Yekşem, 9 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Emrûllah Cîn: Ev gava destpêkê ye, encam wê erênî be

    Ji aliyê Stêrk TV

    George Aslan: Eger pêvajo bi aştiya mayinde bi encam bibe, wê vegera Suryaniyan zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    FEDA û YJED: Ji bo demokrasiyê çi bikeve ser milê me em ê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan banga avêtina gavên wêrektir kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Suleyman Cîhan pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sebahat Tuncel: Em ê bi hev re jiyana demokratîk ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Denîz Firat û şehîdên Ragihandina Azad li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Erebên Rihayê dibêjin ‘NA’
Kurdistan

Erebên Rihayê dibêjin ‘NA’

Şêniyên Ereb ên Rihayê bal kişandin ser komkujiya li gelê Kurd tê kirin û gotin, eger pegrala serokatiyê bikeve meriyetê, wê heman komkujî li gelê Ereb jî bê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Amedekariyên referandûma 16’ê Nîsanê didomin û tê payîn, ji sedî 60 ê gelê Rihayê di referandûmê de bibêje ‘NA’. Gelê Ereb ên Rihayê bi nêzîkbûna referandûma 16’ê Nîsanê re dengê xwe eşkere kirin û gotin, “Em ê ji bo ‘Destûra Bingehîn’ a ku xalek ji bo gel tê de nîne bibêjin ‘NA’.” Erebên Rihayê diyar kirin, ku li Tirkiyeyê mafên Ereban tên binpêkirin û gotin, wê ji welatekî xizan re bibêjin ‘NA’.

‘KURD TÊNE KUŞTIN, SIBÊ DORA EREBAN E’

Jina bi navê Hediye Ocek diyar kir ku ew ê di referandûma 16’ê Nîsanê de li dijî rejîma şexsî bibêje ‘NA’. Ocek da zanîn ku desthilatdariya AKP’ê 15 sal in welat bi tena serê xwe bi rê ve dibe û wiha axivî: “Di 15 salan de welat ber bi şerekî navxweyî ve çû, welat veguherî welatekî xizan. Em ê ji vê rewşa xizaniyê re bibêjin ‘NA’. Ji ber ku li welat xizanî zêde bû, li herêmê zarokên me fêrî tiştên xirab dibin. Ji bo em pêşiya van tiştan bigirin em ê bibêjin ‘NA’. Li welat şer heye û Kurd têne qetilkirin. Îro Kurd têne kuştin sibê dora Ereban e. Em wekî jinên Ereb em ê ji hemû bêmafî û bêedaletiyê bibêjin ‘NA’.”

‘JI BÊKARIYÊ RE ‘NA’

Ciwanê Ereb ê bi navê Mûstafa Bogday jî da zanîn ku di destûra bingehîn de xaleke bi tenê ji bo gel nîne û wiha pê de çû: “Ji derveyî talankirina kedkaran, mûçeyên kêm, bêkarî, girtin, derxistina ji kar, îşkence û desteserkirina maf, tiştekî din ku vê destûra bingehîn pêşkêşî me bike, nîn e. AKP û Qesra Erdogan hewl didin rewşa heyî di referandûmê de qanûnî bikin. Em ê ji van binpêkirinên mirovan re bibêjin ‘NA’. Li herêmê yên herî zêde têne perçiqandin gelên Ereb e, em ê ji bo mafên xwe bibêjin ‘NA’. Di referandûma 16’ê Nîsanê de çiqas denge ‘NA’ bilind bibe ew qas wê gelên Ereb azad bibin.”

‘JI BO JIYANEK BI HEV RE Û DEMOKRATÎK ‘NA’

Jina bi navê Medîne Boçek jî anî ziman ku wê ji bo jiyanek xweş û azad bibêje ‘NA’ û ev tişt got: “15 sal in, me tiştekî baş ji vê rejîma AKP’ê nedîtiye. Em ji niha û vir de jî bawer nakin tiştên baş pêk bên. Em bawer nakin ku pergaleke demokratîk, mafê mirovan were, em bawer nakin ku gelên Tirkiyeyê, Kurd, Ereb, Elewî, Ermen û Suryanî di şertên demokratîk de bijîn. Tenê wê mirinê, hêstirê çavan, xwînê bîne û ji bo vê jî em dibêjin, ‘NA’. Her wiha em ê ji destûra ku mirovan bi saxî dişewitîne re bibêjin ‘NA’. ‘NA’ wê bibe dengê azadiya gelên Ereb û herêmê.”

‘JI BO NASNAMEYA AZAD EM DIBÊJIN ‘NA’

Welatiyê Ereb ê bi navê Mehmût Bogday jî dengê xwe eşkere kir û wiha got: “Rihayê bi nasnameyên xwe yên etnîkî û çandî re, jiyana pêşketî û azad hilbijartiye. Ji bo hilbijartinan hê 17 roj mane. Ji bo nasnameya azad û çanda azad, em ê weke gelên Ereb ên Rihayê di referandûmê de bibêjin ‘NA’. Li herêmê krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Em nikarin nanekî bibin mala xwe. Ji ber krîza aboriyê û ji bo nasnameya azad em ê bibêjin ‘NA’. Eger di referandûmê de dengê ‘Erê’ bi ser bikeve, wê rewşa Tirkiyeyê bêhtir aloz bibe û wê şerekî navxweyî pêk bê. Ji bo Tirkiye bibe welatekî azad û demokratîk divê tevahiya gelên Tirkiyeyê bibêjin ‘NA’. Ez bang li tevahiya gelê Ereb ê Rihayê dikim ku di referandûmê de bibêje ‘NA’.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA / ANF

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Operasyona Tebqayê: Gelek çete hatin kuştin
Nûçeya Pişt re Meclîsa gundê Borikê dest bi pêngava paqijkirina gund kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Meşa Azadiyê destpê kir: Ji bo çareseriyê em dimeşin Enqereyê

Endamên Platforma Saziyên Demokratîk ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsgirêka kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wanê coşa Newrozê: Gel ber bi qadê ve diherike

Xelkê Wanê ji bo pîrozbahiya Newrozê ji serê sibehê ve ber bi Parka Newrozê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Belgefîlma “Naharina” îşaret bi mozaika civakî ya li herêmê dike

Di çarçoveya bernameya roja 4ˊemîn a Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava ya 5ˊan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kontrayê dest wî di şehîdkirina 4 gerîlayên li Mehabadê de hebû hat cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kete: Polîtîkayên şerê taybet ên li dijî Dersimê bi qirkirina çandî kûrtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jiyaneke bi sirgûn, êşkence û windahiyan re derbas bû: ‘Ez naxwazim bêyî ku aştiyê bibînim bimrim’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Merîwanê 6 Kurd hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?