Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên rojevê axivî. Ayşegul Dogan di destpêka axaftina xwe de bi lêv kir ku ew bi serokiya hevserokên giştî weke Desteya Rêveberiya Navendî civiyane û wiha got: “Rojeva me ya serekê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li ser Jinan û xebatên wê bûn. Li gelek bajaran li qadan me çalakî pêkanîn û têkoşîna hevgirtina jinan bilind kir. Me îtîraza xwe anî ziman. Çi dibe bila bibe jin paşda gav navêjin û serî natewînin. Di van çalakiyan de careke din ev peyam jî hat dayîn. Em li vir careke din kesên li qadan ew îtîraz kirine, bi bîr tînin.”
Ayşegul Dogan, bal kişand ser civîna Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) ku duh bi Serokiya Serokkomar Recep Tayîp Erdogan civiya û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pêvajoyê çavê me jî li civînê bû ku têkildarî rapora teyît û tespîtê tiştek derbikeve. Ji ber ku piştî teyît û tespîtê pêvajo dê derbasî merhaleyeke nû bibûna û qanûna çarçoveyî biketa meriyetê. Lê di vê civînê de rapora teyît û tespîtê nehat radestkirin. Em jî li benda biryareke bûn ku di vê civînê de derbikeve. Lê mixabin biryar derneket û di 9 xalên daxuyaniyê de qala biryardariyeke tê kirin. Ew yek jî pirsên nû bi xwe re tîne. Hemû kes qala biryardariyeke dike. Lê civak jî dipirse çima hewcehiya wê pêk nayê. Divê hewcehiyên pêvajoyê demildest bi cih were.”
Ayşegul Dogan, destnîşan kir ku tevî rêxistinê gelek hewcehiyên pêvajoyê bi cih aniye jî hê rapora teyît û tespîtê pêk nehatiye û wiha got: “Li benda çi ne? Rêyedarên dewletê bi xwe jî anî ziman ku rêxistin gelek cihan vekişiyaye. Weke DEM Partî em her tiştî ji raya giştî re parve dikin û bi awayekî şefaf pêvajoyê bi rê ve dibin. Divê MGK’ê nebe astengiyek li pêşiya pêvajoyê. Divê demildest nîqaşên teyît û tespîtê bi dawî bibin û pêvajo derbasî merhaleyeke din bibe. Bendewariya gel jî ew e ku demildest qanûna çarçoveyî bikeve meriyetê. Çima ew rapor tune ye? Çi astengî heye? Li gor xebatên me tu astengî li pêşiya rapora teyît û tespîtê tune ye.”
Ayşegul Dogan, diyar kir ku divê Komîsyona Rêber Apo demildest dest bi xebatê bike û ev tişt anî ziman: “Divê ew deste ji raya giştî re bê ragihandin û bi koordînatoriya birêz Ocalan dest bi xebatê bike. Birêz Ocalan bi awayekî fermî dest bi xebatan bike û ew xebat jî ji raya giştî re bê parvekirin.”
Ayşegul Dogan, bal kişand ser çalakiya ji bo girtiyên nexweş ku 10 roj in li ber Wezareta Edaletê hatiye destpêkirin û wiha doman: “Divê hemû kes xwedî li vê çalakiyê derbikeve. Hê jî girtiyên nexweş neyên berdan. Heke malbatên girtiyên nexweş li ber wezaretê bin hemû civak berpirsê ku piştgiriyê bide. Edaleta dereng were ne edalet e. Malbatên girtiyên nexweş dibêjin ew êdî naxwazin kes di girtîgehê de jiyana xwe ji dest bide. Gelek girtiyên nexweş tevî ku nexweşiyên wan giran e û biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê derbarê wan de hene jî nayên berdan. Heta girtiyên nexweş werin berdan em ê vê hişyariyê bikin û bang li raya giştî bikin ku xwedî li girtiyên nexweş derbikevin. Tevî gelek raporan çima girtiyên nexweş neyên berdan? Divê girtiyên nexweş demildest werin berdan û tu hincet nekevê pêşiya mafê jiyanê. Desteyên Rêveberiyên Girtîgehan bi hincetên keyfî berdana girtiyên nexweş asteng dike. Divê ew deste jî bê girtin. Divê girtiyên siyasî hemû bên berdan.”
Ayşegul Dogan, anî ziman ku kesên neliritiya fonan kiriyê nayên ceza kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rayedarên dewletê geşedanan bi awayekî şênber ji raya giştî re ragihînin. Digot bigihêje ku derê bila bigihêje em ê lêpirsîne bidin destpêkirin. Ka bila bikin. Weke DEM Partî ji bo berpirs bên darizandin em ê heta dawiyê bişopînin.”
Ayşegul Dogan, têkildarî hestiyên mirovan a li Farqînê derketibûn û ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê ve ji raya giştî re hatibû parvekirin bang li rêyedaran kir û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Divê hevrûmayînek pêk were. Heta niha tu berpirsekî dewletê têkildarî van dîmanan daxuyaniyek nedaye. Me îro ji bo van diman pêşniyar qanûnek da ku were tespitkirin ew hestî yên kî ne û çawa hatine qetilkirin, bê ronîkirin.”
Ayşegul Dogan, derbarê geşedanên Başurê Kurdistanê jî wiha axivî: “Hikûmeta Iraqê dixwazê destwerdanê li ser petrol û sînorên herêma Federê ya Kurdistanê bike. Gelê Kurd bi berdelên mezin ew destkêftî bi destxistin. Herêma Federê ya Kurdistanê di destura bingehîn a Iraqê de jî statuya wê hatiyê mîsoger kirin. Divê hikumeta Iraqê ji vê şaşiyê vegere û li gor destura xwe tevbigere. Em dibêjin divê diyalogek bê ava kirin û pirsgirêk bi muzakereyan were çareser kirin. Çavê hemû Kurdan li Başur e. Divê hesesiyeta Kurdan ber bi çav bê girtin. Em bang li Mesût Barzanî, Neçîrvan Barzanî, Bafil Talabanî, Mesrur Barzanî û hemû aktören Kurd dikin ku ji bo berjewendiyên netewî yên gelê Kurd tevbigerin û yekitiya demokratik a gelê Kurd ava bikin.”
Ayşegul Dogan, li ser pirsên rojnamevanan a derbarê nameya Rêber Apo ku ji Ozgur Ozel re şandibû da zanîn ku peyamek ji aliyê Rêber Apo ve ji Ozgur Ozel re hatiyê şandin û piştre jî heyeta wan dê bi Ozgur Ozel re hevdîtinê bike û got ku takvîma hevdîtinê hê ne diyar e.
Ayşegul Dogan, li ser pirsa rojnamevanan a tê gotin rojnamevan çûne girava Îmraliyê jî diyar kir ku ji bilî heyeta wan û malbatê heta niha tu kes neçûne girava Îmraliyê û got ku agahiyên bi vî rengî ne raste û dîroka çûyina rojnamevanan li Girava Îmraliyê ne diyar e.”

