Sêşem, 4 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Haniy Karasû hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG: Di Tîrmehê de 12 rojnamevan hatin binçavkirin, hîn jî 27 girtî ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bîranîna Şengalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîranîna li Şengalê bi dawî bû: Xweseriya Şengalê biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA: Li Şengalê edalet pêk nehatiye, divê statuya gelê Êzidî were misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dadgerê Êzidî Şengalî: Divê ji bo sûcên DAÎŞ’ê dadgeheke taybet bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Gel a Qendîlê: Xwerêveberî û hêza parastinê, mafê rewa yê Êzidiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê bibin îradeya gelê xwe yê Êzidî yê berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê ti carî rê nede jenosîdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Şengal divê bibe herêmek xweser!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Comerd û Berbang li Dêrikê konserek dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Rêziknameya madeya qanûnê ya hatiye betalkirin hê jî ne diyar e
Rojane

Rêziknameya madeya qanûnê ya hatiye betalkirin hê jî ne diyar e

Parêzer Baran Dogan diyar kir ku di 8’emîn pakêta darazê de biryara "bêyî endambûna rêxistinê li ser navê rêxistinê sûc kirin" ligel biryara betalkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn hîn jî ne diyar e.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Pêşnûmeya ku bi mebesta zêdekirina karîgeriya darazê ku weke pakêta darazê ya 8’emîn jî tê zanîn û piştî ku ji  Komîsyona Edaletê ya Meclîsê  derbas bû û ji Serokatiya Meclîsê re hate pêşkêşkirin jî bû sedema derketina hin nîqaşan. Têkildarî  sûcê ‘li gel neendamtiya rêxistinê, sûckirina li ser navê rêxistinê’ ku di madeya 220/6’ an a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê (TCK) de cih digire sererastkirineke nû hate kirin ku Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) derbarê vê yekê de biryara betalkirinê dabû.Lê belê sererastkirin gelekî ji betalkirina AYM’yê ne cuda ye. Parêzer Baran Dogan hem  têkildarî sererastkirina  madeya  220/6’an û hem jî têkildarî pêwîstiya guhertina madeyê û rewşa  a niha ya pakêta darazê ji ANF’ê re axivî û ev yek nirxand.

KIRYAREKE EŞKERE TUNE YE

Parêzer Baran Dogan 6’emîn fiqreya madeya 220’emîn a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê a ku bi pakêta darazê ya 8’emîn re ji nû ve hate sererastkirin wiha eşkere kir: ‘’ Di madeya 220’an de jî dibêje ku li gel neendamtiya rêxistinê, sûckirina li ser navê rêxistinê, bi ev qas cezayî tê cezakirin. Sûckirina li ser navê rêxistinê lê belê çarçoveya vê ne diyar e, kiryareke eşkere tune ye. Li vir her tişt dikare di çarçoveya sûckirina li ser navê rêxistinê de were hesibandin. Yanî kiryarên endamên rêxistinê cuda ne lê belê pêkan e ku her cure kiryarên her kesê ku ne endamê rêxistinê ye jî  di vê çarçoveyê de werin hesibandin. Ji ber vê yekê, di pêkanînê de wê nediyarî derkevin holê. Bi taybet jî di çarçoveya azadiya derpêşkirina îfadeyan û bikaranîna mafên weke civîn û xwepêşandan û meşan de wê gelekî pirsgirêk rû bidin. Niha di pêkanînê de pirsgirêka herî zêde derdikeve holê ev e. Bo nimûne daxuyaniyeke rêxistinê heye.  “Dema ku hûn têkildarî daxuyaniya rêxistinê  hûn jî daxuyaniyekê bidin, dibe ku hûn bi sûcê sûckirina li ser navê rêxistinê  werin cezakirin.’’
  
DMME DI SALA 2017’AN DE GOT LI DIJÎ MAFÊ MIROVAN E

Parêzer Baran Dogan, da zanîn ku xala qanûna mijara gotinê berî Dadgeha Destûra Bingehîn, di sala 2017’an de ji aliyê DMME ve weke li dijî mafên mirovan dîtibû û wiha dewam kir: “Dadgeha Destûra Bingehîn, di Kanûna 2023’yan de bêyî endametiya rêxistinê li ser navê rêxistinê qanûna sûc kiriye betal kir û ev yek di Rojnameya Fermî de jî hat weşandin. Lê belê beriya vê biryarê ev rêzikname di sala 2017’an de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ve weke binpêkirina hiqûqê dîtibû. Ji ber ku ev rêziknameya di qanûnê de dijberî hiqûqê bû, li ser serlêdana takekesî biryara binpêkirina mafan hat dayîn.”

JI YA BERÊ NE CUDATIR E

Parêzer Baran Dogan got, “Sedema bingehîn a jinûve sererastkirina vê xalê, misogerkirina pîvana qanûnî ya sûc û cezakirinê ye, sererastkirineke qanûnî ya pêşbînîkirî ye. Lê belê li şûna ku rêziknameyeke wiha taybet were çêkirin, bi awayekî şikek cuda di maddeya 314’an de şika 3’yemîn û di maddeya 220’an de jî şika 6’emîn bi cih kirin. Di forma lihevhatinek cuda de. Hat diyarkirin ku kesê ku li ser navê rêxistinê sûc bike, tevî ku ne endamê rêxistinê ye jî ji 2 sal û 6 mehan heta 6 salan wê bê cezakirin. Ya rast ferqa vê rêzikname ji rêziknameya berê nîne. Lê belê di rewşên ku kiryar bi vî rengî bi zelalî nayê pênasekirin de, binpêkirina prensîba hiqûqê rû dide. Lêker bi zelalî nayê diyarkirin. Ji ber ku di vir de kiryar nayê pênasekirin, ev yek dibe rêziknameyeke li derveyî hiqûqê ye û di pratîkê de dibe ku destwerdaneke hiqûqa ceza ya gelekî giran li maf û azadiyên bingehîn bê kirin.”

CEZA WÊ BÊN ZÊDEKIRIN

Parêzer Baran Dogan, anî ziman ku ev rêzikname ceza jî zêde kiriye û destnîşan kir ku bi vê qanûnê re dixwazin gel bidin tirsandin. Dogan, da zanîn ku di rêziknameyê de cezayê pereyan jî hatiye zêdekirin û wiha got, “Di warê mîqdara ceza de, qanûn ji 2 sal û 6 mehan heta 6 salan cezayê girtîgehê dide. Ev sînorê heyî wê li gorî xala pêncemîn a Qanûna Têkoşîna li dijî Terorê ya bi hejmara 3713’an bê zêdekirin. Yanî wê 2 sal û 6 meh, 3 sal û 9 meh, sînorê jor jî 9 sal be. Ev qanûn bi salan e di meriyetê de ye û bi salan e tê meşandin. Ji ber ku nikarîbû ji bo vê yekê pîvanek ava bike, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê got ku ev yek li dijî hiqûqê ye û Dadgeha Destûra Bingehîn ew betal kir. Ji ber ku li vir pênaseya lêkerê tune ye, em ê di nav tevliheviyek ku bi salan dom dike de bin. Li gorî nêrîna min, bi taybetî di warê maf û azadiyên bingehîn de wê encamên wê giran bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê konferansa xwe ya 3’emîn li dar xist
Nûçeya Pişt re Li Tetwanê serdegirtin: 35 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mazlûm Ebdî êrişa li ser Herêma Kurdistanê şermezar kir

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî têkildarî êrişa li ser hêzên pêşmerge yên li Herêma…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Ahmet Ozer nerazîbûna ‘Bêhukmiya Teqez’: Darbeya giran

Şaredarê Esenyûrt Ahmet Ozer ê ku wezîfeya wî hatî xespkirin, diyar kir ku biryara ‘bêhukmiya…

Ji aliyê Stêrk TV

HPG: Rantxurên şerxwaz bênavber êrîş dikin

HPG'ê ragihand ku ji 1'ê Adarê dema ragihandina agirbestê û vir ve êrîşên dewleta Tirk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kampanyaya îmzeyan ya bi daxwaza “mafê hêviyê” hat destpêkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

AKP: Pêşnûmeya qanûna çarçoveyê wê sibê pêşkeşî Serokatiya Meclisê bê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana girtiyê 31 salan Aydin Altig cara duyem hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Bakirhan: Qanûna çarçoveyê vekirina deriyê aştiyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?