Çarşem, 23 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KNK’ê daxuyaniya têkildarî yekkirina hêzên pêşmerge

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Zanîngeha Egeyê êrîşa polîsan li ser xwendekaran: Gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîdên azadiyê li Mexmûrê çalakiya bîranînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cînayeta kar: Her meh nêzîkî 8 zarok jiyana xwe ji dest didin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê bi girseyî serdana konê sersaxiyê ya ji bo Şehîdên Azadiyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyên 2 şehîdan ên li Kilyosê hate wergirtin li Kanîreşê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Taziyeya ji bo Şehîd Dîlan Şirnex bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta leşkerî ya Iraqê li Şengalê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê herêma Cizîrê ji bo perwerdeya bi Kurdî berê xwe da Qamişloyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Îranê cezayê darvekirinê ji bo xwendekara zanîngehê Necme Emînî hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê jinek hate qetilkirin, 4 kes birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Şemiyê Guzel Şahîn li ser gora xwe hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK’ê fermandara gerîla ya şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zekiye Dêrazor: Min li çiyayên Kurdistanê wêrekiya xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Stenbolê ji bo Jîna Emînî çalakî li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Sînemavanên Kurd ên li Ewropayê li Komxebatê hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Filmê ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lîstikvan Merve Asya Ozgur: Hunermendên Kurd azad bibe, hunermendên Tirk jî wê qezenç bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Marsîlya xwe ji bo Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim a 6’emîn amade dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJAR’ê pirtûka ‘Pêtên Kolanan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bordeauxê 1’emîn Festîvala Çanda Kurd a Aquitaine hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan hat kirin ku dakevin qadan
Jin

Ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan hat kirin ku dakevin qadan

Jinên ku li gelek bajaran hatin cem hev bernameyên xwe yên 8'ê Adarê eşkere kirin û bang li hemû jinan kirin ku dakevin qadan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Adar 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daxuyanî hatin dayîn û bang li hemû jinan hate kirin ku di 8’ê Adarê de dakevin qadan.

MÛŞ

Meclîsa Jinê ya DEM Partî û TJA’yê li ber Rêxistina Bajêr a Mûşê bi daxuyaniyek çapemeniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê dan û bernameyên xwe eşkere kirin.

Di civînê de Namzeta Hevşaredariya Mûşê ya DEM Partiyê Tûba Sayigan, Wekîla DEM Partiyê Sûmeyye Boz, rêveberên bajêr û her wiha gelek jin amade bûn.

Aktîvîsta TJA’yê Çîçek Tutuş metna çapemeniyê xwend. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Em ê li dijî qeyûmên ku vîna jinê xespkirine di 8’ê Adarê de hêrsa xwe bi awayekî herî xurt birêxistin bikin û bibêjin ‘Bi vîna jinê ber bi demokrasiya xwecihî re’. Em ê bibêjin ‘Her tim berxwedan, her tim azadî’ û bi motîvasyona ku em ji qadên 8’ê Adarê digirin, em ê li dora agirê Newrozê govenda herî xurt a jinan ava bikin.”

Parlamenter Sûmeyye Boz, jî bal kişand ser politikaya giştî ya DEM Partiyê ya pergala hevşaredariyê û got ku ev pergal tirs xistiye dilê desthilatdar û zîhniyeta mêraniyê.

Bernameya 8’ê Adarê ya li Mûşê wiha ye:

“Di 3’ê Adarê de li Gimgimê û di 4’ê Adarê de jî li Milazgirê wê civîna jinan bê lidarxistin. Di 5’ê Adarê de wê li Têlî civîna jinan bê lidarxistin û piştre jî wê ji bo jinên girtî re kart bên şandin. Di 6’ê Adarê de wê civîna jinan li Kopê pêk bê û di 7’ê Adarê de jî li navenda Mûşê belavok wê bên belavkirin. Di 8’ê Adarê de wê li navenda Mûşê şahiya jinê bê lidarxistin.”

AMED

Meclîsa Jinan a KESK’ê ya Amedê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li 1’emîn Şaxa KESK’ê ya Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Li eywana daxuyaniyê pankartên “Jin jiyan azadî” û “Nasname, beden û keda me ya me ye; em di têkoşînê de bi biryar di azadiyê de bi israr in” hatin daliqandin. Berdevka Demkî ya Meclîsa Jinan a KESK’ê Leyla Hatun Tuncer daxuyanî xwend. 
 
Tuncer bal kişand ser qeyranan û got fatureya qeyranan ji jinan re tê birîn û wiha domand, ”Em bang dikin ku em bi hev re têkoşînê mezin bikin.”
 
Tuncer, da zanîn zihniyeta baviksalar jinan wekî hêza keda erzan dibîne û got jin di karê xwe de bi mobingê rû bi rû dimînin. Tuncer, diyar kir ku her roj civak xizan dibe û ewlehiya jinan tune ye. Tuncer, da xuyakirin ku polîtîkayên tecrîdê şertên jiyanê zehmet dike û bal kişand ser polîtîkayên qeyûman û banga têkoşîna bi hev re kir û daxwazên xwe rêz kir. 

ÎZMÎR

Li ser navê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê ya Îzmîrê Kubra Fîlîz bi wesîleya 8’ê Adarê peyamek şand.

Di peyamê de wiha hat got, “Di roja me de yên ku biharê di ruhê xwe de hildigirin, li ser navê me hemûyan zivistana reş ji holê radikin û her kesî vedixwînin bihara jinan. Bi vê coşê em dîwaran derbas dikin û ber bi we ve tên.”

MÊRSÎN

Meclîsa Jinan a DEM Partî û TJA’yê ya Mêrsînê jî li Parka Zarokan a Ozgur bi daxuyaniyeke çapemeniyê starta 8 ‘ê Adarê da. Dayikên Aştiyê, Komîsyona Jinan a Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD), Komeleya Jinan a Mîmoza û gelek saziyên jinan beşdarî çalakiyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Rêxistina Bajêr a Mersînê ya DEM Partiyê Bedriye Kuş ve hate xwendin.

Bedriye Kuş, destnîşan kir ku li hemberî çalakiyên grevê yên girtiyan ku li dijî tecrîdê dane destpêkirin bêdeng mayîn, tê wateyê çavên xwe li mirinan girtine û got, “Em li bendê ne ku daxwazên mirovî yên berxwedêrên greva birçîbûnê di dema herî nêz de bi cih werin anîn.”

Bedriye Kuş bernameya 8’ê Adarê wiha parve kir:

“Di 2’ê Adarê saet di 14:00’an de, piştî vekirina buroya hilbijartinê ya navçeya Şevket Semkîmer a li navçeya Akdenîzê, wê Nobeta Edaletê bê ziyaretkirin. 3’ê Adarê saet di 14:00’an de li navçeya Toroslarê wê panela berfireh a jinan bê lidar xistin. Di 4’ê Adarê saet 10:30’an de tevî ÎHD’ê wê bi awayekî hevpar qert ji jinên girtî re bên şandin. 4’ê Adarê saet 14:00’an li navçeya Yenîşehîrê wê meşa bi erbaneyan bê lidar xistin. 5’ê Adarê saet di navbera 10:00-15:00’an de serdana karkeran bê kirin. Di 6’ê Adarê saet 14:00’an de li buroya hilbijartinê ya taxa Çayê civîna jinan a berfireh a 8’ê Adarê bê lidar xistin. Di 7’ê Adarê de mal bi mal û li sûkê hemû roj wê belavok bên belav kirin. Mîtînga jinan a 8’ê Adarê li Taxa Şevket Sûmer a Akdenîzê saet di 12:00’an de wê pêk were. Her wiha 8’ê Adarê saet 18:30’an êvarê ji Kolana Kuşumato heta Qada Ozgecan tevî platforma jinan wê meşeke şevê ya femînîst bê lidar xistin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Başûr di 2 mehan de 13 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re ‘Şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha çavkaniya me ya hêzê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Binçavkirinên li Stenbolê hatin protestokirin

Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya CHP’ê biryara binçavkirina 47 kesan protesto kir ku 47 kes…

Ji aliyê Stêrk TV

Li dijî biryara derbarê endamên ÇHD’ê yên girtî de nerazîbûn

Platforma Azadî ji Parastinê re, têkildarî erêkirina cezayên Serokê ÇHD’ê Selçûk Kozagaçli û parêzer Barkin…

Ji aliyê Stêrk TV

Li 10 eyaletên Îranê biryara betlaneyê

Îranê ji ber pêla hewayê sar a ku di rojên dawî de bandoreke mezin li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Rojnamevan Seyîd Evran li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Girtîgeha Eskîşehîrê girtiyek bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

NY’ê hişyarî da: Dibe ku li Yemenê bi sed hezaran kes ji cih û warên xwe bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Em di rojên pêş de li benda geşedanên girîng ên nû ne

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?