Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê bi milyonan jin daketin qadan û li ber komkujî û tundiya li dijnê rabûn. Gerîlayên YJA Starê jî yên li qadên azad têkildarî vê rojê nêrînên xwe anîn ziman.
Ji gerîlayên YJA Starê Nêrgiz Şawîş a ji gelê Ereb anî ziman ku ew 25’ê Mijdarê weke rojeke berxwedanê dibînin. Nêrgiz Şawîş bi bîr xist ku cînayeta jinan her roj zêde dibe û got, “Jin ji ber ku afirîner in ji mêrn hîn xurtir e. Ji ber vê jî bi îrade û hebûna xwe her tim xwe ispat kirine. Zîhniyeta bi serweriya mêr jî zextê li jinan dike. Lewma zîhniyeta bi serweriya mêr her roj êrişê dibe ser mafên rewa yên jinan. Em li dijî vê înkara li dijî jinê têdikoşin. Armanca me ya bingehîn jiholêrakirina vê zîhniyeta serwer e.. Rêber Apo dibêje, jin azad nebe civak jî azad nabe.
Civaka heyî bi saya hebûna jinê dikare xwe bi rêxistin bike. Ev zîhniyeta serwer bi taybetî li nava civaka Ereb belav bûye. Ji ber vê jî dixwazim bang li civaka me ya Ereb bikim; dest bidin hev, piştevaniya hev bikin. Eger hûn dixwazin civakê nas bikin destpêkê jinê nas bikin û hebûna jinê ya li nava civakê bibînin. Em naxwazin ev rewş bi vî rengî dewam bike. Ji bo bi dawî bibe em ê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin. Jin îro di nava tevgerê de çima xurt e? Ji ber ku Rêber Apo jin a azad bi her kesî da naskirin û nîşan da ku di nava jiyanê de hêza jinê çiqasî bi bandor e. Rêber Apo nîşan da ku ji karên îdeoojîk heta bi yên leşkerî divê jin sekneke çawa nîşan bide. Berxwedana jinê li çiyê jî gelekî bi bandor bû. Felsefeya Rêber Apo cesareteke mezin da jinan, jin her tim derxist pêş, ji ber ku zane ku serketin tenê bi destê jinê dikare biafire. Azadiya civakê wê bi destê jinê pêk were.
Mînakên vê bi hezaran jin ên qehreman e yên weke hevala Sara (Sakîne Cansiz), şehîd Zîlan, şehîd Bêrîtan û jinên ji fikrên Rêber Apo bi bandor bûne. Hewldanên Rêber Apo hemû ji bo pêşvebirina jinê, bicihkirina wê li her qadê, afirandina hêza ji xwe baweriyê ji bo jinê ye ku bi hêza xwe tevbigere. Weke jineke ji gelê Ereb hevrêtiya li nava tevgerê bandor li min kir. Li gel vê yekê beşdariya jinan a li nava her karî gelekî bandor li min kir.”

