Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de li ser hesabê xwe medyaya dîjîtal daxuyaniyekî nivîskî parve kir.
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku dema gund dihatin şewitandin wan çareseriya aştiyane dixwest û wiha got: “Dema ku li kolanan mirov di qamçikê xwe de dihatin lêxistin û her roj cenaze dihatin rakirin jî me aştiyê dixwest. Dema ku li bajaran bombe diteqiyan, girtinên bi komî pêk dihatin jî me aştiyê diparast. Dema ku partiyên me dihatin girtin, mirov li erdê dihatin kaşkirin jî me dev ji aştiyê bernedida. Ne di hucreyan de ne jî li qadan me dev ji parastina aştiyê berneda. Niha dema ku bêçekkirin û aştiyê ewqas nêz bûye bi gotina “lê operasyon li dijî me pêk tê, lê hûn hê jî aştiyê dixwazin!” me rexne dikin bila bizanin ku aştî ne di qonaxê aştiyê de tê xwestin. Di pêvajoyên aştiyê de ji bo gavekî biçûk xuya dike jî kedên mezin tê dayîn. Bêhiqûqî heye, gelek heye. Lê dîsa jî tu xwe spartina sedem û hincet bi gotina “pêşî aştî” û parastina ewladê me sekna herî rewa ye. Xwe dûrxistina gavên ku rewşa pêvajoyê xira dike pêdiwiya herî exlakî ku dayik û bavên ku zarokên wan li çiyê û leşkeran e. Qonaxa ku em lê ne dîrokî, gelek girîng û bi hêvî ye. Di her derfetê de yekdestiyê em veguherînin serkeftina aştiyê, paşê ji bo her tişt baş bibe bi hev re xebatên xwe bidomînin.”

