19 kesan hate wergirtin.
Li Endonezyayê gelek caran qezayên pîşesaziyê û şewat rû didin ku encameke giran bi xwe re tîne. Di Kanûna 2025’an de li Cakartayê ji ber şewatê herî kêm 22 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.
Sala 2023’an jî ji ber teqîna li parzûngeha nîkelê ya li rojhilatê welêt 13 kes miribûn.

